KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • mrt gotar 57
  • Ji Qurbanbûna Îsa Mesîh Karê Bistîne

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Ji Qurbanbûna Îsa Mesîh Karê Bistîne
  • Têmên Din
  • Binserî
  • Têmên Mîna Wê
  • Kûrsa hînbûna Kitêba Pîroz
  • Civatên Şedên Yehowa
  • Gotar û vîdêoyên bi onlayn
  • Civatên Şedên Yehowa Çida Dikarin Karê Tera Bînin?
    Şa be Jîyînêra Heta-Hetayê!—Kûrsa Hînkirina Kitêba Pîroz
  • Hatina Me ser Civatê Çi Dide Kifşê?
    Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê) — 2019
  • Di Xizmetêda Hê Cêribandî be; seva ku Meriya Hîn kî, Vîdêoya Bide Xebatê
    Mîna Îsa Bijîn û Xizmet kin—Bernamên Civînê (2016)
  • Îsa Kî ye?
    Şa be Jîyînêra Heta-Hetayê!—Kûrsa Hînkirina Kitêba Pîroz
Hê Zêde Binihêre
Têmên Din
mrt gotar 57
Îsa stûnê kaş dike, ser kîjanê ku gerekê lê dardakin.

Ji Qurbanbûna Îsa Mesîh Karê Bistîne

Her sal ser temamiya dinyayê Şedên Yehowa û bi mîlyona mêvanên din tevayî top dibin, wekî Bîranîna Mirina Îsa Mesîh derbaz kin, çawa ku temî hatiye dayînê (Lûqa 22:19). Ev cejin alî me dike fem kin û bişêkirînin, ku Îsa bona însanetê emirê xwe berva daye. Ev usa jî nîşanî me dike, ku qurbana Îsa bona me niha çi tê hesabê, û axiriyêda wê çi karê mera bîne (Yûhenna 3:16).

Tu îsal çûyî ser Êvara Bîranînê yan na? Tu çawa dikarî ji qurbana Îsa karê bistînî? Îsa em hîn kirin, ku em gerekê wan du tiştên ferz bikin:

  1. 1. Derheqa Xwedê û Îsa Pêbihese. Çaxê Îsa bavê xweyî Ezmanara dua kir, ewî got: “Ev e jiyîna heta-hetayê, wekî ew te nas kin, çawa Xwedêyê rastî bêşirîkî-bêheval û usa jî Îsa Mesîhê ku te şandiye” (Yûhenna 17:3).

  2. 2. Li gora vê yekê bijî, çi ku pêhesiyayî. Îsa got ku em gerekê hînkirinên wî jîyîna xweda bidine xebatê. Mesele, ewî wedê Xizmetiya ser Çiyê giliyên xwe xilaz kir bi vê yekê, ku payê wan meriva da, kî ku “gotinên [wî] dibihê û diqedîne” (Lûqa 6:46-48). Û dereceke dinda jî ewî got: “Heger hûn vê yekê zanin, hûnê xwezilî bin gava biqedînin” (Yûhenna 13:17).

Tu dixwazî derheqa Xwedê û Îsa hê zêde pêbihesî? Tu dixwazî pêbihesî ku ça jîyîna xweda bidî xebatê çi ku pêhesiyayî? Vira hine înformasiya hatine dayînê ku çawa vê yekê bikî.

Kûrsa hînbûna Kitêba Pîroz

Kûrsa hînbûna Kitêba Pîroze bêpere, îda alî gelek meriva kiriye ku Kitêba Pîroz lêkolîn kin û çi ku pêhesiyane, emirê xweda bidine xebatê.

  • Bikeve ser rûpêla Kûrsa Hînbûna Kitêba Pîroz, ku hê zêde derheqa vê bernamê pêbihesî.

  • Binihêre vîdêo Ji Hînbûna Xweye Kitêba Pîroz Şabûnê Bistîne, ku bivînin Şedên Yehowa çawa hînbûnê derbaz dikin.

Civatên Şedên Yehowa

Şedên Yehowa heftê du cara ser civata top dibin, ev cî têne navkirinê Odên Civata. Ser civata em Kitêba Pîroz şêwir dikin û hîn dibin, ku ça van hînkirina emirê xweda bidine xebatê.

Derê Odên Civata bona gişka vekirî ne, eseyî nîne ku tu Şedê Yehowa bî wekî bêyî wêderê. Ji derecên vî mihalîva girêdayî ye, hela tu dikarî herî odê, yan pê vîdêokonfêrênsiyayê têklî bî.

  • Binihêre vîdêo Çi Diqewime Oda Civatêda?, seva ku haş pê hebî ku wêderê çi diqewime.

  • Ser malpera me, bi saya rûpêla Civatên Şedên Yehowa, bivîne Oda Civatê ku nêzîkî we ye.

Gotar û vîdêoyên bi onlayn

Bi saya gotar û vîdêoyên ser vê malperê, hûnê bikaribin diha zêde derheqa hînkirinên Îsa û kara qurbanbûna wî pêbihesin.

Mesele, seva ku pêbihesin, ku çawa mirina merivekî bi mîlyona merivara kar aniye, bixûnin gotar “Çi Cûre Îsa Xilazkarê Me ye?” û “Seva Çi Îsa Çerçirî û Mir?” yan jî binihêre vîdêo Çima Îsa Mir?

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin