KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • ijwbq gotar 137
  • Çi Tê Hesabê Pîroz bin?

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Çi Tê Hesabê Pîroz bin?
  • Pirsên Kitêba Pîrozva Girêdayî
  • Binserî
  • Têmên Mîna Wê
  • Caba Kitêba Pîroz
  • Gelo merivê gunekar dikare pîroz be?
  • Gelo meriv dikare ber çevê Xwedê pîroziya xwe unda ke?
  • Nihêrandina nerast derheqa pîroziyê
  • “Pîroz Bin”
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê) — 2021
  • Çi ye Ruhê Pîroz?
    Pirsên Kitêba Pîrozva Girêdayî
Pirsên Kitêba Pîrozva Girêdayî
ijwbq gotar 137
Mûsa û tûmê agir

Çi Tê Hesabê Pîroz bin?

Caba Kitêba Pîroz

Pîroz bin tê hesabê, wekî xwe ji heramiyê dûr bigirin. Xebera Îbranî, kîjan ku hatiye welgerandinê ça “pîroz”, ji xebera “başqekirî” pêşda hatiye. Dêmek tiştekî pîroz tê başqekirinê, wekî bona şixulên herrojî nedine xebatê. Ça tê kifşê, ev tişt hemû aliyava temiz e.

Tu kes nikare mîna Xwedê pîroz be. Kitêba Pîroz dibêje: “Tu kes mîna XUDAN [Yehowa, DT]a ne pîroz e” (1 Samûyêl 2:2). Lema jî tenê îzina Xwedê heye safî ke, ku çi pîroz e.

Kitêba Pîrozda xebera “pîrozî” dikare bê gotinê ser wan hemû tişta, çi ku Xwedêva girêdayî ne, îlahî ser wan tişta yên ku bona hebandina Xwedêra başqekirî ne. Werên çend mesela şêwir kin:

  • Ciyên pîroz: Xwedê ber tûmê ku dişixulî gote Mûsa: “Ew cîyê ku tu li ser sekinîyî erdê pîroz e” (Derketin 3:2-5).

  • Cejinên pîroz: Berê, cimeta Îsraêlê ser cejinên ku nav dikirin “civînêd pîroz”, Yehowa dihebandin (Qanûna Kahîntiyê 23:37).

  • Tiştên pîroz: Tiştên ku bona hebandinê paristgeha Orşelîmêda dihatine xebitandinê, nav dikirin “taximên pîroz” (1 Padşatî 8:4). Ev tişt bi qedir didane xebatê, lê îzin tune bû wana bihebînin.b

Gelo merivê gunekar dikare pîroz be?

Belê. Xwedê temiyê dide Mesîhiya: “Pîroz bin, çimkî ezî pîroz im” (1 Petrûs 1:16). Hemikî merivên gunekar tu car wê nikaribin bi temamî layîqî normên Xwedêyî pîroz bin. Lê dîsa jî, ew merivê ku qanûnên Xwedêyî rast tîne sêrî, dikare ber çevê Xwedê “qebûl” û pîroz bê hesabê (Romayî 12:1). Çaxê meriv qewatê dide xebatê ku pîroz be, ev yek ji xeberdan û rabûn-rûniştina wî tê kifşê. Mesele, ew li gora 1 Têsalonîkî 4:3 dijî, kîderê ku nivîsar e: “Xwestina Xwedê ew e, ku hûn [pîroz bin, DT], ji qaviyê dûr bin”. Ew meriv usa jî hildide hesab wan giliya: “Pîroz bin nava hemû rabûn-rûniştina xweda” (1 Petrûs 1:15).

Gelo meriv dikare ber çevê Xwedê pîroziya xwe unda ke?

Belê. Hergê bende normên Xwedê pişt guhê xweva bavêje, Xwedê wê wî îda pîroz hesab neke. Besa xeberê, nema Îbranî bona “birayêd pîroz” hatibû nivîsarê, lê dîsa jî têda şîreteke usa hatibû dayînê: “Nebe ku nava we yekîda dilekî xirab û nebawer hebe, ku pişta xwe bide Xwedêyê sax” (Îbranî 3:1, 12).

Nihêrandina nerast derheqa pîroziyê

Nihêrandin: Meriv hingê dikare bigihîje pîroziyê hergê xwe înkar ke.

Îzbatî: Kitêba Pîroz dibêje, wekî çaxê meriv bedena xwe dide “cefê” û ziyanê dide xwe, ew ber çevê Xwedê tiştekî bêkêr dike (Kolosî 2:23). Xwedê dixwaze, wekî em ji jîyînê lezetê bistînin û şa bin. “Him jî xwarin û vexwarina her zilamî û ji hemûya keda xwe qencî dîtin, dayîna Xwedê ye” (Waîz 3:13).

Nihêrandin: Sêlîbatî dêmek azepbûn, meriva diha pîroz dike.

Îzbatî: Rast e, hine Mesîhî safî dikin nezewicin, lê azepî meriva nake pîroz. Hemikî ewên ku nazewicin, dikarin pêda dîna xwe bidine xizmeta xweye Xwedêra (1 Korintî 7:32-34). Lê Kitêba Pîroz nîşan dike, wekî ewên ku zewacêda nin jî dikarin pîroz bin. Mesele, yek ji şandiyên Îsa, Petrûs zewicî bû (Metta 8:14; 1 Korintî 9:5).

Çima ser Xebera Xwedê dibêjin “Kitêba Pîroz”?

Îda gelek qirne ye ça ser nivîsarên tevayî topkirî, ku ji bîna ber Xwedê ne, dibêjin “Nivîsarên Pîroz”. Çend meniyên vê yekê hene:

  • Çawa Kitêba Pîroz hate nivîsarê. “Meriva bi rêberiya Ruhê Pîroz ji Xwedêda xeber dane” (2 Petrûs 1:21).

  • Kitêba Pîrozda çi nivîsar e. “Fermanêd Xudan zelal in, çevêd mêriv r’onayî dikin. Xofa Xudan xalis e, h’eta-h’etayê dimîne” (Zebûr 19:8, 9).

Belê, Xebera Xwedê kitêbeke pîroz e. Ew ji kitêbên din cude dibe, çimkî elametiya wê ji Xwedê ye û bona hebandina rast e.

a Yehowa navê Xwedêyî şexsî ye. Kitêba Pîrozda ev nav bi seda cara tevî xeberên “pîroz” û “pîrozî”, tê dîtinê.

b Kitêba Pîroz qedexe dike, ku meriv ber tiştên hebandinêva girêdayî, serê xwe dayne (1 Korintî 10:14).

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin