ALÎKARÎ BONA MALBETÊ
Dê-Bav Ça Dikarin Derheqa Îçkê Tevî Zara Xeber din?
“Qîza me şeş salî bû gava me cara pêşiyê tevî wê derheqa îçkê xeber da. Lê em ecêbmayî man ku ewê derheqa îçkê îda gelek tişt zanibû”—Alêksandir.
Hûn gerekê çi bizanibin?
Gelek ferz e tevî zarên xwe derheqa îçkê xeber din. Hîviyê nîbin ku kengê zara we mezin be. Bavek ji Rûsyayê bi navê Hamet usa dibêje: “Yazix wekî me tevî kurê xwe derheqa îçkevexwarinê xeber nedida, çaxê ev hê biçûk bû. Ez poşman bûm lê dereng e, çimkî kurê min 13 saliya xweda îda îçkêva hatibû girêdanê”.
Çira hûn gerekê ber xwe kevin?
Hevaldersxan, wedederbazkirin û têlêvîziya dikarin ser nihêrandina zara we derheqa îçkê hukum kin.
Li gora hine lêkolîna, Dewletên Yekbûyîda 11 selef îçke zar û cahil vedixwin (U.S. Centers for Disease Control and Prevention).
Lema jî ecêbmayî nîne ku doxdir temî didine dê-bava, wekî hela hê ji biçûktayê zarên xwera şirovekin, ku îçke çi ziyanê dikare bîne. Hûn ça dikarin vê yekê bikin?
Hûn çi dikarin bikin?
Hazir bin ku caba pirsên zara xwe bidin. Zarên biçûk hez dikin gelek pirsa bidin û tişta pêbihesin, lê zarên hinek mezin diha zêde tişta dixwazin pêbihesin. Lema jî wê baş be pêşda xwe bona pirsên wan hazir kin. Mesele:
Çaxê zara we dipirse ku tema îçkê çi cûreyî ye, hûn dikarin bêjin wekî tema şeravê mîna ava êmîşaye tirş e, lê tema bîreyê gelek tel e.
Hergê zara we dixwaze îçkê tem ke, hûn dikarin bêjin wekî îçke ziyanê dide sihet-qewata zara. Şirovekin ku îçke çi cûreyî ser meriva hukum dike: Îçke meriya sist dike, lê hergê hinekî zêde vexwin, serê meriv dikare gêj be û ewê destpêke tiştên nebaş bike, qal-bal xeber de, ji bo çi jî paşê dikare poşman be (Metelok 23:29-35).
Haj tişta hebin. Kitêba Pîrozda tê gotinê: “Kesê aqil bi zanistîyê dike” (Metelok 13:16). Pirsa derheqa îçkevexwarinê lêkolîn kin û pêbihesin ku welatê weda derheqa îçkê kîjan qanûn û çi sînor hatine dayînê. Wî çaxî hûnê bikaribin ça lazim e alî zara xwe bikin.
Xwexa xeberdanê destpêkin. Bavekî ji Brîtanyayê bi navê Mark usa dibêje: “Zar dikarin şerm bikin derheqa îçkê xeber din. Min ji kurê xweyî heyşt salî pirsî hela ew çi difikire, baş e ku îçkê vexwin yan na. Me aza tevayî xeber da û ev yek alî wî kir dilê xwe minra veke”.
Zar wê diha baş pirsên îçkêva girêdayî fem bikin, hergê hûn car-cara derheqa vê yekê tevî wan xeber din. Tevî zara xwe li gora salên emirê wî, xêncî têma îçkê, derheqa pirsên din jî xeber din, mesele derheqa bêxofiya ser rê-dirba û derheqa sêksê.
Bibine mesele. Zar mîna lûfikê her tiştî hildiçînin xwe. Û çawa hine lêkolîn îzbat dikin, heçî zef mesela dê-bava ser wan hukum dike. Hergê hûn îçkê vedixwin, seva ku strêsa xwe kêm kin, zara we wê bifikire, wekî îçke hêsa dikare ji hemû strês û problêma aza ke. Lema jî vê pirsêda bona wan bibine meseleke baş û bi serwaxtî îçkê bidine xebatê.
Îçkevexwarinêda zar çev didine we