Kulfetên Ji Kitêba Pîroz; Ji Mesela Wan Em Çi Dikarin Hîn Bin?
Caba Kitêba Pîroz
Ji Kitêba Pîroz em dikarin derheqa gelek kulfeta pêbihesin, û ji meselên wan, xwera şîreta hildin (Romayî 15:4; 2 Tîmotêyo 3:16, 17). Wê gotarêda emê derheqa hine ji wan kulfeta xeber din. Gelek ji wan, meselên baş in bona me. Lê meselên hineka jî xirab in, û em tu car gerekê çev nedine wan (1 Korintî 10:11; Îbranî 6:12).
Abîgaîl
Abîgaîl kê bû? Ew jina merivekî dewletî bû, bi navê Nabal, yê ku gelek sert û zulm bû. Lê Abîgaîl yeke serwaxt û milûk bû, usa jî ew yeke bedew û ruhanîda gihîştî bû (1 Samûyêl 25:3).
Em derheqa kirên wê çi zanin? Abîgaîlê bi saya bîlaniyê û serwaxtiyê, mala xwe ji qeziyê xwey kir. Nêzîkî van ciya, kîderê ku Abîgaîl û Nabal dijîtin, Dawid xwe vedişart, yê ku axiriyê gerekê bibûya padşê Îsraêlê. Heta ku Dawid û mêrên tevî wî wêderê bûn, qaçaxa nevêribûn pezên Nabal bidizin. Lê çaxê Dawid mêr şandin cem Nabal, û wana ji wî xwarin xwestin, ewî tiştek neda wan, û bi kubar-babaxiyê ew bêhurmet kirin. Dawid gelek hêrs ket! Ew derbêra rabû û tevî piştgirên xwe çû, wekî Nabal û hemû mêrên mala wîda bikuje (1 Samûyêl 25:10-12, 22).
Çaxê Abîgaîlê pêhesiya, wekî mêrê wê çi kiriye, ew lez ket, zûskava cûre-cûre xwarin dagirt, da destê xulama û şandine pêşiya Dawid, û xwexa jî pey wan çû, ku seva kirên mêrê xwe, baxşandinê bixwaze (1 Samûyêl 25:14-19, 24-31). Çaxê Dawid pêşkêşên wê dît, dîna xwe da milûktiya wê û şîretên wêye bîlan bihîst, ewî fem kir, ku Xwedê Abîgaîl şande pêşiya wî, wekî ji xûnrêtinê wî xwey ke (1 Samûyêl 25:32, 33). Hinek wext şûnda Nabal mir, û Abîgaîl bû jina Dawid (1 Samûyêl 25:37-41).
Em çi hîn dibin ji mesela Abîgaîlê? Rast e, Abîgaîl yeke gelek bedew û dewletî bû, lê dîsa jî ewê nihêrandina rast hindava xwe xwey dikir. Seva ku edilayê xwey ke, ew hazir bû, seva nerastiya kesekî din, baxşandinê bixwaze. Hela hê derecên çetinda jî, ewê bi qedir û mêrxasiyê xeber dida.
▸ Seva ku hê zêde derheqa Abîgaîlê pêbihesin, bixûnin gotar bi navê, “Ewê Bîlaniyê Dida Xebatê”.
Debora
Debora kê bû? Ew pêxembera Yehowa, Xwedayê Îsraêliya bû, bi saya wê, Xwedê cimeta xwera qirara xwe eyan dikir. Usa jî bi saya wê, Xwedê alî Îsraêliya dikir, çetinayên xwe safî kin (Hakimtî 4:4, 5).
Em derheqa kirên wê çi zanin? Debora bi mêrxasiyê piştgiriya xizmetkarên Xwedê dikir. Bin rêberiya Yehowa, Deborayê, Barak hêlan kir, wekî ew bibe sereskerê Îsraêliya, û miqabilî Kenaniya derkeve (Hakimtî 4:6, 7). Çaxê Barak Deborayêra got, wekî ew tevî wî here şêr, Debora qayîl bû, û bi mêrxasiyê tevî wî çû (Hakimtî 4:8, 9).
Bi alîkariya Xwedê wana dijminê xwe alt kir. Paşê Debora derheqa vê serketinê stiran nivîsî, û tevî Barak stira. Wê stiranêda, Deborayê derheqa jineke mêrxas Yaêlê jî nivîsî, ya ku wedê serketina ser Kenaniya, roleke ferz lîst (Hakimtî serê 5).
Em çi hîn dibin ji mesela Deborayê? Debora ruhê xwequrbankirinê û mêrxasiyê da kifşê. Ewê usa jî merivên din hêlan dikir, kirên qenc bikin, ku Xwedê xweş bên. Û çaxê wana usa dikir, ewê payê wan dida.
▸ Seva ku hê zêde derheqa Deborayê pêbihesin, bixûnin gotar bi navê, “Ez bi Dayîkî li Îsraêlê Rabûm”.
Delîla
Delîla kê bû? Ew dilketiya Şimşon bû, yê ku hakimê Îsraêlê bû (Hakimtî 16:4, 5).
Em derheqa kirên wê çi zanin? Ewê pere ji serwêrên Filistiya hilda û Şimşon firote wan. Bi saya Şimşon, Xwedê cimeta xwe ji destê Filistiya xilaz dikir. Filistiya nikaribûn wî zeft kirana, çimkî qewata wîye netebiyetî hebû (Hakimtî 13:5). Lema jî serwêrên wan safî kirin, alîkariyê ji Delîlayê bixwazin.
Filistya pere dane wê, wekî ew pêbihese, çira Şimşon usa qewat e. Delîla pere hilda, û çend cara Şimşon cêriband, wekî her tiştî derheqa wî pêbihese. Axiriyê ew pêhesiya, çira Şimşon usa qewat e (Hakimtî 16:15-17). Çaxê Delîla derheqa wê yekê Filistiyara gilî kir ,ewana Şimşon girtin û kirine kelê (Hakimtî 16:18-21).
Em ji mesela Delîlayê çi hîn dibin? Delîla, meseleke baş nîne bona me. Rûyê perehizyêda ewê qelpî kir, û xizmetkarê Yehowa Xwedê, firot.
Ester
Ester kê bû? Ew Cihû bû. Ahaşveroş Padşê Farisa, ew xwera jintî hilda, û kire xanim.
Em derheqa kirên wê çi zanin? Ester-xanim, qewata xwe da xebatê seva ku cimeta xwe biparêze. Ew pêhesiya, wekî ferman derketiye, ku roja kifşkirîda, her Cihû yên ku Împêriya Farisada dijîn, gerekê bêne kuştinê. Ew fermana sert, ji Haman bû, yê ku merivê duda bû paşî Padşê (Ester 3:13-15; 4:1, 5). Bi alîkariya kurapê xwe Mordokay, û usa jî bi vê yekê ku Esterê emirê xwe kire bin qeziyê, ewê karibû her tişt derheqa kirên Haman, mêrê xwe Ahaşveroş Padşara, gilî ke (Ester 4:10-16; 7:1-10). Ahaşveroş Padşa, îzin da Ester û Mordokay, wekî fermana teze derxin, ya ku wê îzin bida Cihûya xwe biparêzin. Û bi saya wê yekê, Cihûya dijminê xwe alt kirin (Ester 8:5-11; 9:16, 17).
Em ji mesela Ester çi hîn dibin? Ester-xanim, yeke milûk û mêrxas bû, em dikarin çev bidine hunurên wê (Zebûr 31:24; Fîlîpî 2:3). Rast e, Ester gelek bedew bû, û ciyê bilind digirt, yeke ewê alîkarî û şîret ji merivên din dixwest. Çaxê Ester tevî malxê xwe bi mêrxasî xeber da, ewê bîr nekir, wekî qedir hindava wî bide kifşê. Çaxê emirê Cihûya bin qeziyêda bû, ewê bi mêrxasî Padşêra got, wekî ew xwexa jî Cihû ye.
▸ Seva ku hê zêde derheqa Ester pêbihesin, bixûnin gotar bi navê “Ewê Piştgiriya Cimeta Xwedê kir” û “Ewê Xwe bi Bîlanî, Mêrxasî û Xwequrbankirinê Kifş kir”.
Hêwa
Hêwa kê bû? Ew kulfeta pêşin bû, derheqa kîjanî Kitêba Pîrozda tê gotinê.
Em derheqa kirên wê çi zanin? Ewê gura dewakirina Xwedê nekir. Ew jî mîna mêrê xwe Adem bê qisûr hate efirandinê, bal wê jî azaya bijartinê hebû, û ewê dikaribû xeyset-hunurên Xwedê, mesele hizkirin û bîlanî bal xwe pêşda bianiya (Destpêbûn 1:27). Hêwa haşpê hebû derheqa vê dara qedexekirî, ya ku Xwedê Ademra gotibû ji vê nexwe. Lê ewê derewa Şeytan bawer kir, ku yan çi wê nemirin, hergê ji wê darê bixwin. Lê yazix, Şeytan Hêwayê da bawerkirinê, wekî jîyîna wan wê diha baş be, hergê ewana gura Xwedê nekin. Lema jî, ewê ew êmîş xwar û da mêrê xwe jî (Destpêbûn 3:1-6; 1 Tîmotêyo 2:14).
Em ji mesela Hêwayê çi hîn dibin? Ji kirên wêye nerast, em hîn dibin, ku çiqas xof e, xwestinên nerast cem xwe pêşda bînin, û ser van bifikirin. Ew miqabilî dewakirina Xwedêye rast derket, û ev tişt xwest, çi ku jêra nediket (Destpêbûn 3:6; 1 Yûhenna 2:16).
Hanna
Hanna kê bû? Ew kulfeta Elkana bû, û dayîka Samûyêl, yê ku axiriyêda bû pêxemberê Îsraêlê (1 Samûyêl 1:1, 2, 4-7).
Em derheqa kirên wê çi zanin? Çaxê ew bêzuret bû, ewê dilbînî bal Xwedê digeriya. Cem mêrê wê jineke din jî hebû, navê wê Pênîna bû. Çend zarê Pênînayê hebûn, lê Hanna îda gelek wext bêzuret bû. Pênîna qerfê xwe Hannayê dikir, lê ewê Xwedêra dua dikir, û dilbîniyê dixwest. Ewê qirar kir, ku hergê Xwedê kur bidê, ewê wî tesmîlî Xwedê ke, wekî temamiya emirê xwe paristgehêda wîra xizmet ke (1 Samûyêl 1:11).
Xwedê caba duayên Hannayê da, û wede şûnda Samûyêl jêra bû. Hanna sozê xwe anî sêrî, û gava Samûyêl hê biçûk bû, wî bire paristgehê (1 Samûyêl 1:27, 28). Her sal, ewê kinc didirûtin, û wîra dibir. Axiriyêda Xwedê hê zêde Hannayê kerem kir, wera pênc zar bûn, sê kur û du qîz (1 Samûyêl 2:18-21).
Em ji mesela Hannayê çi hîn dibin? Wedê çetinaya Hannayê duada dilê xwe Yehowara vedikir. Duayê wêye ku 1 Samûyêl 2:1-10-da nivîsar e, baweriya wêye qewî hindava Xwedê eyan dike.
▸ Seva ku hê zêde derheqa Hannayê pêbihesin, bixûnin gotar bi navê “Ewê Dilê Xwe Duada Xwedêra Vekir”.
▸ Hê zêde derheqa wê yekê, “Çima Xwedê îzin da cimeta xwe, ku çend jina xwera bînin”, bixûnin gotara bi navê “Gelo Xwedê Pirejiniyê Qebûl Dike?”
Îzabêl
Îzabêl kê bû? Ew kulfeta Ahab bû, Padşê Îsraêlê. Îzabêl xwexa ne Îsraêlî bû, û Yehowara xizmet nedikir. Ewê, serê xwe ber Bael, xudanê Kenaniya datanî.
Em derheqa kirên wê çi zanin? Jin-Padşa Îzabêl yeke sert bû, û serwêrtiyê hiz dikir. Ewê meriva hêlan dikir, Bael bihebînin û vê hebandina qelpda bênamûsî jî hebû. Ewê her tişt dikir, ku tu kes Yehowa Xwedayê rastra, xizmet neke (1 Padşatî 18:4, 13; 19:1-3).
Îzabêl derewa dikir û meriva dikuşt, ku xwestinên xwe bîne sêrî (1 Padşatî 21:8-16). Çawa ku Xwedê gotibû, Îzabêl mir û nehate çelkirinê (1 Padşatî 21:23; 2 Padşatî 9:10, 32-37)
Em ji mesela Îzabêlê çi hîn dibin? Îzabêl meseleke baş nîne bona me. Ew yeke usa xirab û berzeq bû, wekî navê wê, bû sîmbola bêşermiyê û bênamûsiyê (Destpêbûn 29:20-29).
Jina Lût
Jina Lût kê bû? Kitêba Pîrozda navê wê nenivîsiye. Lê têda nivîsiye, wekî du qîzê wê hebûn û ew tevî malbeta xwe Sodomêda dijît (Destpêbûn 19:1, 15).
Em derheqa kirên wê çi zanin? Ewê gura temiya Xwedê nekir. Xwedê safî kiribû qira Sodomê û şeherê der-dor bîne, çimkî merivên wî şeherî bênamûsiyê dikirin. Xwedê, Lût û malbeta wî ça merivne rast hesab dikir. Lema jî Xwedê du melek şandin, ku wana ji Sodomê derxin (Destpêbûn 18:20; 19:1, 12, 13).
Melek temî dane neferên Lût, ku ji wî şeherî birevin û pişt xweva nenihêrin (Destpêbûn 19:17). “Lê jina Lût piştêva li pey xwe nihêrî û bû heykelekî xwê” (Destpêbûn 19:26).
Em ji mesela Jina Lût çi hîn dibin? Mesela wê nîşan dike, ku çiqas xof e, tiştên matêrîalî hiz bikin, çimkî rûyê wanda meriv dikare pêşberî temiyên Xwedê derê. Derheqa mesela wêye xirab Îsa got: “Jina Lût bînine bîra xwe” (Lûqa 17:32).
Keçika ji Şûlamê
Keçika ji Şûlamê kê bû? Ew keçika gundî gelek bedew bû, û Kitêba Stirana Silêmanda heçî zef derheqa wê tê gotinê. Kitêba Pîroz navê vê eyan nake.
Em derheqa kirên wê çi zanin? Keçika ji Şûlamê şivanekîra kîjanî ku hiz dikir, aminî xwey dikir (Stirana Silêman 2:16). Silêman Padşa ser wê bengî bû, çimkî ew yeke gelek bedew bû, û ewî her tişt dikir, seva ku dilê wê bikire (Stirana Silêman 7:6). Rast e, her kes lê hêlan dikirin Silêman bijbêre, lê ewê înkar dikir. Ewê tenê şivanê xwe hiz dikir û wîra amin bû (Stirana Silêman 3:5; 7:10; 8:6).
Em ji mesela Keçika ji Şûlamê çi hîn dibin? Rast e, ew gelek bedew bû, û her kesî dîna xwe dida wê, yeke ew milûk dima û derheqa xwe zef nedifikirî. Ewê guh nedida giliyê her kesa, û nejî dîna xwe dida hebûkê, lê berdewam dikir şivanê xwe hiz bike. Ewê hestên xwe kontrol dikir û namûsiya xwe xwey dikir.
Lêa
Lêa kê bû? Ew jina Aqûb ya pêşin bû. Xûşka wêye biçûk Rahêl jî heviya wê bû (Destpêbûn 29:20-29).
Em derheqa kirên wê çi zanin? Lêa bû dayîka şeş kurên Aqûb (Rût 4:11). Aqûb safî kiribû Rahêlê bistîne, ne ku Lêayê. Lê bavê wan Laban usa kir, wekî Lêayê ciyê Rahêlê girt. Çaxê Aqûb dît, wekî ew hatiye xapandinê, ew ser Laban gelek hêrs ket. Laban gotê, wekî bi edetî îzna qîza biçûk tune pêşiya ya mezin mêr ke. Heftêk şûnda, Aqûb Rahêl stand (Destpêbûn 29:26-28).
Aqûb diha zef Rahêlê hiz dikir, ne ku Lêayê (Destpêbûn 29:30). Lema jî Lêayê dexesî Rahêlê dikir û dixwest dîna Aqûb diha zef ser wê be. Yehowa derdê Lêayê dît û ew kerem kir. Xwedê heft zar dayê, şeş kur û qîzek (Destpêbûn 29:31).
Em ji mesela Lêayê çi hîn dibin? Lêayê timê dua dikir û îtbariya xwe Xwedê dianî. Rast e, dereca malbeta wê çetin bû, lê ewê ne dihîşt ev yek riya wê bigire, ku destê Yehowa bivîne (Destpêbûn 29:32-35; 30:20). Serhatiya wê dide kifşê, wekî pirejinî, kîjan ku Xwedê wedekî îzin dida, çiqas problêm pêşda tîne. Lê serê sêrîda Xwedê safî kiribû, wekî mêr xweyê jinekê be û jin jî xweyê mêrekî be (Metta 19:4-6).
▸ Hê zêde derheqa Lêayê dikarin vê gotarêda bixûnin “Lûrîna Xûşkên ku Mala Îsraêl Ava Kirin”
▸ Derheqa vê yekê, ku çira Xwedê pirejinî nava cimeta xweye berêda îzin dida, bixûnin gotar “Gelo Xwedê Pirejiniyê Qebûl Dike?”
Merta
Merta kê bû? Ew xûşka Lazar û Meryemê bû. Ewana gundê Beytanya dijîtin ku nêzîkî Orşelîmê bû.
Em derheqa kirên wê çi zanin? Merta gelek şa bû, ku tevî Îsa dostiyê dikir. Îsa gelek “Merta, xûşka wê û Lazarê birê wan hiz dikirin” (Yûhenna 11:5). Merta yeke gelek mêvanhiz bû. Carekê Îsa mêvanî hatibû mala wan, Meryemê guh dida wî, lê Mertayê şixulên malê dikir. Ewê ber Îsa gazinê xwe kir, wekî Meryem alî wê nake, lê Îsa bi nermî şîret da wê (Lûqa 10:38-42).
Çaxê Lazar nexweş ket, Merta û Meryemê meriv şandin pey Îsa. Ewana dudilî nedibûn, wekî Îsa dikare birê wan qenc ke (Yûhenna 11:3, 21). Lê yazix Lazar mir. Ji xeberdana Mertayê dihate kifşê, wekî ewê baweriya xwe sozê ji Kitêba Pîroz dianî derheqa saxkirina miriya. Usa jî ewê bawer dikir, wekî Îsa dikare birê wê sax ke (Yûhenna 11:20-27).
Em ji mesela Mertayê çi hîn dibin? Merta yeke gelek mêvanhiz bû. Ewê bi hazirbûnê şîret hildida, usa jî bi azayê derheqa hest û baweriya xwe digot.
▸ Hê zêde derheqa Mertayê dikarin vê gotarêda bixûnin “Ez Bawer Dikim”.
Meryem (dayîka Îsa)
Meryem kê bû? Ew keçikeke Cihû bû û bikir bû, ew bi keremetê pê ma û kurê Xwedê jêra hate bûyînê.
Em derheqa kirên wê çi zanin? Meryemê bi milûktî qirara Xwedê anî sêrî. Çaxê melek jêra xuya bû û gotê, wekî ewê hemle derê, ew dergîstiya Ûsiv bû. Xêncî wê yekê melek usa jî got, wekî Mesîhê ku gelek wext hîviyê bûn, wê jêra bê bûyînê (Lûqa 1:26-33). Ew derbêra qayîl bû vê xwestina Xwedê bîne sêrî. Paşî bûyîna Îsa, Meryem û Ûsivra çar kur û lapî kêm du qîz hatine bûyînê, dêmek Meryem bikir ne ma (Metta 13:55, 56). Rast e, jêra qedirekî usa mezin hatibû dayînê, lê ewê xwera nav-deng nedigeriya û hîviya pesin û payîdayînê nîbû ne wedê xizmetiya Îsa, ne jî civatên Mesîhiyada.
Em ji mesela Meryemê çi hîn dibin? Meryem kulfeteke amin û xwedêxof bû. Ewê bi hazirbûnê her tiştên ku jêra digotin, dianî sêrî. Ewê Nivîsarên Pîroz gelek rind zanibû. Ça lêkolînekêda tê gotinê, ewê weke 20 cara Nivîsarên Pîroz wekiland, çaxê xeberên Lûqa 1:46-55 digot.
▸ Hê zêde derheqa Meryemê dikarin vê gotarêda bixûnin “Em ji Meryemê Çi Hîn Dibin”
Meryem (xûşka Mertayê û Lazar)
Meryem kê bû? Ewê, birê wê Lazar û xûşka wê Mertayê, tevî Îsa hevaltiya nêzîk dikirin.
Em derheqa kirên wê çi zanin? Meryemê gelek car dida kifşê, wekî Îsa ça Kurê Xwedê qîmet dike. Ewê bawer dikir, ku Îsa dikaribû birê wê Lazar, ji mirinê xwey kira, û ew wêderê bû gava Îsa Lazar ji mirinê rakir. Merta xûşka wê, neqayîl bû çaxê Meryem guh dida Îsa, lê şixulê malêda alî wê nedikir. Lê Îsa payê Meryemê da, çimkî ewê tiştên ruhanî diha qîmet dikir (Lûqa 10:38-42).
Dereceke dinda Meryemê mêvanhiziya mezin hindava Îsa da kifşê, bi wê yekê ku “rûnê bînxweş” û biha, rête ser serê wî û nigê wî (Metta 26:6, 7). Ewên ku wêderê rûniştibûn Meryemê neheq kirin, wekî ew badîhewa xercên mezin dike. Lê Îsa pişta wê girt û got: “Dinyayêda kîderê eva Mizgîniya [derheqa Padşatiya Xwedê] bê dannasînkirinê, wê kirina vê kulfetê jî bona bîranîna wê bê gotinê” (Metta 24:14; 26:8-13).
Em ji mesela Meryemê çi hîn dibin? Baweriya Meryemê qewî bû. Ewê ne ku şixulên herrojî, lê şixulên ruhanî datanî ser ciyê pêşin. Ewê bi milûktiyê bona Îsa xercên mezin a kir, û bi wê yekê qedirê wî girt.
Meryema Mejdelanî
Meryema Mejdelanî kê bû? Ew şagirteke Îsaye amin bû.
Em derheqa kirên wê çi zanin? Meryema Mejdelanî ji wan kulfeta bû, kîjan ku tevî şagirta pey Îsa diçûn. Ewê bona hewcên Îsa û şagirtên wî, bi merdanî perên xwe xerc dikir (Lûqa 8:1-3). Ew heta xilaziya xizmetkirina Îsa ser erdê, pey wî diçû, û çaxê Îsa ser stûna cefê mix dikirin, ew wêderê bû. Jêra qedirekî mezin hate dayînê, çimkî ew nava wan merivada bû, kî ku pêşiya gişka Îsayê saxkirî dîtin (Yûhenna 20:11-18).
Em ji mesela Meryema Mejdelanî çi hîn dibin? Meryema Mejdelanî yeke amin bû û bi merdanî piştgiriya xizmetiya Îsa dikir.
Meryem
Meryem kê bû? Ew xûşka Mûsa û Harûn bû. Ew kulfeta pêşin e, derheqa kîjanê Kitêba Pîrozda tê gotinê ça pêxember.
Em derheqa kirên wê çi zanin? Ew ça pêxembera Xwedê, giliyên wî derbazî meriva dikir. Nava cimeta Îsraêlêda qedirê wê hebû. Çaxê Xwedê cimeta Misiriya Bera Sorda kuta kir, Meryemê tevî mêrên Îsraêlê stirana serketinê stira (Derketin 15:1, 20, 21).
Hine wext şûnda Meryem û Harûn destpêkirin ser Mûsa bikine kute-kut. Ewana ketine ber bayê babaxiyê û hevsûdiyê. Lê Xwedê “ew yek bihîst” û sert wana şîret kir (Jimar 12:1-9). Xwedê Meryemê bi nexweşiya kotîbûnê ceza kir, çimkî ça tê kifşê, ew neqayîlbûn ji wê pêşda hat. Çaxê Mûsa bona wê Xwedêra dua kir, Xwedê lê qenc kir. Ew ji zoma Îsraêliya derxistibûn, û paşê heft roja îzin dane wê paşda vegere (Jimar 12:10-15).
Kitêba Pîrozda tê gotinê, wekî Meryemê şîret qebûl kir û xwe rast kir. Çend qirna şûnda Xwedê rola wêye ferz kire bîra Îsraêliya û got: “Min ... pêşiya teda Mûsa, Harûn, Mîryam şand!” (Mîxa 6:4).
Em ji mesela Meryemê çi hîn dibin? Serhatiya Meryemê mera eyan dike, wekî Xwedêra yek nîne, ku xizmetkarên wî çi dibêjine hev û çi derheqa yên din dibêjin. Xêncî wê yekê, seva ku Xwedê ji me razî be em gerekê kubar-babax nîbin û hevsûdiyê nekin, rûyê çida jî emê navê kesekî qenc, xirab kin.
Rahêl
Rahêl kê bû? Ew qîza Laban bû û usa jî jina Aqûbe hizkirî bû.
Em derheqa kirên wê çi zanin? Rahêl bû jina Aqûb û du kur wîra anî, ji kîjana ku çend berekên Îsraêlê pêşda hatin, ku bi temamî 12 bûn. Rahêl tevî Aqûb bû nas, çaxê pezê bavê xwe diçêrand (Destpêbûn 29:9, 10). Himberî xûşka xwe Lêaye, ew yeke gelek “bedew bû” (Destpêbûn 29:17).
Dilê Aqûb kete Rahêlê, û ew qayîl bû heft sala bixebite, wekî lê xwera jintî bîne (Destpêbûn 29:18). Lê Laban Aqûb xapand û pêşiyê qîza xwe Lêa wîra jintî da, paşê jî îzin da ku ew Rahêlê bistîne (Destpêbûn 29:25-27).
Aqûb Rahêlê û du kurên xweye ji wê diha hiz dikir, ne ku Lêa û zarên ji wê (Destpêbûn 37:3; 44:20, 27-29). Ji bo vê yekê, du jin destpêkirin hevsûdiyê hevdu bikin (Destpêbûn 29:30; 30:1, 15).
Em ji mesela Rahêlê çi hîn dibin? Rast e, dereca malbeta Rahêlê hêsa nîbû, lê dîsa jî ewê bawer dikir, wekî Xwedê guh bide duayên wê û îlacekê bike (Destpêbûn 30:22-24). Serhatiya Rahêlê dide kifşê, wekî pirejinî çiqas problêm pêşda tîne. Ev derece îzbat dike bîlaniya normên Xwedê derheqa zewacê, wekî cem mêr gerekê tenê jinek hebe (Metta 19:4-6).
▸ Hê zêde derheqa Rahêlê dikarin vê gotarêda bixûnin “Lûrîna Xûşkên ku Mala Îsraêl Ava Kirin”.
▸ Derheqa vê yekê, ku çira Xwedê pirejinî nava cimeta xweye berêda îzin dida, bixûnin gotar “Gelo Xwedê Pirejiniyê Qebûl Dike?”
Rexab
Rexab kê bû? Ew yeke qav bû û li Kenanê bajarê Erîhayêda dijît. Wede şûnda ew bû xizmetkara Yehowa Xwedê.
Em derheqa kirên wê çi zanin? Rexabê du mêrê Îsraêlî veşartin, yên ku hatibûn wekî cesûsiyê bajarê wan bikin. Ewê bona wan qencî kir, çimkî bihîstibû, wekî çi cûreyî Yehowa Xwedayê Îsraêliya cimeta xwe ji Misirê derxist û wede şûnda ji hicûmkirina Emorîya xilaz kir.
Rexabê alî cesûsa kir û ber wan lava kir, wekî çaxê ewana bên Erîhayê zeft kin, wê û malbeta wê xilaz kin. Ewana qayîl bûn, lê tiştek dewa kirin. Ewê gerekê derheqa wan tu kesîra negota û wedê zeftkirina Erîhayê ew malbeta xweva gerekê ji mal derneketana. Him jî wana gerekê toga sor pencerêra dardakirana, wekî cesûsa têderxistana ku ev mala wê ye. Rexabê her tişt usa kir, çawa cesûsa jêra gotin û wedê zeftkirina Erîhayê, ew malbeta xweva sax man.
Wede şûnda Rexabê mêrekî Îsraêlî stand, û ji xeza wê Dawid Padşa û Îsa Mesîh hatin bûyînê (Yêşû 2:1-24; 6:25; Metta 1:5, 6, 16).
Em ji mesela Rexabê çi hîn dibin? Kitêba Pîrozda derheqa Rexabê tê gotinê ça kulfeta bi baweriya qewî (Îbranî 11:30, 31; Aqûb 2:25). Ew yek ku Xwedê çawa xwe hindava wêda da kifşê eyan dike, wekî ew dibaxşîne û firqî nake orta meriva. Xêncî wê yekê merivê ku xwe riya nerast girtiye û paşê kirên xwe tobe dike, Xwedê hazir e bibaxşîne wî û ew kerem bike.
▸ Hê zêde derheqa Rexabê dikarin vê gotarêda bixûnin “Ew Bi Kirên Xwe Yeke Rast Hate Hesabê”.
Rêvêka
Rêvêka kê bû? Ew jina Îshaq û dayîka du kurên cêvî, Aqûb û Esaw, bû.
Em derheqa kirên wê çi zanin? Rêvêka qirara Xwedê wî çaxî jî tanî sêrî, gava ew yek çetin bû. Çaxê ew ji bîrê avê hildiçand, mêrek av ji wê xwest ku vexwe. Rêvêkayê derbêra av da wî û usa jî da deveyên wî (Destpêbûn 24:15-20). Ew meriv xulamê Birahîm bû, yê ku ji riya dûr hatibû seva ku bona Îshaqê kurê Birahîm jin bivîne (Destpêbûn 24:2-4). Ewî Xwedêra dua dikir, ku alî wî bike. Gava ewî dît ku Rêvêka çiqas xebathiz û mêvanhiz e, ewî fem kir, wekî Xwedê duayên wî bihîst, û hema ew gerekê bibûya jina Îshaq (Destpêbûn 24:10-14, 21, 27).
Çaxê Rêvêka meniya hatina wî xulamî pêhesiya, ew qayîl bû tevî wî here, û bibe jina Îshaq (Destpêbûn 24:57-59). Wanara du kurên cêvî bûn. Xwedê wêra eyan kiribû, wekî Esaw kurê wêye mezin, wê bibe xulamê kurê wêye biçûk (Destpêbûn 25:23). Çaxê Îshaq xwast nixuriyê xwe Esaw kerem ke, Rêvêka her tişt kir wekî dewsa Esaw, ewê keremê Aqûb bistîne, çimkî ewê ew qirara Xwedê zanibû (Destpêbûn 27:1-17).
Em ji mesela Rêvêkayê çi hîn dibin? Rêvêka yeke milûk, xebathiz û mêvanhiz bû. Bi saya wan xeyseta ewê karibû bibe jineke baş, dayîka baş û xizmetkara Xwedayê rast.
▸ Hê zêde derheqa Rêvêkayê dikarin vê gotarêda bixûnin “Ewê got: Ezê Herim”
Rût
Rût kê bû? Ew ji Mowabê bû, ya ku xudanê xwe û welatê xwe hîşt, û destpêkir welatê Îsraêlêda Yehowara xizmet ke.
Em derheqa kirên wê çi zanin? Rût gelek xasiya xwe Nahomî hiz dikir. Çaxê Îsraêlêda birçîbûn destpêbû, Nahomî tevî malxê xwe û herd kurên xwe derbazî Mowabê bû. Kurên wê, du qîzên Mowabî xwera jintî hildan, navê yekê Rût bû lê ya din Orpa. Wede şûnda malxê Nahomî û herd kurê wê mirin, û ewana hersêk bûne jinebî.
Çaxê Nahomî bihîst, wekî Îsraêlêda birçîbûn xilaz bûye, ewê safî kir vegere mala xwe. Rût û Orpa jî xwest in tevî wê herin. Lê Nahomiyê gote wan, ku vegerin mala bavê xwe. Orpa hema usa jî kir (Rût 1:1-6, 15). Lê Rût yeke amin bû û ne xwest xasiya xwe bihêle. Ewê Nahomiyê hiz dikir û dixwest Xwedayê wê, Yehowara xizmet ke (Rût 1:16, 17; 2:11).
Li Beytlehmê, şeherê Nahomiyêda, Rût ça bûkeke amin û xebathiz, navekî baş xwera qazanc kir. Bowaz merivekî dewletî û xweyîmilk, Rût begem kir. Ewî bi merdaniyê Rût û Nahomiyêra xwarin dida (Rût 2:5-7, 20). Axiriyê Rût bû jina Bowaz. Padşa Dawid û Îsa Mesîh ji rikiniyata wê pêşda hatin (Metta 1:5, 6, 16).
Em ji mesela Rût çi hîn dibin? Rût ji hizkirina hindava Nahomiyê û Yehowa, mala xwe û neferên xwe hîşt. Ew kulfeteke xebathiz û amin bû, wî çaxî jî gava ew yek çetin bû.
▸ Hê zêde derheqa Rût dikarin vê gotarêda bixûnin “Tu Kuda Herî Ezê Bêm” û “Kulfeteke Xweyîesil”.
Sera
Sera kê bû? Ew jina Birahîm û dayîka Îshaq bû.
Em derheqa kirên wê çi zanin? Sera emirê rihet şeherekî dewletîda, dêmek Ûrda, hîşt, çimkî baweriya wê hindava sozên Xwedê hebû, kîjan ku Ewî Birahîmra soz dabû. Xwedê Birahîmra got, wekî ew şeherê Ûr bihêle, û derbazî erdê Kenanê be. Xwedê soz da, ku wê wî kerem ke, û ji wî wê cimeteke mezin pêşda bê (Destpêbûn 12:1-5). Sera wî çaxî îda 60 salî zêdetir bû. Sera tevî malxê xwe rê ketin çûn û îda çadirada dijîtin.
Rast e, emirê wî cûreyî xof bû, lê Sera dîsa jî piştgiriya Birahîm dikir, yê ku rêberiya Xwedê dianî sêrî (Destpêbûn 12:10, 15). Gelek sal Sera bêzuret bû, ji bo wê yekê ew xemgîn dibû. Lê Xwedê soz dabû, ku wê zureta Birahîm kerem ke (Destpêbûn 12:7; 13:15; 15:18; 16:1, 2, 15). Wede şûnda, çawa ku Xwedê soz dabû, Sera û Birahîmra kur bû. Çaxê Sera îda emirda gelek mezin bû, ewê zar anî. Ew 90 salî bû, lê mêrê wê 100 salî (Destpêbûn 17:17; 21:2-5). Wana navê kurê xwe danî Îshaq.
Em ji mesela Serayê çi hîn dibin? Mesela Serayê me hîn dike, ku em hergav baweriya xwe sozê Xwedê bînin, hela hê wî çaxî jî gava ew yek bona me nehêsa ye (Îbranî 11:11). Û mesela wê jineke amin dide kifşê, ku çiqas ferz e, zewacêda qedirê hev bigirin (1 Petrûs 3:5, 6).
▸ Hê zêde derheqa Serayê dikarin vê gotarêda bixûnin “Tu Jineke Berbiçeve Bedew î” û “Dayka Gelek Padşa”
Yaêl
Yaêl kê bû? Ew jina Heber bû, yê ku Îsraêlî nîbû. Yaêl bi mêrxasî piştgiriya cimeta Xwedê kir.
Em derheqa kirên wê çi zanin? Yaêl netirsiya û mêrxasî da kifşê, gava Sîsera sereskerê Kenaniya, kete zoma wan. Sîsera ji şerê tevî Îsraêliya da der, û cîkî bêxof digeriya. Yaêlê gotê, wekî ew dikare çadira wêda xwe veşêre û hêsa be. Û çaxê ew xewra çû, Yaêlê wî kuşt (Hakimtî 4:17-21).
Bi kirên Yaêlê, pêxembertiya Deborayê hate sêrî: “Ji ber ku Xudan, wê Sîsera bide destê pîrekekê” (Hakimtî 4:9). Bona wan kirên Yaêlê gotin, wekî ew nava kulfetada ya lape keremkirî ye (Hakimtî 5:24).
Em ji mesela Yaêlê çi hîn dibin? Yaêlê hazirbûn û mêrxasî da kifşê. Mesela wê nîşan dike, ku Xwedê dikare her tiştî bike, ku pêxembertiyên xwe bîne sêrî.
Kulfetên Ji Kitêba Pîroz. Xronolojiya
Sêlav (2370 B.D.M.)
Derketin (1513 B.D.M.)
Padşê Îsraêlê yê pêşin (1117 B.D.M.)
Nixumandina Îsa (29 D.M.)
Mirina Îsa (33 D.M.)