Spartin
a Em jî mîna Dawidê zebûrbêj, Yehowa hiz dikin û şa dibin çaxê pesinê wî didin. Çaxê em têne civatê, ew mecaleke baş e seva ku hizkirina xwe Xwedêra bidine kifşê. Lê bona hineka ji me, çetin e civatêda caba xwe bidin. Hergê tu jî rastî vê çetinayê têyî, ew gotar dikare alî te bike, ku têderxî çira ditirsî û çawa ewê tirsê bal xwe bidî hildanê.