KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • ijwbq gotar 184
  • Kitêba Pîroz Çi Dibêje Derheqa Zewacê?

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Kitêba Pîroz Çi Dibêje Derheqa Zewacê?
  • Pirsên Kitêba Pîrozva Girêdayî
  • Binserî
  • Têmên Mîna Wê
  • Caba Kitêba Pîroz
  • Kîjan in normên Xwedê bona zewacê?
  • Kitêba Pîroz çi dibêje derheqa başqejîtin û hevqetandinê?
  • Gelo lazim e zewacê bi qanûnî destûr kin, wekî li Xwedê qebûl be?
  • Li gora Kitêba Pîroz kîjan in cabdarî û rolên jin û mêr?
  • Gelo rojên meda Xwedê ji jin û mêra dewa dike, wekî zarên wan hebin?
  • Kitêba Pîroz ça dikare alî malbeta min bike?
  • Zewaca Qewî û Bextewar
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yahowa Elam Dike — 2015
  • Zewaca Xwe Bextewar kin
    Derheqa Padşatiya Yahowa Elam Dike (Bona Hînbûnê) — 2016
  • Zewac Pêşkêşa Ji Xwedê ye
    Nava Hizkirina Xwedêda Bimîne
  • Çaxê Zewac Qeziyêda ne
    Çawa Malbeta Xwe Bextewar kin
Hê Zêde Binihêre
Pirsên Kitêba Pîrozva Girêdayî
ijwbq gotar 184
Jin-mêr tevayî bi şabûn teştê dixwin.

Kitêba Pîroz Çi Dibêje Derheqa Zewacê?

Caba Kitêba Pîroz

Xwedê jin û mêrê pêşin efirand û bi zewacê ewana kirine yek. Li gora qirara Xwedê ev hevgirêdana bi zewacê ya orta mêr û jinda, gerekê bibûya hîmê malbetê, kîderê ku jin, mêr û usa jî zarên ku wanara bibûna, xwe rihet û bêxof texmîn kirana (Destpêbûn 1:27, 28; 2:18).

Xwedê dixwaze wekî mêr û jin bextewar bin (Metelok 5:18). Lema jî ewî Kitêba Pîrozda prînsîp û qanûnên usa da, kîjan ku dikarin alî wan bikin, wekî zewaca wan bextewar be.

Vê gotarêda

  • Kîjan in normên Xwedê bona zewacê?

  • Kitêba Pîroz çi dibêje derheqa başqejîtin û hevqetandinê?

  • Gelo lazim e zewacê bi qanûnî destûr kin, wekî li Xwedê qebûl be?

  • Li gora Kitêba Pîroz kîjan in cabdarî û rolên jin û mêr?

  • Gelo rojên meda Xwedê ji jin û mêra dewa dike, wekî zarên wan hebin?

  • Kitêba Pîroz ça dikare alî malbeta min bike?

  • Rêzên Kitêba Pîroz derheqa zewacê

Kîjan in normên Xwedê bona zewacê?

Serê-sêrîda qirara Xwedê ew bû, wekî mêrek û jinek tevayî bikevine zewacê (Destpêbûn 2:24). Xwedê qebûl nake pirejiniyê, homosêksûaliyê û zewaca bêqanûnî (1 Korintî 6:9; 1 Têsalonîkî 4:3). Îsa peyçûyên xwe hîn dikir, wekî xwe li normên Xwedêye derheqa zewacê bigirin, kîjan ku Xwedê serê-sêrîda kifş kir (Marqos 10:6-8).

Xwedê dixwest wekî jin-mêr tu car hev neqetin. Çaxê jin-mêr hev distînin, soz didine hev wekî hevra amin bimînin û temamiya emirê xwe tevayî bin. Xwedê dixwaze wekî ewana vî sozê xwe bînin sêrî (Marqos 10:9).

Kitêba Pîroz çi dibêje derheqa başqejîtin û hevqetandinê?

Cara derecên usa çêdibin, wekî jin û mêr mecbûr dibin ser hine wede başqe bijîn. Mesele, ev yek dikare lazim be, wekî bona hewcetiya malbetê xem bikin. Lê Kitêba Pîroz hêlan nake, wekî jin-mêr ji bo problêmên malbetê ji hev başqe bijîn. Dewsê Kitêba Pîroz hêlan dike, ku jin-mêr derecên usada li hev bên (1 Korintî 7:10).

Li gora Kitêba Pîroz meniya ku ji hev biqetin, tenê bênamûsî ye (Metta 19:9). Lê hergê jin-mêr bê meniya bênamûsiyê safî dikin wekî ji hev başqe bijîn, yan jî hev biqetin, li gora Kitêba Pîroz îzina wan tune bifikirin tevî kesekî din bikevine zewacê (Metta 5:32; 1 Korintî 7:11).

Gelo lazim e zewacê bi qanûnî destûr kin, wekî li Xwedê qebûl be?

Xwedê ji Mesîhiya dewa dike, wekî qanûnên dewletê derheqa zewacê bînin sêrî (Tîto 3:1). Çaxê jin-mêr zewaca xwe bi qanûnî destûr dikin, bi vê yekê ewana qedir didine kifşê hindava hukumetiyêda û hindava normên Xwedêye zewacêva girêdayî, ya ku dewa dike wekî hev neqetin.a

Li gora Kitêba Pîroz kîjan in cabdarî û rolên jin û mêr?

  • Cabdariya herda. Jin û mêr gerekê hev hiz bikin û qedirê hev bigirin (Efesî 5:33). Ewana gerekê hewcên hevduye sêksûalî bi hizkirin û qedir razî kin. Ewana gerekê xwe ji hemû cûre nemamiyê dûr bigirin (1 Korintî 7:3; Îbranî 13:4). Hergê jin-mêrra zar dibin, ewana borcdar in ku bona wana xem bikin, şîret bikin û mezin kin (Metelok 6:20).

    Dê alî qîza xwe dike, wekî dersên xwe hîn be, lê bav xwarinê hazir dike.

    Kitêba Pîrozda hûr bi hûr nayê kifşkirinê, ku malbetêda kî bixebite û kî şixulê malêva mijûl be. Jin-mêr gerekê xwexa safî kin, ku borcdariya malbetê ça parevekin, seva ku malbeta wan karê bistîne.

  • Cabdariya malxê malê. Kitêba Pîrozda tê gotinê, wekî “mêr serê jinê ye” (Efesî 5:23). Ew serê malbetê ye bi wê nêtê, ku bona halxweşiya neferên xwe cabdar e û gerekê rêberiyê malbetê bike. Dêmek safîkirinên usa bike, wekî bona jin-zarên wî kêrhatî be.

    Jin-mêr malda tevayî Kitêba Pîroz dixûnin û şabûnê distînin.

    Mêr gerekê xem bike, wekî neferên wî sihet-qewat bin, şa û bextewar bin û heleqetiya wan tevî Xwedê nêzîk be (1 Tîmotêyo 5:8). Mêr bi wê yekê dide kifşê, wekî xeyset-hunur û feresetên jina xwe qîmet dike, çaxê tevî wê kar dike û wedê safîkirina, fikir û hestên wê hildide hesab (Metelok 31:11, 28). Kitêba Pîrozda tê gotinê, wekî mêr gerekê borcdariyên xwe bi hizkirin bîne sêrî (Kolosî 3:19).

  • Rola jinê. Kitêba Pîrozda tê gotinê, wekî “jin jî qedirê mêrê xwe bigire” (Efesî 5:33, DT). Xwedê xweş tê çaxê jin qedirê vê rolê digire, kîjan ku ewî daye mêrê wê.

    Jin-mêr tevayî xercên xwe hesab dikin.

    Rola jinê ew e, wekî piştgiriya serîtiya mêrê xwe bike û alîkariyê bide wî, wekî safîkirinên rast bike (Destpêbûn 2:18). Kitêba Pîroz pesina dide wê jinê, ya ku malbetêda rola xweye ferz tîne sêrî (Metelok 31:10).

Gelo rojên meda Xwedê ji jin û mêra dewa dike, wekî zarên wan hebin?

Na. Wedê berê Xwedê temî da hine xizmetkarên xwe, ku hev zêde bin (Destpêbûn 1:28; 9:1). Lê ev dewakirin ser Mesîhiya îro hukum nabe. Îsa tu car nedigot, wekî şagirtên wî borcdar in zara bînin. Peyçûyên Îsayî qirna yekê jî ev yek dewa nedikirin. Jin-mêr xwexa safî dikin, zara bînin yan na.

Kitêba Pîroz ça dikare alî malbeta min bike?

Kitêba Pîrozda hene prînsîp, kîjan ku dikarin alî yên teze zewicî bikin, wekî hîmê malbeta bextewar daynin. Prînsîpên Kitêba Pîroz usa jî alî jin-mêra dikin, wekî ber çetinayên zewacêda teyax kin.

Prînsîpên Kitêba Pîroz alî cotên zewacê dikin, wekî . . .

  • hizkirina rast bidine kifşê (1 Korintî 13:4-7; Kolosî 3:14).

  • hev fem bikin (1 Korintî 10:24).

  • bi dil û can guh bidine hev (Aqûb 1:19).

  • qedirê hev bigirin (Romayî 12:10).

  • bibaxşînine hev (1 Petrûs 4:8).

  • hindava hevda amin bin (Marqos 10:9).

  • hev sebir kin (Efesî 4:2, 3).

  • tevayî şixulkariyê bikin (Waîz 4:9).

  • heleqetiya xwe zewacêda qewî kin (Sitrana Silêman 8:7).

a Seva ku hê zêde pêbihesî derheqa nihêrandina Kitêba Pîroz ser zewaca ku bi edetê miletê xwe destûr dikin, binihêre “Birca Qerewiliyê”, ya 15 Cotmehê, sala 2006, rûpêla 21, abzasa 12.

Rêzên Kitêba Pîroz derheqa zewacê

Metelok 18:22: “Kî jinê dibîne, xêr û xiznê dibîne”.

Ev çi tê hesabê: Kitêba Pîroz bi pozîtîv derheqa zewacê xeber dide.

Malaxî 2:15: “Ji pîreka ciwantiya xwera xayîntiyê neke [nemamî]!”.

Ev çi tê hesabê: Xwedê dixwaze wekî mêr û jin timê hindava hevda amin bin û qedirê hev bigirin.

Marqos 10:9, ÎM: “Yên ku Xwedê ew kirine yek, bila mirov wan ji hevdû veneqetînin”.

Ev çi tê hesabê: Xwedê zewac saz kir, seva ku jin-mêr timê tevayî bin û ji hev neqetin.

Îbranî 13:4, DT: “Zewaca her kesî bira hurmet be”.

Ev çi tê hesabê: Jin û mêr gerekê zewaca xwe gelek qîmet kin û biparêzin.

1 Korintî 7:28: “Yên [ku dikevine zewacê] wê rastî oxirmên giran bên”.

Ev çi tê hesabê: Zewacên kamil tunene. Lê jin-mêr gerekê tevayî hemû tiştî bikin, seva ku problêmên zewacê safî kin.

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Polîtîka Konfîdênsiyalyê
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin