hadynyah/E+ via Getty Images
HIŞYAR BIMÎNIN!
Ji bo Şer û Guhastina Klîmatê Nav Temamiya Dinyayê Xurek Kêm Dibe—Kitêba Pîroz Çi Dibêje?
Ji bo şera Ûkraînayêda û guhastina klîmatê, xurek nav temamiya dinyayêda hê kêm û kêm dibe. Ev yek îlahî hukum dibe ser wan welata, aboriya kîjana pêşdaçûyî nîne, û kîderê gelekara çetin e êpêce xurekê xwera dest xin.
“Ji bo şer, guhastina klîmatê, ji bo bayê bilind ser ênêrjiyayê û ji bo tiştên din, destxistina xurekê çetin dibe”.—Antonyo Gutêrrês, sêkrêtarê sereke yê Teşkîleta Miletên Yekbûyî, 17 Tîrmehê, sala 2023.
“Rûsya îda para vê peymanê nîne, ku xurekê bêxof ji Ûkraînayê derbazî welatên din bikin. Êkspêrt dibêjin wekî ji bo vê yekê xurek nav temamiya dinyayêda wê hê kêm bibe û van welatada, aboriya kîjana ku sist e, xurek hê biha bibe, îlahî Afrîkaya Bakurêda û Rohilata Navînda”.—Atalayar.com, 23 Tîrmehê, sala 2023.
Dîna xwe bidin ku Kitêba Pîroz derheqa kêmasiya xurekê û axiriyê çi dibêje.
Kitêba Pîroz derheqa kêmasiya xurekê pêxembertî kiriye
Îsa pêxembertî kiribû: “Miletê himberî milet û padşatî himberî padşatiyê rabe. Û gelek ciya wê xelayî û erdhej hebin” (Metta 24:7).
Kitêba Pîrozda, Eyantîda bi sîmbolîk derheqa çar siyarên hespa tê gotinê. Yek ji wan siyara tê hesabê şer-dew. Pey wî siyarê din tê, yê ku tê hesabê xelayî, dêmek wexteke usa çaxê xurek wê kêm bibe û bahê wê gelek bilind be. “Min dîna xwe dayê, va hespekî reş û destê siyarê wîda mêzînek hebû. Hingê tê bêjî min dengek bihîst, . . . ku digot: ‘Çapeke genime biçûk pê zîvekî û sê çapên biçûk ceh pê zîvekî’” (Eyantî 6:5, 6).
Ev pêxembertiyên Kitêba Pîroz derheqa kêmasiya xurekê rojên meda tê sêrî, ku li gora Kitêba Pîroz tê navkirinê ‘rojên axiriyê’ (2 Tîmotêyo 3:1). Seva ku hê zêde derheqa rojên axiriyê û çar siyarên hespa ji kitêba Eyantî pêbihesin, binihêrin vîdêo Ji Sala 1914 Halê Dinyayê Hatiye Guhastinê û bixûnin gotar “Çar Siyar bi Rastî Kî ne?”
Kitêba Pîroz ça dikare alî me bike
Kitêba Pîrozda şîretên kêrhatî hene, yên ku dikarin derecên çetinda jî alî me bikin. Dikeve nava vê yekê kêmasiya xurekê û ev yek ku bahê xurekê bilind dibe. Hine mesela bivîne gotarêda “Ça Pê Perê Hindik Ebûra Xwe Bikin?”
Kitêba Pîroz usa jî gumanê dide me, wekî axiriyêda her tişt wê baş be. Ev soz dide, wekî genim ser erdê wê têr-tije hebe û tu kes wê ji birçîbûnê neçerçire (Zebûr 72:16). Seva ku hê zêde pêbihesin derheqa vê gumanê û çima hûn dikarin baweriya xwe vê yekê bînin, bixûnin gotar “Hêviya Baş bona Roja Sibê”.