Comstock Images/Stockbyte via Getty Images
KAMPANIYA MEXSÛS
Gelo Padşatiya Xwedê wê Çawa Korûpsiyayê Safî ke?
Meriv ji korûpsiya polîtîkayê westiyayî ne; çimkî ewana dixwazin wekî serwêrên usa serwêrtiyê bikin, îtbariya xwe kîjana ewana wê bikaribin bînin. Li gora hesabekê hemdinyayê ya ku sala 2023 hatibû derxistinê, dihate gotinê ku heçî zef meriv, îtbariya xwe serwêrên polîtîkayê naynin.a
Kitêba Pîrozda tê gotinê derheqa serwêrtiyê, serwêrê kîjanî helal e û ji korûpsiyayê dûr e, lema jî em dikarin bi temamî îtbariya xwe wî bînin. Ev serwêrtî Padşatiya Xwedê ye û Serwêrê wî Îsa Mesîh e (Îşaya 9:7).
Îsa bi kirên xwe îzbat kir, ku ew bi rastî bona meriva xem dike (Metta 9:35, 36). Lema Ça Padşê Padşatiya Xwedê, ewê hemû merivara kê ew serwêrtî qebûl dike, heqiyê û edilayê bîne (Zebûr 72:12-14).
a 2023 Edelman Trust Barometer Global Report.