Gelo Rêlîgiya Gerekê Bikeve Nav Şixulê Polîtîkayê?
Nav temamiya dinyayêda gelek merivên ku xwe hesab dikin peyçûyên Îsa Mesîh, bi xîret polîtîkayêda kar dikin. Hinek ji wan meriya nihêrandina xweye rêlîgî û nav-namûsiyê pêşda dibin, seva ku piştgiriya endemên partiyên polîtîkî bikin. Polîtîkvan jî aliyê xweda wan têma hildikişînin û pêşda dibin, seva ku bineliyên xwedêxof piştgiriya wan bikin. Îro gelek belabûyî ye, ku serwêrên rêlîgiyayê her tiştî dikin, seva ku bêne bijartinê û polîtîkayêda qulixiyê bistînin. Hinek welatada jî teşkîletên rêlîgî hela hê dikarin statûsa mexsûs jî bistînin û bibine rêlîgiya miletiyê yan jî dewletê.
Lê bi texmîna we peyçûyên Îsa Mesîh gerekê bikevine nav şixulên polîtîkayê? Seva ku caba vê pirsê bistînin, em dikarin dîna xwe bidine mesela Îsa. Ewî got: “Min nexşek nîşanî we kir, wekî çawa min bona we kir, hûn jî usa bikin” (Yûhenna 13:15). Dêmek em ji Îsa çi dikarin hîn bin gava pirs polîtîkayê dikeve?
Gelo Îsa dikete nav şixulên polîtîkayê?
Na. Îsa nedikete nav şixulên polîtîka vê dinyayê.
Îsa nedikete heyra qulixiya polîtîkayê. Çaxê Mîrê-cina dixwest “hemû padşatiyên dinyayê” bide Îsa, dêmek ku ew hemû serwêrtiyên meriva kontrol ke, ewî înkar kir (Metta 4:8-10).a Dereceke dinda jî, çaxê meriva texmîn kirin ku xeyset-hunurên Îsayî usa hene, ku ew dikare bibe rêberekî baş, wana dixwest bi destê zorê wî bikine nav polîtîkayê. Kitêba Pîroz derheqa vê yekê dibêje: “Îsa pê hesiya ku ewê bên û wî bi zorê bibin bikine padşa, dîsa ew tenê hilkişiya çiyê” (Yûhenna 6:15). Îsa nekete ber bayê wan meriya. Lê dewsê ewî înkar kir bikeve nav şixulê polîtîkayê.
Îsa pirsên polîtîkîda pişta kesekî nedigirt. Mesele, wedê Îsada Îbranî eciz dibûn ji bo wê yekê, wekî ji wana dihate dewakirinê ku xerca bidine serwêrê Romê. Wana dixwest ku vê pirsêda Îsa fikirê xwe bêje û pişta wan bigire, lê ew nekete nava vê dew-dozê. Ewî gote wan: “Çi ku yên Qeyser in bidine Qeyser û çi ku yên Xwedê ne bidine Xwedê” (Marqos 12:13-17). Vê pirsêda Îsa tevnebûyîn xwey kir, û da kifşê wekî hergê serwêrtiya Romê ku Qeyser dihate hesabê, dewa dike xerca bidin, dêmek gerekê wan xerca bidin. Xêncî wê yekê, Îsa eşkere nîşan kir, wekî hemû pirsada meriv borcdar nîne gura hukumetiyê bike. Dêmek çi ku Xwedêra dikeve, gerekê nedine dewletê, mesele aminî û hebandin (Metta 4:10; 22:37, 38).
Îsa piştgiriya Padşatiya Xwedê dikir. (Lûqa 4:43) Ew nedikete nav polîtîkayê, çimkî zanibû ku tenê Padşatiya Xwedê dikare sozên Xwedê derheqa erdê bîne sêrî (Metta 6:10). Ewî fem dikir ku Padşatiya Xwedê wê ne bi serwêrtiya meriva kar bike, lê wê dewsa wan bê kifşkirinê (Daniyêl 2:44).
Gelo Mesîhiyên qirna yekê diketine nava polîtîkayê?
Na. Peyçûyên Îsa gura vê temiya Îsada bûn, ku got: “Hûn ne para dinyayê ne” (Yûhenna 15:19). Wana çev dida mesela Îsa û xwe ji polîtîkayê dûr digirtin (Yûhenna 17:16; 18:36). Dewsa ku bikevine nav şixulên polîtîkayê, wana mizgîniya Padşatiyê bela dikirin û meriv hîn dikirin, çawa ku Îsa temî dabû wan (Metta 28:18-20; Karên Şandiya 10:42).
Bona Mesîhiyên qirna yekê gelek ferz bû, ku gura Xwedê bikin. Ewana usa jî zanibûn, ku gerekê hindava hukumetiyê bi qedir bin (Karên Şandiya 5:29; 1 Petrûs 2:13, 17). Lema jî wana qanûn dianî sêrî û xerc didan (Romayî 13:1, 7). Rast e ewana nediketine nav şixulê polîtîkayê, lê wana qanûnên dewletê didane xebatê, ku xwe biparêzin û ji qulixiya dewletê karê bistînin (Karên Şandiya 25:10, 11; Fîlîpî 1:7).
Tevnebûyîna Mesîhiya roja îro
Kitêba Pîroz zelal dide kifşê, wekî ne Îsa, nejî peyçûyên wîyî pêşin, nediketine nava şixulên polîtîkayê. Lema jî Şedên Yehowa nav temamiya dinyayêda mîna peyçûyên Mesîh tevnebûyînê xwey dikin. Anegorî Mesîhiyên qirna yekê, ewana xwe li wî şixulî digirin, kîjan ku Îsa temî dabû, dêmek belakirina “Mizgîniya Padşatiyê” (Metta 24:14).
a Çaxê Îsa teglîfa Mîrê-cina qebûl nekir, bi wê yekê ewî înkar nekir, wekî hemû serwêrtî bin hukumê Mîrê-cinada nin. Wede şûnda ewî ser Mîrê-cina got: “Serwêrê vê dinyayê” (Yûhenna 14:30).