KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • ijwbq gotar 180
  • Kîderê Ez Dikarim Hêviyê Bistînim?

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Kîderê Ez Dikarim Hêviyê Bistînim?
  • Pirsên Kitêba Pîrozva Girêdayî
  • Binserî
  • Têmên Mîna Wê
  • Caba Kitêba Pîroz
  • Ça Kitêba Pîroz alî meriya dike, wekî bi şabûnê ser axiriyê binihêrin?
  • Kitêba Pîroz çi hêviyê dide însanetê?
  • Bira Hêviya Te Hertim Qewî be
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê) — 2022
  • Sala 2023-da Çi Meniyên bona Hêviyê Hene—Kitêba Pîroz Derheqa Vê Yekê Çi Dibêje?
    Têmên Din
  • Hêviya Rast ku Dikarî Bivînî?
    Hişyar Bin!—2004
  • Kitêba Pîroz Hêviyê Dide Me
    Şa be Jîyînêra Heta-Hetayê!—Kûrsa Hînkirina Kitêba Pîroz
Hê Zêde Binihêre
Pirsên Kitêba Pîrozva Girêdayî
ijwbq gotar 180
Kulfet bi hêviyê pêşiya xwe dinihêre.

Kîderê Ez Dikarim Hêviyê Bistînim?

Caba Kitêba Pîroz

Kitêba Pîrozda tê gotinê wekî Xwedê dixwaze “hêviyê û axiriya baş”a bide me (Yêremya 29:11, DT). Xwedê Kitêba Pîroz pêşkêşî meriva kir, “wekî em bi sebirê û wan gotinên nivîsarada ku bînê didine ber me, xweyîguman bin” (Romayî 15:4). Bi saya şîretên ji Kitêba Pîroze bîlanî, em dikarin problêmên xweyî herrojî safî kin û hêviya axiriya baş bistînin. Were em hine ji wan şîreta şêwir kin û xwexa wê yekêda îzbat bin.

Ser vê rûpêlê

  • Ça Kitêba Pîroz alî meriya dike, wekî bi şabûnê ser axiriyê binihêrin?

  • Kitêba Pîroz çi hêviyê dide însanetê?

  • Rêzên Kitêba Pîroz derheqa hêviyê

Ça Kitêba Pîroz alî meriya dike, wekî bi şabûnê ser axiriyê binihêrin?

Kitêba Pîroz, rêberî û şîretên kêrhatî dide, yên ku dikarin alî me bikin jîyîna xwe baş kin û ser axiriyê bi pozîtîv binihêrin. Vira çend mesele hatine dayînê.

  • Şîretên kêrhatî Kitêba Pîrozda bigere. Zebûra 119:105-da tê gotinê “Xebera Te çira gavên min e û ronaya şiverîyên min e”. Çawa ku fenereke baş û qewî alî te dike ku bivînî çi ber nigê te ye û çi pêşiya te ye, bi vî cûreyî Xebera Xwedê jî du tiştada dikare alî te bike. Ya pêşin, şîretên wêye kêrhatî alî me dikin, wekî nihêrandina pozîtîv xwey kin û çetinayên xweyî herrojî safî kin. Hînkirinên ji Kitêba Pîroz qewatê didin û “dilê mêriv şa dikin” (Zebûr 19:7, 8). Ya duda, bi alîkariya Kitêba Pîroz em dikarin hêviya baş bistînin, çi ku Xwedê soz daye bona erdê û bona însanetê. Bi saya wê hêviyê em şabûna mezin û rihetiya dil distînin, kîjan ku tu kes nikare ji me bistîne.

  • Îzinê bidine kesên din ku alî we bikin. Carna ji bo derecên çetin, meriv dixwaze xwe ji nefer û hevalên xwe, dûr bigire. Lê li gora şîretên Kitêba Pîroz ev yek ne bi bîlanî ye, çimkî dikare berbi gavên nebaş bive (Metelok 18:1). Merivên ku me hiz dikin, dikarin alî me bikin, wekî em gavên usa nevêjin, ji bo çi jî poşman bin. Xêncî wê yekê ewana dikarin şîretên baş bidine me û alî me bikin serî ji çetinaya derxin (Metelok 11:14). Him jî ewana dikarin ber dilê meda bên, hêlanê û qewatê bidine me, wekî em bikaribin wê dereca xweye çetinda sebir kin, heta ku Xwedê îlacekê dike (Metelok 12:25).

  • Xwedêra dua kin. Kitêba Pîrozda tê gotinê: “Barê xwe ji Yehowarab berde û ewê ji tera bibe alîkar. Ji ber ku ew tu cara destûrê nade, ku mirovên rast” bilikumin (Zebûr 55:22, DO). Yehowa hêjayî ye, ku bê navkirinê “Xwedayê hêviyê” (Romayî 15:13, ÎM). Hûn dikarin derheqa hemû kul-derdên xwe jêra bêjin, çimkî Kitêba Pîrozda tê gotinê: “Hemû xemên xwe bavêjine ser wî, çimkî ew bona we xem dike” (1 Petrûs 5:7). Usa jî Kitêba Pîrozda tê gotinê wekî Xwedê “wê xwexa we kamil ke, bişidîne, qewat ke, xweyîbingeh ke” (1 Petrûs 5:10).

  • Bira çetinayî hêviya we qewî kin. Kitêba Pîrozda tê gotinê: “Lê yê guh dide [Xwedê] wê sax-silamet bijî û ji sawa xirabîyê tevhev nebe” (Metelok 1:33). Li Avstralyayê firtonê mala kulfetekê, navê kîjanê Margarêt e, hûrdexweşî kir. Axiriyê ewê heçî zef hebûna xwe unda kir. Lê dewsa ku dilteng bûya, ew dersekê hîn bû: tiştên matêrîalî wedelû ne û hêsa dikarin unda bin. Paşî wê yekê ewê fem kir, wekî jîyînêda diha tiştên ferz hene ku gerekê qîmet kin, ew merivên me ne, hevalên me, heleqetiya me tevî Xwedê û hêviya ku Kitêba Pîroz dide me (Zebûr 37:34; Aqûb 4:8).

Kitêba Pîroz çi hêviyê dide însanetê?

Kitêba Pîrozda tê gotine, wekî Xwedê axiriya baş bona erdê û însanetê hazir kiriye û ev yek gelek nêzîk e. Bi rastî ew problêmên ku îro rastî însanetê tên, îzbat dikin ku em “rojên axiriyêda” dijîn (2 Tîmotêyo 3:1-5). Zûtirekê Xwedê wê hukumetiya ser erdê hilde destê xwe û hemû kul-derdên însanetê bide hildanê. Xwedê wê bi saya padşatiya hemdinyayê, ya ku tê navkirinê Padşatiya Xwedê, evê yekê bike (Daniyêl 2:44; Eyantî 11:15). Hema derheqa wê Padşatiyê Îsa duayê xweda digot: “Padşatiya te bê, emirê te be . . . li ser erdê” (Metta 6:9, 10).

Kitêba Pîrozda qirara Xwedê zelal tê gilîkirinê. Niha dîna xwe bidinê wekî Padşatiya Xwedê wê çi problêma bide hildanê:

  • Wê îda birçîbûn tune be. “Bira erd berê xwe bide” (Zebûr 67:6).

  • Nexweşî îda wê tune bin. “Yê ku li wir rûdinê, wê nebêje: ‘Ez nexweş im’” (Îşaya 33:24).

  • Mirin wê îda tune be. Xwedê wê “ji çevên wan hemû hêsirên wan paqij ke û îdî mirinê tunebe, ne şîn, ne girî, ne êş-êşûk, çimkî tiştên berê derbaz bûn” (Eyantî 21:3, 4).

a Hêvî ew e, ku em bawer dikin, wekî çi ku em hîviyê ne, wê eseyî bê sêrî. Û hêvî usa jî tê hesabê, ku hîviya tiştekî yan jî qewimandinekê yî.

b Yehowa ew heye navê Xwedê ku Kitêba Pîrozda hatiye nivîsarê (Zebûr 83:18).

Rêzên Kitêba Pîroz derheqa hêviyê

Îbo 5:16: “Hêvî” bona belengaza.

Ev çi tê hesabê: Merivên ku têne nefretkirinê, dikarin sed selefî bawer bin, wekî Xwedê wê bona wana xem bike, heger ewana hewara xwe wî daxin.

Zebûr 27:14: “Xudanda guman be! Serxwe û dilteyax be! Xudanda guman be!”

Ev çi tê hesabê: Çaxê em bi temamî îtbariya xwe Yehowa Xwedê tînin, ew yek qewatê û mêrxasiyê dide me. Ewê tu car wan meriva nehêle, yê ku îtbariya xwe wî tînin.

Zebûr 62:5: “Ez tenê ker û lal hîvîya Xwedê me, çimkî gumana min ji Wî ye”.

Ev çi tê hesabê: Ew merivên ku wedê çetinaya, sebirê didine kifşê û îtbariya xwe Xwedê tînin, dikarin sed selefî bawer bin, wekî Xwedê wê wededa bona wan îlacekê bike.

Metelok 20:22: “Nebêje: ‘Ji ber xirabîyêva ezê xirabîyê bikim’ sebira Xudan bike û ewê te xilaz ke”.

Ev çi tê hesabê: Çaxê kesek dilê me dêşîne û me dide xeydandinê, baweriya hindava Xwedê wê alî me bike, wekî heyfê hilnedin. Qewat û xwestina Xwedê heye, wekî me ji hemû kul-derda xilaz ke.

Îbranî 6:19: “Eva gumana bona jiyîna me dibe lengereke hîmgirtî û amin”.

Ev çi tê hesabê: Çawa ku lengere alî gemiyê dike wekî gemî hûrdexweşî nebe, hêviya qewî ku zûtirekê emê xilaz bin, alî me dike wekî rihetiya dil xwey kin, zelal bifikirin û baweriya xwe qewî xwey kin. Hêvî usa jî qewateke mezin dide me.

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Polîtîka Konfîdênsiyalyê
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin