KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • ijwyp serê 86
  • Gelo Sêrbazî Ziyanê Tîne?

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Gelo Sêrbazî Ziyanê Tîne?
  • Pirsên Cahila
  • Binserî
  • Têmên Mîna Wê
  • Ev ça dîna me dikişîne?
  • Çida ev xof e?
  • Tu çi dikarî bikî
  • Pê Alîkariya Yehowa Miqabilî Ruhê Xirab Bisekinin
    Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê) — 2019
  • Miqabilî Şeytan û Hunurên Wî be
    “Xwe Nava Hezkirina Xwedêda Xwey Ke”
  • Melek Kî ne û Ewana Çi Dikin?
    Şa be Jîyînêra Heta-Hetayê!—Kûrsa Hînkirina Kitêba Pîroz
  • Cin Dev Didin ku Miqabilî Xwedê Derên
    Ruhêd Miriya—Gelo Ewana Dikarin Alî Te Bikin yan jî Ziyanê Bidine Te? Ewana bi Rastiyê Hene?
Pirsên Cahila
ijwyp serê 86
Du keçik kitêba sêrbaziyê dinihêrin

PIRSÊN CAHILA

Gelo Sêrbazî Ziyanê Tîne?

Hûn ça difikirin?

  • Gelo vê yekêda tiştekî xirab heye, hergê em horoskopa bixûnin, koçektiyê bikin, textê sêrbaziyê bidine xebatê yan jî herine cem wan kî ku gazî ruha dike?

  • Gelo serhatiyên sêrbaziyêva û koçektiyêva girêdayî, tenê hekiyatên derheqa şerê orta xirabiyê û qenciyê ne, yan ev diha xof in?

Vê gotarêda emê şêwir kin, wekî sêrbazî ça dikare dîna me bikişîne berbi xwe û ev çi ziyanê dikare bîne.

  • Ev ça dîna me dikişîne?

  • Çida ev xof e?

  • Tu çi dikarî bikî

  • Hine cahil çi dibêjin

Ev ça dîna me dikişîne?

Sêrbazî bîznêseke qewî ye. Bi saya wan tişta çi ku sêrbaziyêva girêdayî ne, gelek pere têne çêkirinê; mesele TV bername, sînem, vîdêo lîstik û kitêb. Ji bo vê yekê gelek cahila xwestin hê zêde derheqa steyrnasiyê, cina, vampîra û koçektiyê pêbihesin. Çima ev yek usa belabûyî ye? Çend menî hene:

  • Xwestina ku hemû tiştî pêbihesin: Meriv dixwazin pêbihesin, ku bi rastî ruh hene, yan na

  • Tirs: Gelek meriv ditirsin, ku axirî wê çawa be û dixwazin pêbihesin, ku çi wê biqewime

  • Êşa dil: Ewên ku merivên wan mirin e, gelek bîra wan dikin û hizreta wê yekê ne, ku tevî wan xeber din

Ev hest xirab nînin. Bi rastî tiştekî xirab vê yekêda tune, ku em bixwazin axiriyê pêbihesin, yan jî şîna merivên xwe bikin. Çi jî hebe em gerekê bîr nekin, wekî ev yek dikare xof be jî û ziyanê bide me.

Çida ev xof e?

Kitêba Pîroz hemû tiştên ku sêrbaziyêva girêdayî ne, sûcdar dike. Mesele, ev dibêje:

“Bira nava teda yê usa tune be, ... ne koçek, ne sêrbaz, ne remildar, ne jî pîresêr, ne nifirkir, ne yê ku gazî ruha dike, ne xweyîhunir, ne jî yê ku gazî mirîya dike. Çimkî li ber çevê Xudan yê ku vê yekê dike kirêt e” (Qanûna Ducarî 18:10-12).

Çima Kitêba Pîroz dewa dike, ku em xwe ji sêrbaziyê dûr bigirin?

  • Sêrbazî ev heye heleqetî tevî cina. Kitêba Pîroz dibêje, wekî hine melek miqabilî Xwedê rabûn û bûne dijminên wî (Destpêbûn 6:2; Cihûda 6). Ew melekên zulm yanê cin, bi saya koçeka, sêrbaza û steyrnasa meriya dixalifînin. Û bi rastî ewên ku sêrbaziyêva mijûl dibin, piştgiriya dijminên Xwedê dikin.

  • Sêrbazî hînkirina qelp bela dike, ku yan çi kesek dikare axiriyê bizanibe. Lê bi rastî tenê Xwedayê Himzor dikare evê yekê bizanibe. Ew dibêje: “Ez serê-sêrîda dibêjim vê yekê, çi ku vê xilaziyêda bibe, û ji berêda vê yekê, çi ku hê nebûye” (Îşaya 46:10, DT; Aqûb 4:13, 14).

  • Sêrbazî usa dide kifşê, yan çi yên mirî dikarin tevî merivên sax xeber din. Lê bi rastî Kitêba Pîroz dibêje: “Mirî ... tiştekî nizanin. ... ji ber ku li warê miriyan, ya ku tuyê biçê kar û raman, zanîn û zanyarî nîne” (Waîz 9:5, 10).

Lema jî Şedên Yehowa ji sêrbaziyê, ji wedederbazkirinên usa kîderê ku zombî, vampîr, û qewimandinên ecêb didine kifşê, xwe dûr digirin. Keçikek navê kîjanê ku Mariya ye, dibêje: “Hergê sînemêda tiştekî cinava girêdayî hebe, ezê evê sînemê nenihêrim”.a

Gedekî cahil difikire, ku ew bi têlêfonê kesekî maqûlra xeber dide, lê bi rastî ew qaçax e

Anegorî vê yekê ça merivê mixenet xwe dewsa merivekî qenc datîne, cin jî xwe dewsa miriyên meyî hizkirî didine kifşê

Tu çi dikarî bikî

  • Safî ke, wekî xwe dûr bigirî ji kirên usa, kîjan ku sêrbaziyêva û koçektiyêva girêdayî ne, ku bikaribî “bi îsafa rihet li ber Xwedê” bisekinî (Karên Şandiya 24:16).

  • Bira cem te tu tiştên ku sêrbaziyêva girêdayî ne tune bin. Bixûne Karên Şandiya 19:19, 20 û dîna xwe bidê ku çawa dikarî vê yekêda çev bidî Mesîhiyên qirna yekê.

Bîr neke: Çaxê tu xwe ji hemû cûre sêrbaziyê dûr digirî, usa tu didî kifşê, wekî Yehowa hiz dikî û piştgiriya wî dikî. Dilê Yehowa tera şa dibe! (Metelok 27:11)

Hine cahil çi dibêjin

Brêndon

“Îro hela hê sînemên bona zaroka jî sêrbazî û koçektî hene. Lê Qanûna Ducarî 18:10-da tê gotinê, wekî nava cimeta Xwedêda gerekê tune bin merivên usa, kîjan ku sêrbaziyêva mijûl dibin. Dêmek, em gerekê wedederbazkirinên usa nejbêrin, kîjan ku sêrbaziyêva girêdayî ne” (Brêndon).

Roûz

“Çaxê bi têlêvîziyonê yanê sînemada tiştên sêrbaziyêva girêdayî nîşan dikin, gerekê derbêra tiştekî bikî ku nenihêrî. Hergê lazim be, hevalên xwera jî bêje, wekî naxwazî evê sînemê binihêrî. Bi rastî jî îsafa temiz ji her sînem û bernamên têlêvîziyonê baştir e” (Roûz).

a Ev nayê hesabê, ku hemû çîrokada sêrbazî heye. Lema jî Mesîhî guh didin îsafa xweye li ser hîmê Kitêba Pîroz hînkirî, wekî têderxin xwe ji kîjan wedederbazkirina dûr bigirin (2 Korintî 6:17; Îbranî 5:14).

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin