sinceLF/E+ via Getty Images
HIŞYAR BIMÎNIN!
Kê wê Bineliyên Neneheq Xilaz ke? —Kitêba Pîroz Çi Dibêje?
Teşkîleta Miletên Yekbûyî elam kir:
Ji 7 heta 23 Cotmehê sala 2023 şerê orta Gaza û Îsraêlêda 6 400 meriva zêdetir hatine kuştinê û 15 200 kes birîndar bûne, heçî zef ji wan bineliyên neneheq in. Usa jî bi seda hezara mecbûr bûne ji malên xwe birevin.
Li gora hesabê 24 Îlonê, sala 2023, şerê orta Rûsyayê û Ûkraînayêda 9 701 bineliyên Ûkraînayê hatine kuştinê û 17 748 birîndar bûne.
Kitêba Pîroz çi gumanê dide wan meriva, yên ku ji bo şer diçerçirin?
Menî bona gumanê
Kitêba Pîrozda hatiye pêxembertîkirinê, wekî Xwedê wê ‘şera bide sekinandinê, her çar qulbên dinyayê’ (Zebûr 46:9). Ewê padşatiya ezmanî bide xebatê, wekî hemû serwêrên merivayî bide hildanê û dewsa wan serwêrtiyê bike (Daniyêl 2:44). Padşatiya Xwedê wê însanetêra edilayê bîne.
Dîna xwe bidinê wekî Îsa Mesîh, yê ku Padşê Padşatiya Xwedê ye, axiriyêda wê çi bike:
“Ew yê kesîb xilaz dike, ku gazî dikê û yê belengaz ku komekdarê wî tune ye. Dilê wî li bêtaqet û kesîba dişewite û nefsa belengaza xilaz dike. Ji zêrandinê û zordarîyê wan xilaz dike” (Zebûr 72:12-14).
Xwedê wê bi saya Padşatiya Ezmanî kul-derda û kesîbiyê, kîjan ku ji şer û zordariyê pêşda tên, bide hildanê.
“Ewê ji çevên wan hemû hêsirên wan paqij ke û îdî mirinê tunebe, ne şîn, ne girî, ne êş-êşûk, çimkî tiştên berê derbaz bûn” (Eyantî 21:4).
Zûtirekê Padşatiya Xwedê wê guhastinên mezin ser erdê bike. Kitêba Pîrozda hatiye pêxembertîkirinê derheqa “dengê şera û besa şera”, kîjan ku rojên meda diqewimin (Metta 24:6). Ev yek û qewimandinên din nîşan dikin, wekî em rojên xilaziya serwêrtiya merivayîda dijîn (2 Tîmotêyo 3:1).