Spartin
a Ji Kitêba Pîroz em pêdihesin ku bes nîne wekî îsafa me temiz be. Mesele, Pawlosê şandî usa got: “Îsafa min rihet e, ne ku bi vê yekê ez xwe sofî dikim, lê hakimê min Xudan e” (1 Korintî 4:4). Hela hê ewên ku mîna Pawlosê şandî pey Mesîhiya dikevin, dibek hesab dikin ku îsafa wan temiz e, çimkî wana tirê ku Xwedê kirên wan qebûl dike. Lê gelek ferz e ku îsafa me, ne ku tenê ber çevê me temiz be, lê ber çevê Xwedê jî (Karên Şandiya 23:1; 2 Tîmotêyo 1:3).