Çima Îsa Mir?
Caba Kitêba Pîroz
Îsa mir, seva ku meriv baxşandina guna bistînin û bikaribin heta-hetayê bijîn (Romayî 6:23; Efesî 1:7). Xêncî vê yekê, Îsa bi mirina xwe îzbat kir, wekî meriv hela hê nava cêribandinên giranda jî dikare Xwedêra amin bimîne (Îbranî 4:15).
Werên em pêbihesin, wekî mirina merivekî çira usa ferz bû.
- Îsa bona “baxşandina guna” mir (Kolosî 1:14). - Merivê pêşin Adem bêqisûr û bêgune hatibû efirandinê. Ewî bi hemdê xwe safî kir gura Xwedê neke. Neguhdariya Adem, yan jî gunê wî, ser hemû zuretên wî hukum bû. Kitêba Pîrozda tê gotinê: “Bi neguhdariya yekî gelek bûne gunekar” (Romayî 5:19). - Îsa jî bêqisûr bû, lê ewî tu car gune nekir. Lema jî ewî karibû bibe “mecala baxşandina gunêd me” (1 Yûhenna 2:2). Ji bo neguhdariya Adem temamiya însanetê bû dîlê guna, lê mirina Îsa gunê wan hemû meriya temiz kir, yên ku baweriya xwe wî tînin. - Em dikarin bêjin, wekî Adem temamiya însanetê firote gune. Lê Îsa bi rezedilî jîyîna xwe bona me berva da, hemûşk kirîn û niha em wîra dikevin. Lema jî “heger yek gune bike, li cem Bavê piştgirê me, Îsa Mesîh, Yê Heq heye” (1 Yûhenna 2:1). 
- Îsa mir “wekî her kesê ku wî bawer bike unda nebe, lê jiyîna wiye heta-hetayê hebe” (Yûhenna 3:16). - Rast e Adem usa hatibû efirandinê, wekî heta-hetayê bijî, lê gune wî berbi mirinê bir. Bi saya Adem “gune kete dinê û ji gune jî mirin hat, usa jî mirin ser hemû meriva bela bû, çimkî hemûya jî gune kir” (Romayî 5:12). - Bi saya mirina Îsa, merivên ku baweriya xwe wî tînin ne tenê ji gune aza dibin, lê usa jî ji dîltiya mirinê. Kitêba Pîroz evê derecê usa şirovedike: “Wekî çawa gune bi mirinê hukum kir, usa jî kerema Xwedê bi rasthesabkirinê hukum bike, me bibe berbi jiyîna heta-hetayê bi saya Xudanê me Îsa Mesîh” (Romayî 5:21). - Hemikî rojên meda jîyîna meriva dirêj nakişîne, lê dîsa jî Xwedê soz dide, wekî wê jîyîna heta-hetayê bide merivên rast. Usa jî wê meriva ji mirinê rake, wekî ewana jî ji qurbanbûna Îsa karê bistînin (Zebûr 37:29; 1 Korintî 15:22). 
- Îsa yekî guhdar bû, “ewî xwe nimiz kir, heta mirinêra jî qayl bû” û usa îzbat kir, wekî meriv dikare aminiya xwe Xwedêra xwey ke, firqî tune ew rastî çi cêribandina jî bê (Fîlîpî 2:8). - Beden û hiş-aqilê Adem kamil bûn, lê dîsa jî ew miqabilî Xwedê çû, çimkî ewî tiştekî usa xwest, çi ku wîra nediket (Destpêbûn 2:16, 17; 3:6). Wede şûnda dijminê Xwedê yê sereke, Mîrê-cina, got wekî tu kes wê Xwedêra amin nemîne, îlahî hergê emirê wî bikeve bin qeziyê (Îbo 2:4). Lê merivê kamil, Îsa, gura Xwedêda ma û hela hê jî ber mirina bi sosretî û cefa aminiya xwe wîra xwey kir (Îbranî 7:26). Bi wê yekê hate îzbatkirinê, wekî meriv dikare aminiya xwe Xwedêra xwey ke, firqî tune rastî çi çetinaya û cêribandina jî bê. 
Pirsên derheqa mirina Îsa
- Îsa çima gerekê bi çerçirandin û mirinê însanet xilaz kira? Gelo Xwedê nikaribû cezakirina bi mirinê bida hildanê? - Qanûna Xwedêda tê gotinê, wekî “maşê gune mirin e” (Romayî 6:23). Adem ew qanûn zanibû, çimkî Xwedê wîra gotibû, ku axiriya neguhdarîkirinê mirin e (Destpêbûn 3:3). Çaxê Adem gune kir, Xwedêyê ku “xweyê gotina xwe” ye, sozê xwe anî sêrî (Tîto 1:2). Adem ne tenê gune derbazî ser zuretên xwe kir, lê usa jî mirin. - Rast e însaneta gunekar hêjayî mirinê ye, lê dîsa jî Xwedê “ji dewlemendtiya kerema” xwe meriv kerem kirin (Efesî 1:7). Ewî safî kir bi saya qurbanbûna Îsa însanetê ji gune û mirinê bikire, û evê yekê heqî û remtiya wî da kifşê. 
- Îsa kengê mir? - Îsa roja Cejina Derbazbûnê nîvro nêzîkî “siheta sisiya” mir, dêmek weke neh sihet paşî rohilatê (Marqos 15:33-37). Ew roj li gora salnameya me Înî, 1 Nîsanê, sala 33 D.M. bû. 
- Îsa kîderê mir? - Îsa ser “wî ciyê ku jêra ‘Ciyê Qaf’ digotin, bi îbranî ‘Golgota’” kuşt in (Yûhenna 19:17, 18). Wedê berê ew cî ji Orşelîmê der bû (Îbranî 13:12). Diqewime, ev bilindcî bû, çimkî Kitêba Pîrozda tê gotinê, wekî çaxê Îsa dardadikirin, meriva “dûrva li vê yekê dinihêrîn” (Marqos 15:40). Îro em sed selefî nikarin bêjin ku Golgota kîderê ye. 
- Îsa çawa mir? - Gelek bawer dikin, wekî Îsa ser xaç darda kiribûn. Lê Kitêba Pîrozda tê gotinê: “Ewî gunêd me bedena xweda rakirine ser darê” (1 Petrûs 2:24). Nivîskarên Kitêba Pîroz, bona şirovekirina mirina Îsa du xeberên Yûnanî “staûros” û “ksîlon” dane xebatê. Hine zandar dibêjin, wekî ew xeber têne hesabê dar yan stûn. 
- Çawa gerekê mirina Îsa bînin bîra xwe? - Êvara Cejina Derbazbûnê Îsa cejineke teze kifş kir û temî da şagirtên xwe: “Vê yekê bona bîranîna min bikin” (1 Korintî 11:24). Çend sihet şûnda Îsa kuşt in. - Nivîskarên Kitêba Pîroz Îsa beramberî berxa Cejina Derbazbûnê kirine (1 Korintî 5:7). Cejina Derbazbûnê dianî bîra Îsraêliya azakirina wane ji dîltiyê. Hema usa jî Cejina Bîranîna Mirina Îsa Mesîh tîne bîra Mesîhiya, wekî ewana ji gune û mirinê hatine azakirinê. Cejina Derbazbûnê salê carekê, li gora salnemaya hîvê, 14 Nîsanê derbaz dikirin. Mîna wê yekê Mesîhî jî salê carekê Bîranîna Mirina Îsa derbaz dikin. - Her sal bi mîlyona meriv Bîranîna Mirina Îsa li gora salnameya hîvê, 14 Nîsanê derbaz dikin.