KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • ijwbq gotar 176
  • Kitêba Pîroz Çi Dibêje Derheqa Pandemiyê?

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Kitêba Pîroz Çi Dibêje Derheqa Pandemiyê?
  • Pirsên Kitêba Pîrozva Girêdayî
  • Binserî
  • Têmên Mîna Wê
  • Caba Kitêba Pîroz
  • Gelo Kitêba Pîroz derheqa pandemiya pêxembertiyê dikir?
  • Gelo Xwedê meriva bi nexweşiya ceza dikir?
  • Gelo pandemiya îroyîn cezakirina ji Xwedê ye?
  • Gelo pandemiya wê bê sekinandinê?
  • Rêzên Kitêba Pîroz derheqa nexweşiya
  • Em Gelek Hewcê Dinya Teze ne!
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Belakirinê) — 2021
  • Ji bo Nexweşiya COVID 6 Mîlyon Meriv Mirin e; Kitêba Pîroz Çi Dibêje?
    Têmên Din
  • Gelo Çetinayên Aliyê Pera wê Kengê Kuta bin?
    Têmên Din
  • Telî-Tengiyên me Gelo ev Cezakirin ji Xwedê ye?
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Belakirinê) — 2018
Hê Zêde Binihêre
Pirsên Kitêba Pîrozva Girêdayî
ijwbq gotar 176
Planêta ku dide kifşê, wekî nexweşiyên hal çiqas bela bûne.

Kitêba Pîroz Çi Dibêje Derheqa Pandemiyê?

Caba Kitêba Pîroz

Kitêba Pîroz pêxembertiyê dikir derheqa pandemiya yanê nexweşiyên hal, kîjan ku wan rojên axiriyêda gelek bela bin (Lûqa 21:11). Nexweşiyên vî cûreyî cezakirina ji Xwedê nînin. Lê Xwedê soz dide, wekî wê bi saya Padşatiya xwe hemû nexweşiya usa jî pandemiya, bide hildanê.

  • Gelo Kitêba Pîroz derheqa pandemiya pêxembertiyê dikir?

  • Gelo Xwedê meriva bi nexweşiya ceza dikir?

  • Gelo pandemiya îroyîn cezakirina ji Xwedê ye?

  • Gelo pandemiya wê bê sekinandinê?

  • Rêzên Kitêba Pîroz derheqa nexweşiya

Gelo Kitêba Pîroz derheqa pandemiya pêxembertiyê dikir?

Kitêba Pîrozda konkrêt nayê gotinê derheqa nexweşiyên hal, mesele yên usa ça COVID-19, EYDZÊ (nexweşiya spîd), ta, malarîa û nexweşiya Îspanî. Lê wêderê derheqa “nexweşiya hal” tê gotinê (Lûqa 21:11; Eyantî 6:8). Ev hemû tişt heye nîşana rojên axiriyê, ku axiriya vê dinyayê eyan dike (2 Tîmotêyo 3:1; Metta 24:3).

Gelo Xwedê meriva bi nexweşiya ceza dikir?

Kitêba Pîroz hine qewimandina gilî dike, gava Xwedê bi nexweşiya meriva ceza dikir. Mesele, ewî hine meriya bi kotîbûnê ceza kir (Jimar 12:1-16; 2 Padşatî 5:20-27; 2 Dîrok 26:16-21). Lê ev nexweşî ser hemû meriva bela nedibû, çimkî ev cezakirin tenê bona wan bû, kîjan ku miqabilî Xwedê radibûn.

Gelo pandemiya îroyîn cezakirina ji Xwedê ye?

Na. Hine meriv dibêjin, wekî Xwedê bi pandemiya û nexweşiyên din meriya ceza dike. Lê Kitêba Pîroz evê yekê hîn nake. Gelo çira?

Hine xizmetkarên Xwedê yên wedê berê û niha nexweş diketin. Mesele, merivekî amin Tîmotêyo jî “zû-zû nexweş” diket (1 Tîmotêyo 5:23). Lê Kitêba Pîroz nabêje, wekî meniya vê yekê ew bû, ku Xwedê wî qebûl nedikir. Îro jî xizmetkarên Xwedêye amin nexweş dikevin. Gelek car ev diqewime ji bo vê yekê, ku ewana ciyê û wedê layîqda nîbûn (Waîz 9:11).

Xêncî wê yekê Kitêba Pîrozda tê gotinê, ku ew wede hê nehatiye, çaxê Xwedê merivên zulm wê ceza bike. Lê em dijîn “roja xilazbûnêda”, gava Xwedê hemû meriya teglîf dike, wekî nêzîkî wî bin û xilazbûnê bistînin (2 Korintî 6:2). Teglîfkirina wî bi saya belakirina “Mizgîniya Padşatiyê” ye (Metta 24:14).

Gelo pandemiya wê bê sekinandinê?

Belê. Kitêba Pîroz soz dide, wekî wedekî usa wê bê, ku tu kes wê nexweş nekeve. Bin serwêrtiya Padşatiya xwe, Xwedê wê hemû problêmên sihet-qewatêva girêdayî bide hildanê (Îşaya 33:24; 35:5, 6). Ew wê telî-tengiya, êş-êşûk û mirinê bide hildanê (Eyantî 21:4). Him jî ewê paşda vegerîne jîyînê wan meriya, yên ku jîyîna xwe unda kirine, wekî ewana şabûnê bistînin ji sihet-qewata xweye baş (Zebûr 37:29; Karên Şandiya 24:15).

Rêzên Kitêba Pîroz derheqa nexweşiya

Metta 4:23: “Îsa li temamiya Celîlê digeriya, kinîştêd wanda hîn dikir û Mizgîniya Padşatiyê dida û her cûre êş û nexweşî jî ku nav cimetêda hebûn qenc dikirin”.

Ev çi tê hesabê: Keremetên Îsa mera eyan kirin, wekî Padşatiya Xwedê wê zûtirekê çi bike bona însanetê.

Lûqa 21:11: “Nexweşiya hal wê bibin”.

Ev çi tê hesabê: Nexweşiyên îroyîn nîşana rojên axiriyê eyan dikin.

Eyantî 6:8: “Min dîna xwe dayê, va hespekî şînoqî, ku navê siyarê wî Mirin bû, Diyarê Miriya pey wî dihat. Hukum wîra hate dayînê ... wekî pê ... nexweşiya hal ... wan bikuje”.

Ev çi tê hesabê: Pêxembertiya derheqa çar siyara dide kifşê, wekî pandemiya gerekê wedê meda pêşda bihata.

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Polîtîka Konfîdênsiyalyê
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin