KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • ijwyp serê 69
  • Çira Ez Gerekê Xwedêra Dua Bikim?

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Çira Ez Gerekê Xwedêra Dua Bikim?
  • Pirsên Cahila
  • Binserî
  • Têmên Mîna Wê
  • Dua çi ye?
  • Gelo Xwedê dua dibihê?
  • Ez derheqa çi dikarim dua bikim?
  • Bi saya Dua Nêzîkî Xwedê be
    Şa be Jîyînêra Heta-Hetayê!—Kûrsa Hînkirina Kitêba Pîroz
  • Bi Duakirinê Nêzîkî Xwedê be
    Çi Hîn Dike Kitêba Pîroz?
  • Dua Pêşkêşeke Gelek Qîmet e
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê) — 2022
Pirsên Cahila
ijwyp serê 69
Keçikek ber golê rûniştiye

PIRSÊN CAHILA

Çira Ez Gerekê Xwedêra Dua Bikim?

Li gora hesabekê 80 selef cahilên Amêrîkayê dua dikin, lê ji wana tenê nîvî her roj dua dikin. Bêşik, gelek ji wan dixwazin bizanibin: “Gelo dua tenê bona wê yekê ye, wekî dilê meriva hêsa be, yan hê zêde?”

  • Dua çi ye?

  • Gelo Xwedê dua dibihê?

  • Ez derheqa çi dikarim dua bikim?

  • Cahilên din çi dibêjin

Dua çi ye?

Dua ev heye xeberdana tevî Efirandar. Hela bifikire ev qedirekî çiqas mezin e! Yehowa her aliyava ji meriva qewîtir û bilindtir e, lê ew “ji me her kesî ne dûr e” (Karên Şandiya 17:27). Kitêba Pîroz me hêlan dike: “Xwe li Xwedê bigirin, Xwedê jî wê xwe li we bigire” (Aqûb 4:8).

Tu ça dikarî nêzîkî Xwedê bî?

  • Ya pêşin, bi saya dua, çimkî usa tu tevî Xwedê xeber didî.

  • Ya duda, bi saya hînbûna Kitêba Pîroz, çimkî usa Xwedê tevî te “xeber dide”.

Heleqetiya usa, dêmek dua û hînbûna Kitêba Pîroz, wê alî te bike dostiya xwe tevî Xwedê qewî bikî.

“Xeberdana tevî Yehowa, dêmek tevî Yê Herî Bilind, qedirekî lapî mezin e bona meriva” (Cêrêmî).

“Çaxê ez duada dilê xwe Yehowara vedikim, ez diha nêzîkî wî dibim” (Mîranda).

Gelo Xwedê dua dibihê?

Hergê tu baweriya xwe Xwedê tînî û wîra dua dikî, dibeke dîsa jî tera hêsa nîne bawer bikî, wekî ew duayên te dibihê. Lê bi rastî Kitêba Pîroz derheqa Xwedê usa dibêje: “Tu ku dua dibihêyî” (Zebûr 65:2). Ev usa jî hêlan dike “hemû xemên xwe bavêjine ser wî”. Çira? “Çimkî ew bona we xem dike” (1 Petrûs 5:7).

Bifikire: Tu timê wede divînî, wekî tevî hevalên xweyî nêzîk xeber dî, usa nîne? Hergê tu dixwazî bibî dostê Yehowa, timê tevî wî xeber de û duada navê wî, Yehowa, hilde (Zebûr 86:5-7; 88:9). Bi rastî Kitêba Pîroz me hêlan dike “her gav dua bikin” (1 Têsalonîkî 5:17).

“Dua ev xeberdana orta min û Bavê minî ezmana ye, kîjanîda ez dikarim bi temamî dilê xwe vekim” (Mozês).

“Ez tevî Yehowa derheqa hemû tiştî hûr bi hûr xeber didim, çawa ku minê tevî diya xwe û hevala xweye nêzîk xeber da” (Karîn).

Ez derheqa çi dikarim dua bikim?

Kitêba Pîroz dibêje: “Xwestina we bira bi dua-dirozga, razîbûnêva tevayî, Xwedêva eyan be” (Fîlîpî 4:6).

Gelo ev tê hesabê, wekî duada em dikarin derheqa çetinayên xwe gilî kin? Belê, em dikarin! Kitêba Pîrozda tê gotinê: “Tu barê xwe bide Xudan Ewê hilgire dewsa te” (Zebûr 55:22).

Belê, çaxê Xwedêra dua dikî, tu gerekê ne tenê derheqa problêmên xwe gilî kî. Keçikek bi navê Şantêl dibêje: “Hergê Yehowara tenê bona alîkariyê dua dikî, ev îda dostiya nêzîk nîne. Bi texmîna min pêşiyê gerekê razîbûna xwe Xwedêra bidime kifşê û gelek tişt heye bona çi jî ez dikarim razîbûna xwe eyan kim”.

Bifikire: Tu bona çi dixwazî razîbûna xwe Xwedêra eyan kî? Derheqa kîjan sê tişta tu dikarî îro razîbûna xwe Yehowara eyan kî?

“Hela hê bona kulîrkeke biçûk û bedew jî em dikarin razîbûna xwe Yehowara bidine kifşê” (Anîta).

“Bifikire derheqa wan efrîna, bona kîjana tu heyr-hujmekar dimînî, yan jî derheqa rêzeke ji Kitêba Pîroz, kîjan ku gelek dilê te digire, û bona wan tişta Yehowara şêkirdar be” (Brayan).

Cahilên din çi dibêjin

Mozês

“Kûraya duayên me gerekê mîna okyanûsê bin, ne ku mîna goleke biçûk. Yehowa dixwaze alî me bike, rast e ew zane em hewcê çi ne, lê çaxê em duada dilê xwe wîra vedikin, em didine kifşê ku em çiqas îtbariya xwe wî tînin” (Mozês).

Mîranda

“Dua mîna togê ye, serîkî vî min destê xweda girtiye, lê serê din destê Yehowada ye. Çaxê ez Yehowara dilê xwe vedikim, tê bêjî ez vê togê hê qayîm digirim, û çaxê ez caba duayê xwe distînim, dostiya min tevî Yehowa diha dişide” (Mîranda).

Cêrêmî

“Hergê em fesal nîbin, duayê me dikare bibe mîna duayê merivê xwehiz ku timê tiştekî dixwaze. Lê çaxê em razîbûna xwe Yehowara eyan dikin, em destpêdikin qîmet kin wan hemû tişta, çi ku ew dide me û duada hiş-aqilê xwe didin ser tiştên diha ferz, ne ku ser xwe” (Cêrêmî).

Şêlbî

“Çiqas hê zêde em razîbûna xwe Yehowara didine kifşê, haqas hê zêde em dibine merivne şêkirdar. Û ev yek alî me dike dîna xwe bidine ser wan kerema, kîjan ku em distînin, ne ku ser wan çetinaya, kîjan ku rastî me tên” (Şêlbî).

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin