KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • ijwyp serê 117
  • Ça Malperên Sosyalî ser Min Hukum Dikin?

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Ça Malperên Sosyalî ser Min Hukum Dikin?
  • Pirsên Cahila
  • Binserî
  • Têmên Mîna Wê
  • Malperên sosyalî ça ser wedê min hukum dikin?
  • Malperên sosyalî ça ser xewa min hukum dikin?
  • Malperên sosyalî ça ser êmosiyên min hukum dikin?
  • Zar û Malperên Sosyalî—Para 1: Gelo Zara Min Gerekê Malperên Sosyalî Bide Xebatê?
    Alîkarî Bona Malbetê
  • Ez Gerekê Çi Bikim Hergê Dê-Bavê Min Nahêlin Malperên Sosyalî Bidime Xebatê?
    Pirsên Cahila
  • Zar û Malperên Sosyalî—Para 2: Zarên Xwe Hîn kin ku bi Aqilayî Malperên Sosyalî Bidine Xebatê
    Alîkarî Bona Malbetê
  • Merivê Cabdar bona Mêdîsînayê Dibêje ku Malperên Sosyal Gelek Xirab Hukum Dibin Ser Cahila—Kitêba Pîroz Çi Dibêje?
    Têmên Din
Hê Zêde Binihêre
Pirsên Cahila
ijwyp serê 117
Keçikeke cahil têlê dinihêre. Dor-berê wê gelek smaylîk in.

PIRSÊN CAHILA

Ça Malperên Sosyalî ser Min Hukum Dikin?

Dê-bavên te îzinê didine te, ku malperên sosyalî bidî xebatê? Hergê erê, ev gotar wê sê derecên ferzda alî te bike.

Ser vê rûpêlê

  • Malperên sosyalî ça ser wedê min hukum dikin?

  • Malperên sosyalî ça ser xewa min hukum dikin?

  • Malperên sosyalî ça ser êmosiyên min hukum dikin?

  • Cahilên din çi dibêjin

Malperên sosyalî ça ser wedê min hukum dikin?

Xebitandina malperên sosyalî mîna vê yekê ye, ku çaxê ser hespê siyar dibî, yan tu hesp kontrol dikî, yan jî hesp te kontrol dike.

“Meriv dikare malperên sosyalîva bê girêdanê û ev yek dikare gelek wede ji me bistîne. Cara usa dibe ku ez difikirim, wekî ezê tenê çend deqe ser vê yekê xerc kim, lê paşê divînim ku çend sihet derbaz bûye”—Coana.

We zanibû? Malperên sosyalî usa hatine sazkirinê, wekî meriv pêva bêne girêdanê. Sazkarên wan malpera zanin, ku malper çiqas hewas be û meriv çiqas zef wedê xwe ser xerc dikin, haqas diha zef wê xweyê rêklama pere bidine wan.

Pirsê bide xwe: “Gelo gava ez malperên sosiyalîda nim, gelek car usa dibe ku ez haş ji xwe tune me, wekî wede ça diçe? Gelo ez dikarim parek ji wî wedeyî ser tiştên diha ferz xerc kim?”

Tu çi dikarî bikî? Pêşda safî ke ku çiqas wede tuyê ser malperên sosyalî xerc kî û ji wê zêdetir wede ser wan malpera xerc neke.

Şikilên ji hev cude, ku gedek nava rojêda çi dike. 1. Ev pê berguhka veleziya ye û pêda têlêda ye. 2. Ew tevî hevalên xwe baskêtbolê dilîze.

Xwera sînora dayne, ku tuyê çiqas wede ser malperên sosyalî xerc kî.

“Min têla xweda wede kifş kiriye bona hine malperên sosyalî, û çaxê ew wede temam dibe, ev malper têne dadanê. Usa ez hîn bûme wedê xwe kontrol kim”—Tîna.

Prînsîpa Kitêba Pîroz: “Dest bidine ber wext” (Efesî 5:16).

Malperên sosyalî ça ser xewa min hukum dikin?

Heçî zef lêkolînkar dibêjin, ku cahil gerekê kêmî-kêm heyşt siheta razên, lê bi rastî heçî zef ji wana xewa xwe nastînin. Menîk ew e, ku ewana pêşiya razanê malperên sosyalî didine xebatê.

“Pêşiya razanê ez têla xwe dinihêrim, hela kesek neme ne nivîsî ye. Lê usa dertê, ku ez bi siheta dîna xwe didime malperên sosyalî. Ez gelek dixwazim terka wî xeysetî bidim”—Marîya.

We zanibû? Çaxê xewa xwe hilnadin, ev yek dikare bibe menî, ku xemgînî û dêprêsiya pêşda bê. Psîxolojek bi navê Cîn Tvêng dibêje, ku “gava meriv xewa xwe hilnade, ev yek gelek xirab hukum dike ser beşera meriv, û wede şûnda ev dikare bibe meniya nexweşiyên psîxîkîye giran”.a

Pirsê bide xwe: “Ez şev çiqas siheta radizêm? Gelo dewsa ku ez xwe hazir kim wekî wededa razêm, ez heta dereng malperên sosiyalîda me?”

Tu çi dikarî bikî? Hacetên êlêktronîk wê otaxêda nehêle, kîderê ku tu radizêyî. Du sihet pêşiya razanê, wan malpera nede xebatê. Hergê tu zengilê didî ser, wekî hişyar bî, usa bike wekî ew zengil ser têl yan jî ser planşêta te nîbe.

Şikilên ji hev cude, yên keçikeke cahil. 1. Ew ser nivîna rûniştiye û taqet nake rabe. 2. Ew ser nivîna rûniştiye û bi şabûnê radibe.

Pêşiya razanê malperên sosyal nede xebatê

“Cara ez heta dereng têlêda me. Lê ez ser xwe dixebitim, wekî terka vê yekê bidim. Ez dixwazim bibime merivekî gihîştî û cabdar. Lema jî min nêt daniye pêşiya xwe, wekî wededa razêm, seva ku sibetirê qewata min hebe her tiştên lazim bikim”—Cêrêmî.

Prînsîpa Kitêba Pîroz: “Kîjan here qenc e, hûn wê bibijêrin” (Fîlîpî 1:10).

Malperên sosyalî ça ser êmosiyên min hukum dikin?

Çaxê pirs dane keçikên ku mektebêda komên bilindda hîn dibin, pêhesiyan wekî nîvî ji wan “timê xemgîn in û gumana xwe unda dikin”. Meniya sereke malperên sosyalî ne. Doxtorê psîxolojiyayê Lêonard Saks, dibêje: “Çiqas wede hûn malperên sosyalîda derbaz dikin û xwe beramberî merivên din dikin, haqas hê zêde ew yek aliyê êmosiyalîda ser we xirab hukum dike”.b

“Qîz û xort timê xwe beramberî kesên din dikin, û malperên sosyalî vî alîda halê wan diha xirab dike.Tu bi siheta dîna xwe didî emirê merivên din û wê yekê beramberî emirê xwe dikî. Yan jî divînî, ku çawa hevalên te wedê xwe derbaz dikin û difikirî, wekî tu mîna wan wedê xwe ça lazim e derbaz nakî”—Fîbê.

We zanibû? Bi saya malperên sosyalî meriv dikare tevî hevalên xwe têklî be, lê dîsa jî xeberdana rêalî diha baş e. Zandarekî bi navê Nîkolas Kardaras, yê ku lêkolîn dike wekî çawa meriv têxnolojiyêva têne girêdanê, dibêje: “Merivara diha tebiyetî ye bi rêalî hevdura xeber din, ne ku bi onlayn”.c

Pirsê bide xwe: “Çaxê ez malperên sosyalîda dinihêrim ça hevalên min wedê xwe derbaz dikin, gelo ez tenêbûnê texmîn dikim? Gelo ez difikirim wekî emirê min himberî emirê hevalên min hewas nîne? Gelo ez dilteng dibim gava meriv ser şikil, vîdêo û tiştên din ku ez datînim ser malperên sosyal, “layka” hindik datînin yan jî qe danaynin?”

Tu çi dikarî bikî? Xwe wedekî ji malperên sosyalî ça bêjî biqetîne, mesele ser çend roja, heftêkî yan jî ser mehekî. Ev wedê xwe hê zêde tevî hevalên xwe derbaz ke, yan wanra pê têlê xeber de. Paşê binihêre, hela strêsa te hê kêm bûye û tu hê zêde eşq-şa yî, yan na, çimkî tu ser wedekî ji malperên sosyalî hêsa bûyî.

Şikilên ji hev cude, yên keçikeke cahil. 1. Ew bi diltengî ser şikilên têla xweda dinihêre. 2. Ew bi şabûnê tevî hevalên xwe xeber dide û gulmastê dixwe.

Gelo tu dikarî hê zêde wede tevî hevalên xwe rû bi rû derbaz kî?

“Çaxê ez malperên sosyalîda me, ez têderdixim wekî dîna min pêda diçe ser vê yekê, ku meriv çi dikin. Lê gava min malpera xwe temiz kir, min texmîn kir, ku tê bêjî barekî giran ji milê min ket. Û derbêra wedê min diha zêde bû, wekî şixulên kêrhatî bikim”—Brîana.

Prînsîpa Kitêba Pîroz: “Bira her kes kirinên xwe bide ser mêzînê û paşî hingê ji xwe razî be, ne ku xwe himberî hevalê xwe ke” (Galatî 6:4).

a Ji kitêba iGen.

b Ji kitêba Why Gender Matters.

c Ji kitêba Glow Kids.

Cahilên din çi dibêjin

Fîbê.

“Malperên sosyalî gelek wede ji min distandin û him jî şabûna min hê kêm dibû. Lema jî min safî kir îda wan malpera nedime xebatê. Wede şûnda min texmîn kir, wekî min qe tiştek jî ji xwe kêm nekiribû. Bi rastî, niha ez diha halê xwe razî me, hê zêde dîna xwe didim tişta û hê zêde bûme destpêşe”—Fîbê.

Cêykob.

“Cara ez ser wextekî bi temamî ji têla xwe malperên sosyalî tezim dikim. Bi saya vê yekê, ez tiştên ferz datînim ser ciyê pêşin û hê zêde dîna xwe didime wan tişta. Bi rastî gelek tiştên diha baş hene, ser çi jî dikarim wedê xwe xerc kim, ne ku timê têlêda bim”—Cêykob.

Sîyêna.

“Dibeke ez wext şûnda dîsa tezeda malpera xwe bidime xebatê, lê niha ez hê naxwazim. Ez dixwazim ji emirê xwe lezetê bistînim, û gelek nefikirim ku merivên din ça dijîn. Ji bo malperên sosyalî em dikarin nêtên xwe û hela hê hevalên xwe jî bîr kin”—Sîyêna.

Wekilandin: Ça malperên sosyalî ser min hukum dikin?

  • Ça ser wedê min hukum dikin? Pêşda safî ke, ku çiqas wede tuyê ser malperên sosyalî xerc kî û nêt dayne wekî ji wê zêdetir wede xwe ser wan malpera xerc nekî.

  • Ça ser xewa min hukum dikin? Du sihet pêşiya razanê, hacetên êlêktronîk nede xebatê.

  • Ça ser êmosiyên min hukum dikin? Xwe wedekî ji malperên sosyalî ça bêjî biqetîne û wedê xwe hê zêde tevî hevalên xwe derbaz ke.

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin