KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • ijwyp serê 114
  • Çi Bikim Hergê Îda Naxwazim Bijîm?

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Çi Bikim Hergê Îda Naxwazim Bijîm?
  • Pirsên Cahila
  • Têmên Mîna Wê
  • Ez Mirinê Dixwazim; Gelo Kitêba Pîroz Dikare Alî Min Bike, Çaxê Ez Difikirim Xwe Bikujim?
    Pirsên Kitêba Pîrozva Girêdayî
  • Çi Bikin Hergê Sihet-Qewata Me Nişkêva Xirab bû?
    Têmên Din
  • Çawa Dua Dikare Alî Te Bike
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Belakirinê) — 2021
  • Çaxê Hûn Rastî Kul-Derda Tên
    Malbeta We Dikare Bextewar be!
Pirsên Cahila
ijwyp serê 114
Keçika ku dêprêsiyayêda ne, pencerêra baranê dinihêre.

PIRSÊN CAHILA

Çi Bikim Hergê Îda Naxwazim Bijîm?

“Çend sal pêşda ez usa qayîm xemgîn dibûm, ku min tirê nav minda agirek dişixule, ku ez nikarim bitemirînim. Hingê ez difikirîm xwe bikujim. Bi rastî min nedixwest bimirama, lê min dixwest usa derdê xwe kuta kim”.—Conatan, 17 salî.

Wedê şêwirkirina tevî 14 000 şagirtên mektebêye mezin, hate kifşê wekî nava 12 mehên paşwextiyêda, ji pênc şagirta yek xwestiye xwe bikuje.a Hergê tu jî difikirî ku nêta jîyînê tune, çi dikarî bikî?

  • Lez nekeve. Xwera qirar ke, wekî tuyê bin hukumê êmosiyada tu gavekê nevêjî. Rast e dibeke problêmên te usa têne kifşê, ku tê nikaribî ber wan teyax kî, lê hene tiştên usa ku wê alî te bikin hîn bî, problêma alt kî.

Keçik labîrîntêda ne û rê digere.

Dibeke tu xwe usa texmîn kî, têbêjî ketî labîrîntê. Lê bi rastî hestên me timê rastiyê nadine kifşê. Rê hene wekî tu ji dereca xwe derêyî û hergê tu alîkariyê bistînî, ev rê dikarin diha nêzîk bin, ne ku çawa tu difikirî.

  • Prînsîpa Kitêba Pîroz: “Em her aliyava telî-tengiyada ne, lê nav dest-piyê tengasiyada naçin, derecê bêgumanda ne, lê bêguman nînin” (2 Korintî 4:8).

    Şîret: Hergê fikirên xwekûştinê ji serê te dernayên, pêbihese ku tu ji kîderê dikarî alîkariyê bixwazî. Mesele, tu dikarî alîkariya bi lezra têlê xî yan jî ciyên dinra. Wêderê merivên cêribandî dixebitin, yên ku bi rastî dikarin û dixwazin alî te bikin.

  • Kesekîra gilî ke. Hene meriv, yên ku bona te xem dikin û dixwazin alî te bikin, mesele heval û neferên mala te. Hergê tu wanara derheqa derdê xwe gilî nekî, ewana wê tu car pênehesin tu çi halîda nî.

Keçik berçevka dide ber çevê xwe.

Hine meriv seva ku diha rind bivînin, berçevka didine ber çevê xwe. Anegorî vê yekê hevalê baş dikare alî te bike, seva ku diha zelal ser problêma xwe binihêrî û derheqa xwekuştinê nefikirî.

  • Prînsîpa Kitêba Pîroz: “Heval . . . bûye bona roja oxirmê giran” (Metelok 17:17).

    Şîret: Seva ku xeberdanê destpêkî, dikarî usa bêjî: “Wan paşwextiya fikirên xirab dikevine serê min. Ez dixwazim tera xeber dim.” Yan jî usa: “Hine problêmên min hene û ez nikarim xwexa safî kim. Tuyê alî min bikî?”

  • Alîkariyê ji doxdira bixwaze. Carna ji bo problêmên sihet-qewatêva girêdayî yan jî ji bo xemgîniyê û dêprêsiyayê, meriv îda naxwazin bijîn. Lê bona merivên usa mizgînî heye. Ewana dikarin qenc bin.

Keçika nexweş medekirî ye û xwarinê naxwe.

Mesele, çaxê tu grîpê dikevî, medê te naçe xwarinê. Mîna vê yekê dibeke ji bo dêprêsiyayê tu naxwazî bijîyî. Lê her du nexweşî jî qenc dibin.

  • Prînsîpa Kitêba Pîroz: “Saxlem ne hewcê hekîm in, lê nexweş” (Metta 9:12).

    Şîret: Xewa xwe bistîne, sportêva mijûl be û xwarina kêrhatî bixwe. Bîr neke wekî sihet-qewata te dikare ser êmosiyên te hukum be, ku tu ça ser jîyînê binihêrî.

  • Dua bike. Kitêba Pîroz dibêje, ku Efirandarê me “ji dilê me mestir e û her tiştî zane” (1 Yûhenna 3:20). Lema jî wê baş be îda nihada destpêkî dua bikî. Duakirinêda navê Yehowa hilde û dilê xwe wîra weke.

Keçikêra çetin e qutiya mezin cîguhastî ke.

Hine problêm mîna barekî giran in, û wê tera çetin be tenê bivî. Efirandarê te Yehowa, hazir e alî te bike.

  • Prînsîpa Kitêba Pîroz: “Xwestina we bira bi dua-dirozga, razîbûnêva tevayî, Xwedêva eyan be. Û edilayiya Xwedê ku ji her hiş-aqilî derbaztir e, wê dil û fikirên we yektiya Mesîh Îsada xwey ke” (Fîlîpî 4:6, 7).

    Şîret: Yehowara ne ku tenê problêmên xwe gilî ke, lê usa jî razîbûna xwe eyan ke hema bona tiştekî baş, çi ku te nava rojêda dît (Kolosî 3:15). Razîbûn wê alî te bike, wekî bi pozîtîv û rast ser jîyîna xwe binihêrî.

Hergê tu difikirî ku nehêja ye bijîyî, alîkariyê bixwaze. Hema usa Conatan jî kir, derheqa kîjanî destpêka gotarêda hatibû nivîsarê. Ew dibêje: “Min gelek car tevî dê-bavê xwe xeber dida û alîkariya doxdira dixwest. Niha ez diha baş xwe texmîn dikim. Rast e carna ez dilteng dibim, lê fikirên xwekuştinê îda nekevine serê min”.

a Ev pirsdayîn ji aliyê Meydanên Kontrola û Qenckirina Nexweşiyada, hatiye derbazkirin sala 2019-da, Dewletên Yekbûyîda.

Cahilên din çi dibêjin

Alêksandra.

“Sihet-qewata êmosiyalî mîna ya fîzîkî gelek ferz e. Firqiya wan wê yekêda ne, ku mesele hergê kesek nigê xwe şkênandiye, tu dikarî bivînî, lê çaxê êşa meriv dilda ye, tê nikaribî timê bivînî. Hergê tera çetin e û tu gelek xemgîn î, netirse ku kesekîra xeber dî. Alîkariyê ji kesekî bixwazî, ev tişteke normal e”.—Alêksandra.

Yan.

“Dê-bavê min ez hîn kirime fem bikim, wekî problêmeke usa tune ku neyê safîkirinê yan jî nikaribî ber teyax kî. Hergê tu dilê xwe kesekîra wekî, mesele dê-bavê xwera, ev yek wê alî te bike bi rêalî û rast ser problêma binihêrî”.—Yan.

Rêzên ji Kitêba Pîroz ku dikarin alî te bikin

Tu dikarî xwera hine rêza binivîsî, yên ku wê alî te bikin çaxê tu dilteng bî. Jêrê hine rêz hatine dayînê, yên ku dikarin alî te bikin.

Zebûr 34:18: “Xudan nêzîkî dilşkestîya ye û merim-belengaza didebirîne”.

Ev çi tê hesabê: Yehowa gelek xem dike bona wan meriya, yên ku difikirin ku ewana nava problêmada xeniqîne û nikarin teyax kin. Ew dixwaze alî wan bike.

Zebûr 46:1: “Xwedê sitargeh û qewata me ye, komekdarê meyî tengasîyada herî nêzîk e”.

Ev çi tê hesabê: Tu dikarî hergav Yehowara dua bikî, çaxê dilteng î. Ew hazir e alî te bike, seva ku bikaribî halê xweda teyax kî.

Zebûr 94:18, 19: “Hema min got: ‘Nigên min dişimitin, huba Teye amin Xudan, ez qedîm kirim. Dema derd-kul dilê minda zêde dibin, baristanîyên Te nefsa min şa dikin”.

Ev çi tê hesabê: Xwedê bi saya Xebera xwe dêmek Kitêba Pîroz, dikare dilbîniyê bide te. Rojeke te bira usa derbaz nebe, wekî tu Kitêba Pîroz nexûnî!

Zebûr 139:23, 24: “Min enene ke, Xudano, . . . û fikirên min bizanibe. Dîna xwe bidê, xa ez ne rîya xirabda me, rîya heta-hetayêda rêberîya min bike”.

Ev çi tê hesabê: Yehowa ji te çêtir te nas dike. Ew dikare alî te bike, seva ku ji fikirên xirab aza bî û dîsa jîyînêra şa bî.

Îşaya 41:10, DT: “Netirse, . . . çimkî ez im Xwedayê te. Ezê te xwey kim, belê, ezê alî te bikim”.

Ev çi tê hesabê: Tu rastî çi çetinaya jî bêyî, Yehowa dikare qewatê bide te, seva ku ber problêmên xwe teyax kî.

Temamkirin: Çi bikim hergê îda naxwazim bijîn?

  • Lez nekeve. Xwera qirar ke, wekî tuyê bin hukumê êmosiyada tu gavekê nevêjî. Hene tiştên usa yên ku wê alî te bikin, hîn bî problêma alt kî.

  • Kesekîra gilî ke. Hergê tu heval û neferên mala xwera derheqa derdê xwe gilî nekî, ewana wê tu car pênehesin tu çi halîda nî.

  • Alîkariyê ji doxdira bixwaze. Fikirên xwekûştinê dikarin nîşana wê yekê bin, ku dêprêsiya te heye. Lê ev nexweşî qenc dibe.

  • Dua bike. Yehowa ji te çêtir te nas dike û ew dixwaze alî te bike.

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin