KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • ijwbq gotar 115
  • Tengasiya Mezin Çi ye?

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Tengasiya Mezin Çi ye?
  • Pirsên Kitêba Pîrozva Girêdayî
  • Binserî
  • Têmên Mîna Wê
  • Caba Kitêba Pîroz
  • “Azabûna We Îdî Nêzîk e”
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yahowa Elam Dike — 2015
  • Wedê Tengasiya Mezin Amin Bimînin
    Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê) — 2019
  • Çi ye Babîlona Mezin?
    Pirsên Kitêba Pîrozva Girêdayî
  • Li gora Kitêba Eyantî, Çi wê Bê Serê Dijminên Xwedê?
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê) — 2022
Pirsên Kitêba Pîrozva Girêdayî
ijwbq gotar 115
Yên ku wedê tengasiya mezin xilaz bûne, xwe li hev digirin

Tengasiya Mezin Çi ye?

Caba Kitêba Pîroz

Tengasiya mezin wê wextekî usa çetin be, ku tu car însanetê nedîtiye. Li gora pêxembertiya Kitêba Pîroz, ew wê wedê “rojên axiriyê”, yan “dema . . . dawî” biqewime (2 Tîmotêyo 3:1; Daniyêl 12:4, ÎM). Ew “wê tengasîke usa bibe, wekî ji roja ku Xwedê dinya efirandiye heta niha nebûye û ne jî wê bibe” (Markos 13:19; Daniyêl 12:1; Metta 24:21, 22).

Qewimandinên wedê tengasiya mezin

  • Rêlîgiya qelp wê kokêva bê kutakirinê. Rêlîgiya qelp wê zû derbêra bê kutakirinê (Eyantî 17:1, 5; 18:9, 10, 21). Wê serwêrên polîtîkî, yên ku teşkîleta Miletên Yekbûyîda nin, vê yekê bikin, usa wê qirara Xwedê bînin sêrî (Eyantî 17:3, 15-18).a

  • Hicûmkirina ser rêlîgiya rast. Koalîsya mileta, ser kîjanî dîtinoka Hezeqêlda tê gotinê ‘Gog ji erdê Magogê’, wê bixwaze qira wan meriva bîne, yên ku rêlîgiya rastda nin. Lê Xwedê wê xizmetkarên xwe ji destê wan xilaz ke (Hezeqêl 38:1, 2, 9-12, 18-23).

  • Dîwana bineliyên dinyayê. Îsa wê dîwana temamiya însanetê bike û wê “meriva ji hevdu veqetîne, çawa ku şivan pêz ji bizina vediqetîne” (Metta 25:31-33). Ewê dîwana her merivekî bike, ser hîmê vê yekê hela wana piştgiriya birên Mesîh, yên ku wê tevî wî ser ezmana serwêriyê bikin, kirine yan na (Metta 25:34-46).

  • Topkirina wan, yên ku wê Padşatiyêda serwêrtiyê bikin. Ew kesên amin, yên ku hatine bijartinê, wekî tevî Mesîh serwêrtiyê bikin, wê emirê xweyî ser erdê xilaz kin û bona jîyîna ser ezmana ji mirinê bêne rakirinê (Metta 24:31; 1 Korintî 15:50-53; 1 Têsalonîkî 4:15-17).

  • Harmegedon. Ew şerê “wê Roja Mezine Xwedêyê Hemû Zorayiyê”, usa jî tê navkirinê “Roja Xwedê” (Eyantî 16:14, 16; Îşaya 13:9; 2 Petrûs 3:12). Ewên ku aliyê Îsada bêne dîwankirinê çawa yên neheq, wê bêne qirkirinê (Sêfanya 1:18; 2 Têsalonîkî 1:6-10). Usa jî sîstêma polîtîkî, ku Kitêba Pîroz nav dike ça cenewirê heft-serî, wê bê qirkirinê (Eyantî 19:19-21).

Qewimandinên paşî tengasiya mezin

  • Şeytan û cin wê bêne girtinê. Melekekî zor wê Şeytan cinên wîva bavêje “geliyê hey-wayê”, çi ku bi sîmbolîk halekî mîna mirinê ye, dêmek wê nikaribin tiştekî bikin (Eyantî 20:1-3). Halê Şeytan geliyê hey-wayêda wê mîna merivê girtî be, û ewê nikaribe îda ser kesekî yan ser tiştekî hukum be (Eyantî 20:7).

  • Destpêka Hezarsaliyê. Padşatiya Xwedê wê serwêrtiya xweye hezarsaliyê destpêke, û wê keremên mezin ser însanetêda bibarîne (Eyantî 5:9, 10; 20:4, 6). Û elaleta mezin wê ji “tengasiya mezin” derkeve, dêmek xilaz be, û destpêka serwêrtiya Hezarsaliya ser erdê bivîne (Eyantî 7:9, 14; Zebûr 37:9-11).

a Kitêba Eyantîda, rêlîgiya qelp bi sîmbolîk tê navkirinê Babîlona Mezin, “qava bi nav û deng” (Eyantî 17:1, 5). Cenewirê sorê-gevez, ku bi sîmbolîk tê hesabê ew teşkîlet, ya ku dixwaze yektiyê bike nav mileta, wê qira Babîlona Mezin bîne. Berê ev teşkîlet dihate navkirinê Lîga Mileta, lê niha vê nav dikin Miletên Yekbûyî.

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin