KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • w15 12/1 rûp. 18-22
  • Zimanê Xwe bona Qenciyê Bidine Xebatê

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Zimanê Xwe bona Qenciyê Bidine Xebatê
  • Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yahowa Elam Dike — 2015
  • Binserî
  • Têmên Mîna Wê
  • EM KENGÊ GEREKÊ XEBERDIN?
  • ÇI EM GEREKÊ BÊJIN?
  • EM ÇA GEREKÊ TEVÎ MERIVA XEBERDIN?
  • Tu Ça Dikarî bi Zar-Zimanê Xwe Dilê Yehowa Şa kî?
    Şa be Jîyînêra Heta-Hetayê!—Kûrsa Hînkirina Kitêba Pîroz
  • Xeberdana Te Bira “Kêrî Guhdara” bê
    Nava Hizkirina Xwedêda Bimîne
  • Çev Bide Wî Kê Emirê Heta-Hetayê Soz Dide
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yahowa Elam Dike — 2015
  • Kengê ye Wextê Xeberdanê?
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê) — 2020
Hê Zêde Binihêre
Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yahowa Elam Dike — 2015
w15 12/1 rûp. 18-22
Xûşkeke Mesîhî dixûne Kitêba Pîroz û difikire ku çawa nêzîkî xûşkeke din bê û xeberde; sert tevî vê xeberde yan nerm

Zimanê Xwe bona Qenciyê Bidine Xebatê

“Gotina ku dertê ji devê min, . . . bila maqûl bê dîtin li pêş te, Ya Yahowa” (ZEBÛR 19:14, ÎM).

KILAMÊN: 21, 35

EM ÇA DIKARIN ÇEV BIDINE ÎSA VÊ YEKÊDA KU . . .

  • bizanibin kengê xeberdin?

  • xeberên rast bijbêrin?

  • nerm xeberdin?

1, 2. Çira Kitêba Pîroz ziman beramber dike tevî agir?

SALA 1871, di Dewletên Yekbûyîda agir mêşê Wîskonsînê ket. Ew agir derbêra bela bû û bi temamî weke du mîlyard bax şewitand, û 1 200 zêdetir meriv mirin. Bi rastiyê, tu agirîda kîjan ku Dewletên Yekbûyîda qewimî bûn, haqas zef meriv nemiribûn, çiqas vî agirîda. Diqewime ku ev agirê mezin destpêbû ji pirîskên biçûk, ku ji trêna dipekiyan, kîjan nava mêşera derbaz dibûn. Ew yek tîne bîra me rêzeke ji Kitêba Pîroz: “Dîna xwe bidine pirîske agir, çi daristaneke mezin dikare bişewitîne!” (Aqûb 3:5). Çira Aqûb giliyên usa got?

2 Aqûb dibêje: “Ziman jî agirek e” (Aqûb 3:6). Bi “ziman” em dikarin xeberdin. Û gotina me jî mîna agir dikare bibe meniya gelek ziyana. Giliyên me dikarin gelek qayîm ser meriva hukum bin. Kitêba Pîroz dibêje ku gotina me dikare hela hê jîyînê yan mirinê bide (Metelok 18:21). Lê gelo ew tê hesabê ku em gerekê tu tiştî nebêjin, tenê ji bo vê yekê ku dibeke tiştekî xirab ji devê me derê? Hilbet na. Rast e agir dikare me bişewitîne, lê ew nayê hesabê ku em gerekê agir nedine xebatê. Dewsê, em gerekê agir fesal bidine xebatê. Mesele, em dikarin agir bidine xebatê seva ku xwarinê çêkin, xwe germ kin, û ku ronayî hebe. Usa jî ziman, hergê em xeberdana xweda fesal in, em ewî feresetî dikarin bidine xebatê seva ku Yahowa rûmet kin û karê bînin yên dinênara (Zebûr 19:14).

