KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • ijwbq gotar 157
  • Kitêba Pîroz Çi Dibêje Derheqa Teşqelên Tebyetê?

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Kitêba Pîroz Çi Dibêje Derheqa Teşqelên Tebyetê?
  • Pirsên Kitêba Pîrozva Girêdayî
  • Binserî
  • Caba Kitêba Pîroz
  • Em çima dikarin bawer bin, wekî teşqelên tebyetê cezakirina ji Xwedê nîne?
  • Gelo teşqelên tebyetê nîşana rojên axiriyê ne?
  • Xwedê çi cûreyî alîkariyê dide merivên cefadîtî ku ji bo teşqelên tebyetê ziyanê distînin?
  • Gelo Kitêba Pîroz dikare alî me bike, ku pêşda xwe seva teşqelên tebyetê hazir kin?
Pirsên Kitêba Pîrozva Girêdayî
ijwbq gotar 157
Malbet dinihêrin ku çawa der-dorê wan hemû tişt hilşiayî ye, paşî teşqelê

Kitêba Pîroz Çi Dibêje Derheqa Teşqelên Tebyetê?

Caba Kitêba Pîroz

Xwedê meniya teşqelên tebyetê nîne, kîjan ku îro diqewimin, lê bi rastî ew xem dike bona wan hemû meriya, kîjan ku ziyanê distînin. Padşatiya Xwedê wê bide hildanê wan hemû tişta, ji bo çi jî meriv diçerçirin, hela hê teşqelên tebyetê jî. Xêncî wê yekê, Xwedê berdiliyê dide wan merivên cefadîtî (2 Korintî 1:3).

  • Em çima dikarin bawer bin, ku teşqelên tebyetê cezakirina ji Xwedê nîne?

  • Gelo, teşqelên tebyetê, nîşana rojên axiriyê ye?

  • Xwedê çi cûreyî alîkariyê dide merivên cefadîtî ku ji bo teşqelên tebyetê ziyanê distînin?

  • Gelo prînsîpên Kitêba Pîroz dikarin alî me bikin, seva ku bona teşqelên tebyetê pêşda hazir bin?

  • Prînsîpên Kitêba Pîroz, ku berdiliyê didin yên cefadîtî

Em çima dikarin bawer bin, wekî teşqelên tebyetê cezakirina ji Xwedê nîne?

Teşqelên tebyetê cude dibin ji wan qewimandinên tebyetê, kîjan ku bi qewata Xwedê diqewimîn, û derheqa kîjana ku di Kitêba Pîrozda tê gotinê.

  • Teşqelên tebyetê gunê xwe tu kesî nayînin. Ji Kitêba Pîroz em pêdihesin, wekî Xwedê tebyetê dida xebatê, seva ku dîwana merivên zulm bike. Mesele, çaxê Xwedê du bajarên kewin Sodom û Gomorayê kuta kir, ewî merivên qenc, dêmek Lût û du qîzên wî xilaz kir (Destpêbûn 19:29, 30). Xwedê dilê meriya divîne, lema jî gava wî çaxî ewî dîwana merivên zulm dikir, ewî nêta dilê wan zanibû (Destpêbûn 18:23-32; 1 Samûyêl 16:7).

  • Teşqelên tebyetê nişkêva diqewimin. Xwedê, pêşiya ku qewata tebyetê bide xebatê, seva ku dîwana merivên zulm bike, ew pêşda wanara elam dike. Merivên ku guh didane Xwedê, ji xezebê xilaz dibûn (Destpêbûn 7:1-5; Metta 24:38, 39).

  • Carna meniya teşqelên tebyetê xwexa meriv in. Gelo çi cûreyî? Meriv tebyetê xirab dikin, xêncî wê yekê ewana xaniyên xwe li wan ciya ava dikin, kîderê ku gelek car erdhej, sêlav yan tiştên din diqewimin (Eyantî 11:18). Xwedê neheq nîne, ku meriv safîkirinên nerast dikin (Metelok 19:3).

Gelo teşqelên tebyetê nîşana rojên axiriyê ne?

Belê, Kitêba Pîroz pêxembertî kiriye, wekî rojên axiriyê wê teşqelên tebyetê biqewimin (Metta 24:3; 2 Tîmotêyo 3:1). Derheqa wedê me Îsa got: “Cî-ciya wê xelayî-celayê û erdhejê bibin” (Metta 24:7). Zûtirekê, Xwedê wê wan hemû tişta bide hildanê, çi ku êşê, kul-derda û teşqelên tebyetê pêşda tînin (Eyantî 21:3, 4).

Xwedê çi cûreyî alîkariyê dide merivên cefadîtî ku ji bo teşqelên tebyetê ziyanê distînin?

  • Xwedê bi saya Kitêba Pîroz Berdilî Dide yên Cefedîtî. Kitêba Pîroz me dide bawerkirinê, wekî Xwedê bona me xem dike û dilê wî dêşe çaxê em diçerçirin (Îşaya 63:9; 1 Petrûs 5:6, 7). Ew usa jî soz dide, ku wê bê wedekî usa, çaxê teşqelên tebyetê wê îda tune bin. (Binihêre “Rêzên ji Kitêba Pîroz ku berdiliyê didin.”)

  • Xwedê bi saya xizmetkarên xwe alîkariyê dide yên cefadîtî. Xwedê xizmetkarên xwe hêlan dike, wekî ewana çev bidine Îsa. Kitêba Pîrozda hatibû pêxembertîkirinê, wekî Îsa wê ber dilê dilşkestiyada bê û dilbîniyê bide yên dilteng (Îşaya 61:1, 2). Xizmetkarên Xwedê qewatê didine xebatê, seva ku vê yekêda pêgeha Îsada herin (Yûhenna 13:15).

    Xwedê xizmetkarên xwe usa jî dide xebatê, seva ku alîkariyê bide wan meriya, yên ku ji bo teşqelên tebiyetê ziyanê distînin (Karên Şandiya 11:28-30; Galatî 6:10).

Şedên Yehowa li Porto Rîkoyê paşê teşqela tebyetê, alîkariyê didin

Şedên Yehowa li Porto Rîkoyê, xaniyê ava dikin

Gelo Kitêba Pîroz dikare alî me bike, ku pêşda xwe seva teşqelên tebyetê hazir kin?

Belê. Rast e Kitêba Pîroz nehatiye nivîsarê, seva ku bona teşqelên tebyetê me hazir kin, lê dîsa jî prînsîpên vê alîkariya mezin didin. Mesele:

  • Pêşda hazir be. Kitêba Pîroz dibêje: “Yê aqil xirabîyê ku dibîne hevza xwe dike” (Metelok 22:3). Wê baş be pêşda bifikirin, ku emê çi bikin hergê nişkêva teşqele destpêbe. Mesele, em dikarin hine haceta bona alîkariya bi lez hazir kin, û usa jî tevî malbetê şêwir kin, ku hûnê ku rastî hev bên, gava teşqele destpêbe.

  • Pêşiyê emirê xwe xilaz ke. Kitêba Pîroz dibêje: “Me tu tişt neaniye dinê û emê nikaribin tu tiştî jî bibin” (1 Tîmotêyo 6:7, 8). Em gerekê hazir bin, mala xwe û hebûna xwe bihêlin, seva ku emirê xwe xilaz kin, çimkî em zanin, wekî emir her tiştî qîmettir e (Metta 6:25).

Rêzên ji Kitêba Pîroz ku berdiliyê didin

Destpêbûn 18:25: “Haşa ji te [Xwedê] ku tu vê yekê bikî, wekî tu rasta tevî neqenca unda kî, . . . Ev yek nabe ku hakimê temamîya dinyayê dîwana rast neke?”

Ev çi tê hesabê: Xwedê timê heqiyê dike, û ew neheq nîne, wekî merivên qenc ji teşqelên tebyetê, jîyîna xwe unda dikin.

Zebûr 46:1, 2: “Xwedê stargeh û hêza me ye, di tengahiyêda hergav amade û alîkarê me ye. Ji ber vê yekê, dinya serobino bibe, çiya biqelibin himêza deryayan”.

Ev çi tê hesabê: Çi jî der-dorê me biqewime, em dikarin bawer bin wekî Xwedê wê qewatê bide me, ku her tiştî teyax kin.

Îşaya 63:9: “Di tengasiya wan hemûyanda ew eciz bû”.

Ev çi tê hesabê: Xwedê dilrem e, û çaxê em diçerçirin, ew jî tevî me diçerçire.

Yûhenna 5:28, 29: “Ew wext tê ku hemû kesên di goranda wê dengê wî bibihîzin û derkevin”.

Ev çi tê hesabê: Em dikarin bawer bin, wekî emê dîsa miriyên xwe bivînin, çimkî Xwedê wê qewateke usa bide Îsa, ku bikaribe wana vegerîne jîyînê.

1 Petrûs 5:6, 7: “Bin destê Xwedêyî zor ta bin, . . . û hemû xemêd xwe bavêjine ser wî, çimkî ew bona we xem dike”.

Ev çi tê hesabê: Xwedê bona me gelek xem dike, û ew dixwaze wekî em derdê dilê xwe wîra vekin.

Eyantî 21:4: “Ewê [Xwedê] ji çevêd wan hemû hêsirêd wan paqij ke û îdî mirinê tunebe, ne şîn, ne girî, ne êş-êşûk, çimkî tiştêd berê derbaz bûn”.

Ev çi tê hesabê: Xwedê wê hemû meniyên kul-derdên me bide hildanê, hela hê teşqelên tebyetê jî.

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin