Aliyê çepê: Firtona Îan, Florîda, Dewletên Yekbûyî, meha Îlonê, sala 2022 (Sean Rayford/Getty Images); ortêda: Dayîk tevî kurê xwe ji welat direvin, Donêtsk, Ûkraîna, meha Tîrmehê, sala 2022 (Alex Chan Tsz Yuk/SOPA Images/LightRocket via Getty Images); aliyê rastê: Gelek meriv bona COVID têstê dikin, Pêkîn, Çîn, meha Nîsanê, sala 2022 (Kevin Frayer/Getty Images)
HIŞYAR BIMÎNIN!
Sala 2022: Saleke Tevlihevbûyî—Kitêba Pîroz Derheqa Vê Yekê Çi Dibêje?
Nava sala 2022, nûçeyada me timê derheqa şer, problêmên êkonomîkî û teşqelên tebiyetê dibihîst. Kitêba Pîrozda tê şirovekirinê, ku ew qewimandin çi têne hesabê.
Meniya qewimandinên sala 2022
Qewimandinên sala par, diha me dane bawerkirinê ku em “rojên axiriyêda” dijîn (2 Tîmotêyo 3:1). Rojên axiriyê ji sala 1914 destpêbûn. Dîna xwe bidinê, ku çawa qewimandinên wan paşwextiya vê yekêva girêdayî ne, çi ku Kitêba Pîroz derheqa rojên me pêxembertî kiribû:
Şer (Metta 24:6).
“Sala 2022 Ewropayê dîsa carekê ji bo şer, zirareke mezin stand”.a
Binihêrin gotar “Rûsya Ûkraînê Zeft Dike”.
Xelayî-celayî (Metta 24:7).
“2022: Sala Birçîbûneke Mezin”.b
Binihêrin gotar “Ji bo Şerê Ûkraînayêda Xurek Nav Temamiya Dinyayêda Kêm Dibe”.
Nexweşiyên hal (Lûqa 21:11).
Nexweşiya înfêksiyon polîomêlît dîsa vegeriya ye û sorika meymûnê jî diha zêde bûye. Usa jî nexweşiya COVID-19 berdewam dike ziyanê bîne. Ew yek dide kifşê, ku nexweşiyên hal çiqas xof in û ziyaneke mezin didine meriva”.c
Binihêrin gotar “Ji bo Nexweşiya COVID 6 Mîlyon Meriv Mirin e”.
Tiştên xof û tirs (Lûqa 21:11).
“Havînê sala 2022 cûre-cûre teşqelên tebiyetê ziyaneke mezin anîn. Mesele ji bo germaya hewayê, zihabûna erdê û ji bo vê yekê ku mêşe dişewitîn û sêlav radibûn, bi seda hezara meriv mirin û bi mîlyona meriv jî bê mal man”.d
Binihêrin gotar “Germaya Hewayê ser Temamiya Dinyayê Gelek Bilind Dibe”.
Şer-dew (Lûqa 21:9).
“Sala 2022 gelek protêst miqabilî dewletê pêşda hatin, çimkî ji bo problêmên êkonomîkî û bihabûna hemû tiştî, meriv gelek hêrs diketin”.e
Binihêrin gotar “Înflasiya Nav Temamiya Dinyayêda Zû Bela Dibe”.
Gelo salke din wê çi biqewime?
Tu kes nizane sala 2023 wê çi biqewime. Lê em zanin, ku zûtirekê Padşatiya Xwedê, dêmek serwêrtiya ezmanî wê guhastinên mezin ser erdê bike (Daniyêl 2:44). Ev serwêrtî wê koka vê yekê bîne, çi ku ziyanê û kul-derda merivara tîne, û qirara Xwedê derheqa erdê wê bîne sêrî (Metta 6:9, 10).
Em we hêlan dikin guh bidine şîreta Îsa Mesîh û “hişyar bimînin!” usa jî dîna xwe bidinê, ku çawa pêxembertiya ji Kitêba Pîroz tê sêrî (Marqos 13:37). Ji kerema xwe tevî me têklî bin û hê zêde pêbihesin, ku çawa Kitêba Pîroz dikare nihada alî we bike û hêviya baş bona axiriyê bide we.
a AP News, “2022 Was Year the Horror of War Returned to Europe,” by Jill Lawless, 8 Kanûna Pêşin, sala 2022.
b World Food Programme, “A Global Food Crises”.
c JAMA Health Forum, Living in an Age of Pandemics—From COVID-19 to Monkeypox, Polio, and Disease X,” by Lawrence O. Gostin, JD, 22 Îlonê, sala 2022.
d Earth.Org, “What’s Behind the Record-Breaking Extreme Weather Events of Summer 2022?” by Martina Igini, 24 Cotmehê, sala 2022.
e Carnegie Endowment for International Peace, “Economic Anger Dominated Global Protests in 2022,” by Thomas Carothers and Benjamin Feldman, 8 Kanûna Pêşin, sala 2022.