3. Kîjan sê tişt dikarin alî me bikin ku meriva dilgerm kin çaxê em xeberdidin?

3 Yahowa feresetê usa daye me, ku em dikarin fikirên xwe û hestên xwe bidine kifşê yan bi xeberdanê yan bi nîşankirina desta. Lê em ça dikarin ewê pêşkêşê bidine xebatê seva meriva dilgerm kin? (Bixûne Aqûb 3:9, 10.) Em gerekê bizanibin ku kengê xeberdin, çi bêjin, û ça bêjin.

EM KENGÊ GEREKÊ XEBERDIN?

4. Em çiçax gerekê hiş bin?

4 Cara hê baş e ku xebernedin. Kitêba Pîrozda nivîsar e ku “wexta hişbûnê heye” (Waîz 3:7). Mesele, çaxê kesek xeberdide em gerekê xwe ker kin, bi vê yekê em qedir didin kifşê hindava wî kesî (Îbo 6:24). Usa jî em gerekê derheqa tiştên xweye şexsî xebernedin, kîjan ku ne lazim e yên mayîn bizanibin (Metelok 20:19). Û çaxê kesek hêrsa me tîne, wê bi bîlantî be hergê em xwe rihet xwey kin û tu tiştî nebêjin (Zebûr 4:4).

5. Em ça dikarin razîbûna xwe Yahowara bidine kifşê bona pêşkêşa xeberdanê?

5 Lê usa jî heye wede ku lazim e xeberdin (Waîz 3:7). Mesele, çaxê Yahowa rûmet dikin, yên mayîn qewî dikin, yan eyan dikin ku çi ser xwe texmîn dikin, yan jî dibêjin ku em hewcê çi ne (Zebûr 51:15). Hergê em pêşkêşa xeberdanê ku ji Xwedê ye bi vî cûreyî bidin xebatê, bi vê yekê emê razîbûna xwe Yahowara bidine kifşê. Çaxê, hevalê me pêşkêşeke rind dide me, em dixwazin evê pêşkêşê rast bidin xebatê.

6. Çira ferz e ku bona xeberdanê wedê rast bijbêrin?

6 Çira bona xeberdanê lazime wedê baş bijbêrin? Metelok 25:11-da tê gotinê: “Gotina ku di cîhê xweda tê gotin, mîna sêva zêrîn ya di necirandinên zîvîda ye”. Rast e sêva zêrîn bedew e, lê derdana zîvda ew hê bedew dibe. Usa jî bal me dikare gotinên baş hebin ku meriyara bêjin. Lê hergê em wedê rast dijbêrin bona xeberdanê, bi vê yekê em dikarin diha rind alî meriva bikin. Lê em evê yekê ça dikarin bikin?

7, 8. Çawa birên me ji Japonyayê çev dane Îsa?

7 Hergê em wedê nerast xeberdin, meriv dibeke rast ji me fem nekin, yan jî dibeke gotina me qebûl nekin. (Bixûne Metelok 15:23.) Mesele, sala 2011 meha Adarê, wedê erdhejê û tsûnamê gelek bajar hilşiyan Japonya roavayêda. Hingê 15 000 zêdetir meriv mirin. Li wêderê gelek Şedên Yahowa malbeta xwe û merivên xweyî nêzîk unda kirin, lê yeke wana dixwestin bi Kitêba Pîroz alî wan meriva bikin yên ku wî halîda bûn. Wana zanibûn ku gelek ji wan meriva Bûdîst bûn û derheqa Kitêba Pîroz hindik zanibûn. Wî çaxî dewsa ku xeberdin derheqa rabûna miriya, ewana ber dilê wanda diçûn û şirovedikirin ku çira tiştên xirab tê serê merivên qenc.

8 Wê yekêda wan bira çev didane Îsa. Ewî zanibû kengê lazim e û kengê nelazim e ku xeberde (Yûhenna 18:33-37; 19:8-11). Û lema ewî wedê rast dijbart, seva ku tiştên lazim şagirtên xwe hîn ke (Yûhenna 16:12). Birayên ji Japonyayê hîviya wedê rast bûn, wekî merivara gilî kin derheqa saxkirina miriya. Du sal û nîv paşî tsûnamê, wana belavoka “Gelo bi Rastiyê Mirî Dikarin Dîsa Bijîn?” merivara bela dikirin. Geleka ev belavok hildidan, û çaxê dixwendin ewana dilgerm dibûn. Em jî gerekê di têrîtorya xweda kûltûra û baweriya meriva hildine hesab, çimkî usa em dikarin wedê rast bijbêrin ku tevî wana xeber din.

Em gerekê sebirê bidine kifşê û wede bona meriva bivînin, gava ewana dixwzin guh bidine me

9. Dîsa kîjan derecê dinda em dikarin wedê rast bona xeberdanê bijbêrin?

9 Dîsa kîjan derecada em gerekê hîviya wedê rast bin ku xeber din? Dibeke kesek tiştên usa dibêje çi ku dilê me dêşîne. Dewsa wê yekê ku derbêra caba wî bidin yan jî bê hemdê xwe tiştekî bêjin, wê bi bîlanî be bisekinin û bifikirin: “Gelo ewî bi rastiyê dixwest dilê min bêşîne? Gelo eseyî ye ez tevî wî derheqa wê yekê xeber dim çi ku ewî got?” Wê hê baş be ku qe tiştekî nebêjin. Lê hergê jî meniya layîq heye ku tevî wî xeberdin, em gerekê hîviyê bin ku hêrsa me dayne. (Bixûne Metelok 15:28.) Yan dibeke em dixwazin neferên mala xwe, kîjan ne Şedên Yahowa ne hêlan kin, ku Yahowa nas kin. Em gerekê sebir bin û kûr bifikirin derheqa wê yekê ku çi em dixwazin bêjin wanra. Û hin jî em gerekê wedekî usa bijbêrin, wekî ewana bikaribin guh bidine me.

ÇI EM GEREKÊ BÊJIN?

10. a) Çira em gerekê fesal bin di xeberdana xweda? b) Em gerekê xwe ji kîjan xeberdanê dûr bigirin?

10 Ji bo giliyên me meriv dikarin yan xwe hê baş texmîn kin yan hê xirab. (Bixûne Metelok 12:18.) Gelek meriv dinya Şeytanda didine xebatê “gotinên tal”, kîjan ku wek “tîrên” yanê “wek şûr” in, seva ku dilê meriva bêşînin û ziyanê bidine wan (Zebûr 64:3, ÎM). Gelek meriv xeberdana usa hîn dibin ji fîlma yan ji têlêvîsyonê ku dinihêrin. Lê Mesîhî tu car gerekê nedine xebatê ew xeberê sert û ne layîq di xeberê xweda û ne jî di henekê xweda. Henek baş e, çimkî dikare xeberdana me hewas ke. Lê em tu car gerekê usa xebernedin, ku kesekî behurmet kin yan jî kesekî bidine xeydandinê seva xatrê vê yekê ku yên din bikenin. Kitêba Pîroz me hîn dike ku em xwe dûr bigirin ji xeberdana “kifirî-zifirî”. Û usa jî dibêje: “Tu car bira ji devê we xebereke xirab derneyê, pêştirî tiştêd ku kêrî guhdara tên û karê didine wan” (Efesî 4:29, 31).

11. Çi wê alî me bike ku rast bijbêrin xebera?

11 Îsa hîn dikir ku “çi ku dilada heye zar jî wê dibêje” (Metta 12:34). Ew yek tê hesabê ku çi ku em dibêjin dikare bide kifşê ku em çi bi rastiyê difikirin. Dêmek hergê em meriva hiz dikin û bi rastiyê bona wan xem dikin, wî çaxî emê xeberê rast bijbêrin çaxê tevî wan xeberdin. Û çi ku em bêjin wê pozîtîv be û wana bişidîne.

12. Dîsa çi dikare alî me bike ku em xebera rast bijbêrin?

12 Lazim e qewatê bidine xebatê seva ku xeberdana xweda rast xebera bijbêrin. Hela hê Silêman Padşa jî kîjan ku bîlan bû, kûr difikirî û “lêkolînê” dikir, seva ku nivîsara wî rast be û bona xwendinê hewas be (Waîz 12:9, 10). Lê çi dikare alî me bike wekî em bizanibin ku çi bêjin? Em dikarin ji Kitêba Pîroz û ji edebyetên me hîn bin, ku em dîsa ça dikarin fikirên xwe derbazî meriva kin. Em dikarin lêkolîn bikin û fem bikin wan giliya kîjan ku me fem nedikir. Em usa jî dikarin derheqa Îsa lêkolîn bikin, seva ku pêbihesin ça xeber din ku alî yên dinêna bikin. Îsa derbêra zanibû ku çi bêje, çimkî Yahowa wî hîn kir ku çawa bi gotinê bibe “alîkarê zilamê westiyayî” (Îşaya 50:4). Usa jî ferz e bifikirin, ku çawa giliyên me wê ser yên din hukum bin (Aqûb 1:19). Em dikarin ji xwe bipirsin: “Hergê ez usa bêjim, ew meriv wê min rast fem bike ku ez çi dixwazim wîra bêjim? Ewê ça xwe texmîn ke?”

13. Çira em gerekê usa xeberdin ku hêsa bê femkirinê?

13 Di Îsraêlêda dengê boriyê derdixistin seva ku nîşanekê bidin. Dengekî dida kifşê ku cimet gerekê tevayî top bin. Dengekî din dihate hesabê ku esker gerekê şer destpêkin. Hela bidine ber çevê xwe, ku wê çi biqewimiya tevî eskera, hergê boriyê dengê nenas derxista! Kitêba Pîroz dengê boriyê ya zelal, beramber dike tevî xeberên ku hêsa têne femkirinê. Hergê em tişta zelal şirovenekin, meriv dikarin bixalifin yan jî bifikirin ku gotina me derew e. Rast e em dixwazin ku me rast fem kin, lê em gerekê fesal bin wekî çi ku em dibêjin sert yan jî bêqedir nîbe. (Bixûne 1 Korintî 14:8, 9.)

14. Kîjan mesele dide kifşê ku Îsa usa xeberdida ku hêsa bû bona femkirinê?

14 Ji Metta serê 5-7 em pêdihesin ku çawa Îsa xeberên usa dijbartin, kîjan ku hêsa bûn bona femkirinê. Seva ku merivara çetin nîbe, ewî xeberdana xweda xeberên çetin yan jî yên zêde nedida xebatê. Û ewî tiştên usa nedigot ku dilê meriva bêşînin. Îsa tiştên gelek ferz û kûr hîn dikir, lê ewî çi jî digot timê hêsa bûn bona femkirinê. Mesele, Îsa dixwast ku şagirtên wî bawer bikin, ku wanra ne lazim e derheqa xwarina her rojî xema bikin. Û lema ewî wanra şirovekir ku Yahowa timê teyreda têr dike. Paşê, ewî wanra got: “Ne hûn ji wan qîmettir in?” (Metta 6:26). Îsa bi wan xeberên hêsa alî şagirtên xwe kir, ku derseke ferz fem kin û dilgerm bin.

EM ÇA GEREKÊ TEVÎ MERIVA XEBERDIN?

15. Çira em gerekê bi nermî xeberdin?

15 Çawa ku ferz e ku em ça xeberdidin tevî meriva, usa jî gelek ferz e ku em çi xeberdidin. Meriva xweş dihat ku Îsa bibihên, çimkî ewî bi “merîfetî”, yanê nerm (Lûqa 4:22). Hergê em jî bi nermî xeberdin, wê merivara diha hewas be me bibihên, û çi em bêjin wê qebûl kin (Metelok 25:15). Hergê em qedirê meriva bigirin û hestên wan hildine hesab, emê bikaribin tevî wan bi nermî xeberdin. Îsa hema usa jî dikir. Mesele, çaxê ewî elaleteke mezin dît, kîjan ku gelek qewat xerc kirin seva ku wî bibihên, ew gelek şa bû tevî wan wede derbaz ke û wana hîn ke (Marqos 6:34). Hela hê çaxê meriva wî rezîl dikirin, ewî ewana rezîl nedikirin (1 Petrûs 2:23).

16, 17. a) Em ça dikarin çev bidine Îsa çaxê tevî merivên xweyî nêzîk xeberdidin? (Binihêre şikilê ewlin.) b) Ça xûşkeke me bi xeberdana xweye nerm tiştekî gelek baş kir?

16 Rast e em merivê xweye nêzîk hiz dikin, lê cara em dikarin tevî wana sert xeberdin, çimkî em wana rind nas dikin. Û dibeke em difikirin wekî nelazim e em fesal bin ku ça tevî wan xeberdin. Lê Îsa tevî hevalên xwe tu car sert xebernedida. Mesele, çaxê hinek ji wan hevra diketine dewê ku ji wan kê mezin e, ewî bi nermî ewana şîret kirin, û ewî mesela zara biçûk wanra anî, seva ku alî wan bike wekî nihêrandina xwe biguhêzin (Marqos 9:33-37). Rûspî dikarin çev bidine Îsa ku bi nermî yên din şîret kin (Galatî 6:1).

17 Hela hê çaxê kesek tiştekî usa mera dibêje ku dilê me dêşîne, em bi xeberdana xweye nerm dikarin tiştekî gelek baş bikin (Metelok 15:1). Werên em meselekê binihêrin. Xûşkeke me kurê xwe tenê mezin dikir. Kurê wê tiştên xirab dikir, hin jî Yahowara xizmet dikir. Xûşkek civatêda ber dilê wêda hat, û jêra got: “Yazix, ku mezinkirina zarêda cefê te badîhewa çû”. Ew dê sekinî, fikirî û paşê got: “Rast e, niha hal nebaş e, lê yeke mezinkirina wî hê berdewam dibe. Were derheqa wê têmayê paşî Harmegedonê xeberdin. Vî çaxî hemû tişt wê eyan be”. Ew dayîk hêrs neket û tevî vê xûşkê nerm bû, lema jî ewana dîsa man hevalên hev. Hin jî, kurê wê xeberdana diya xwe bihîst û fem kir wekî diya wî bawer dike, ku ew dikare xwe biguhêze. Û axiriyê, ewî îda tevî hevalên xirab hevaltî nedikir, û ew hate nixumandinê, paşê jî di Beytelêda xizmet dikir. Firqî tune em tevî xûşk-bira xeberdidin, yan tevî malbeta xwe, yan tevî wan em kê nas nakin, gerekê xeberdana me timê “merîfetî û xwêkirî be” (Kolosî 4:6).

18. Em ça dikarin çev bidine Îsa xeberdanêda?

18 Ew fereset ku em dikarin merivara gilî kin çi ku difikirin û çi texmîn dikin, bi rastiyê pêşkêşeke gelek mezin e ji Yahowa. Hergê em çev bidine Îsa, emê bona xeberdanê wedê rast bijbêrin, fesal bin ku çi xeberdin, û timê bixebitin ku bi nermî xeberdin. Were em timê bi xeberdana xwe yên din bişidînin û dilê Yahowa şa kin.

GOTINÊN KU HATINE ŞIROVEKIRINÊ

  • Bi merîfetî xeberdin: Em tevî meriva bi nermî xeberdidin çimkî em qedirê wan digirin. Em hestên wan hildidine hesab, û em naxwazin bi xeberdana xwe dilê wan bêşînin

Du bira Oda Civatêda tevî hev xeberdidin

BI XEBERDANA XWE YAHOWA RÛMET KIN

  • KENGÊ: Bijbêre wedê rast seva xeberdanê

  • ÇI: Bijbêre giliyên rast

  • ÇA: Nerm xeberde

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin