KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • ijwbq gotar 193
  • Kitêba Pîroz Derheqa Daniyêl Çi Dibêje?

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Kitêba Pîroz Derheqa Daniyêl Çi Dibêje?
  • Pirsên Kitêba Pîrozva Girêdayî
  • Binserî
  • Caba Kitêba Pîroz
  • Daniyêl kî bû?
Pirsên Kitêba Pîrozva Girêdayî
ijwbq gotar 193
Daniyêl pêxember çela şêrada Xwedêra dua dike.

Kitêba Pîroz Derheqa Daniyêl Çi Dibêje?

Caba Kitêba Pîroz

Pêxemberê Îbranî Daniyêl, ku qirna hefta û şeşa B.D.M.-da dijît, yekî navdar bû. Xwedê fereset da wî, ku xewna şiroveke, û xewn-xeyalên derheqa qewimandinên axiriyê jêra eyan kir. Ewî usa jî ruhê pîroz dayê, wekî kitêbeke ji Kitêba Pîroz binivîse, ya ku îro bi navê wî ye (Daniyêl 1:17; 2:19).

Daniyêl kî bû?

Daniyêl Cihûdayêda mezin bibû. Hingê bajarê Orşelîmê û paristgeha Îbraniya dikete nava padşatiya Cihûdayê. Sala 617 B.D.M. Nebûkedneser padşê Babîlonê, Orşelîm zeft kir û merivên bi nav û deng dîltî bire Babîlonê (2 Padşatî 24:15; Daniyêl 1:1). Daniyêl hingê hê xort bû û ew jî ça dîl birin.

Daniyêl û xortên din dibine qesira Babîlonê.

Daniyêl û hine xortên din (nav wanda bûn Şedrak, Meşak û Abednego), birine qesira Babîloniya, wekî ewana bona qulixiya dewletê hînbûna mexsûs bistînin. Wêderê ewana didane zorê ku tiştên usa bikin, çi ku miqabilî baweriya wan bû, lê yeke Daniyêl û sê hevalên wî Yehowa Xwedêra amin man (Daniyêl 1:3-8). Paşî sê salên hînbûna wan, Nebûkedneser Padşa payê wan da bona bîlanî û feresetên wan, û got wekî ewana “ji hemû sêrbaz û fêlbazên welêt deh qatî zanatir û zêdetir in”. Ewî Daniyêl û hevalên wî kifş kir, wekî qesira padşêda qulix kin (Daniyêl 1:18-20).

Bi deha sala şûnda çaxê Daniyêl diqewime îda 90 salî bû, gazî wî kirin ku here qesirê. Belşatsar Padşa ku hingê Babîlonêda serwêrtî dikir, Daniyêlra emir kir wekî nivîsara ser dîwêr, ya ku bi keremetî xuya bibû, şiroveke. Daniyêl bi rêberiya Xwedê şirovekir, ku Babîlon wê bikeve destê Împêrya Mediya-Farisa. Hema vê şevê Babîlon hate zeftkirinê (Daniyêl 5:1, 13-31).

Daniyêl şirovedike nivîsara ser dîwêr.

Mediya-Farisa ser Babîlonêra serwêrtî dikir û hingê Daniyêl ça wezîr hate kifşkirinê. Daryûs Padşa dixwest wî ser tevaya padşatiyê bilind kira (Daniyêl 6:1-3). Merivên xweyîhukum çevnebarî Daniyêl dikirin û xwestin wî bikujin. Wana ew avîtine çela şêra, lê Yehowa wî xilaz kir (Daniyêl 6:4-23). Nêzîkî xilaziya jîyîna Daniyêl, melekek wîra xuya bû û ew du cara da bawerkirinê, ku ew merivekî gelek qîmet e (Daniyêl 10:11, 19).

Ev qewimandin bona me hê rêalî dibin bi saya fîlma ser hîmê Kitêba Pîroz, ya ku ji du para ye û navê wê ye “Daniyêl: Bi Saya Baweriyê Qewî bû”. Ji kerema xwe binihêrin.

Terîxî derheqa kitêba Daniyêl çi eyan dike?

Daniyêl gilî kir: Nebûkedneser heykelekî mezin danî û ferman da, wekî hemû meriv ber vî heykelî ta bin. Kî ku gura Nebûkedneser nekira, ewî wê ew bavîta firna bi agirê gur (Daniyêl 3:1-6).

Terîxî çi eyan dike: Ensîklopêdiya Brîtanîka dibêje, wekî Nebûkedneser proêktên avakirinêye mezin Babîlonêda organîze kir, “ne tenê seva hurmetkirina xwe, lê usa jî seva hurmetkirina xudana. Ewî ser xwe digot, wekî ew heye kesê ku ‘kiriye ser zar-zimanê meriva wekî xudanên mezin hurmet kin”.

Destnivîsarên Babîloniyada çend cara hatibû gotinê, ku merivê cezakirî davîtine firna gurkirî, usa jî dihate gotinê derheqa wan dereca çaxê serwêr temî dida, ku merivên neguhdar bişewitînin. Têksteke kevin ya wedê Nebûkedneser, gilî dike derheqa cezakirina wezîrên ku xudanên Babîloniya hurmet nedikirin. Vê têkstêda usa jî tê gotinê: “Wana kuta kin, bişewitînin, biqelînin, . . . firnêda . . . agir haqas gur kin ku ewana bimirin”.a

Daniyêl nivîsî: Nebûkedneser Padşa bi proêktên xweye avakirinê xwe qure dikir (Daniyêl 4:29, 30).

Kelpîçê ku Babîlonêda hatibû dîtinê, ser kîjanî navê Nabûkedneser kolandî ye

Terîxî çi eyan dike: “Nivîsarên ku Nebûkedneser Padşa bona nisilên din hîştibû, gilî dikin . . . derheqa padşakî girîng, yê ku rastiya xweda û qewata xweda bawer bû”.b Mesele, ser avayîkî nivîsarek hebû, kîjan ku qurebûna Nebûkedneser dida kifşê: “Min ji kelpîça û ji bêtûnê dîwarekî mezin ava kir, kîjan ku mîna çiya ji ciyê xwe nedihate leqandinê . . . Min Êsagîla û Babîlon qewî kir, seva ku navê min heta-hetayê neyê bîrkirin”.c Ser gelek kelpîçên ku Babîlonêda hatibûn dîtinê, navê Nebûkedneser kolandî ye.

Daniyêl nivîsî: Balşatsar Padşa xwest wekî Daniyêl Babîlonêda bibûya “serwêrê sisiya” (Daniyêl 5:1, 13-16).

Kevirê ji heriya sor ya sala 550 B.D.M., ser kîjanî derheqa Nabonîd Padşa û kurê wî Balşatsar nivîsar e

Terîxî çi eyan dike: Merivekî bi navê Nabonîd padşatî dikir wedê wan qewimandina, derheqa kîjana Daniyêl serê 5-da nivîsar e. Lê Nabonîd heçî zef wedê serwêrtiya xwe, ne ku Babîlonêda, lê Erebistanêda derbaz dikir. Lê çaxê ew Babîlonêda nîbû, kî dewsa wî serwêrtî dikir? Terîxzan Rêymond Fîlîp Doyêrt, kitêba xweda, navê kîjanê ye Nabonîd û Balşatsar, usa nivîsî: “Destnivîsarên kevinda tê gotinê, wekî Nabonîd serwêrtiya xwe tesmîlî kurê xweyî mezin Belşatsar kiribû”. Ji bo wê yekê ku Nabonîd û Balşatsar padşatiyêda îda ciyê pêşin digirtin, Balşatsar gote Daniyêl ku ew bibe serwêrê sisiya.

a Jûrnala Edebyetên li ser Hîmê Kitêba Pîroz, Para 128, Nomêra 2, rûpêlên 279, 284.

b Babîlon—Bajarê Keremeta, ya Îrvîng Fînkêl û Mîxayêl Sêymor, rûpêla 17.

c Arxêolojiya û Kitêba Pîroz, ya Corc Barton, rûpêla 479.

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Polîtîka Konfîdênsiyalyê
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin