Spartin
a Çaxê Îsa derheqa nîşanên rojên axiriyê digot, ewî çend mesele anîn. Hewas e ku dîna xwe bidin, wekî Îsa pêşiyê mesela derheqa “xulamê amin û serwaxt” anî. Dêmek ew koma biçûk ya birên rûnkirî, yên ku nava cimeta Xwedêda rêberiyê hildidine ser xwe (Met. 24:45-47). Paşê, ewî mesele anî derheqa hemû rûnkiriya (Met. 25:1-30). Lê paşê, ewî xeberda derheqa wan, yên ku hîviya jîyîna heta-hetayê ne, ser erdê. Îsa got ku ewana wê piştgiriya birên Mesîh bikin (Met. 25:31-46). Mîna vê yekê, îro pêxembertiya Hezeqêl pêşiyê gerekê bihata sêrî ser wan, yên ku hîviya jîyîna ser ezmana ne. Rast e padşatiya deh berekî bi sîmbolîk nayê hesabê, ew meriv yên ku hîviya jîyîna ser erdê ne, lê ew pêxembertî rind eyan dike yektiya nava pezên din û rûnkiriya.