Spartin
b GOTINÊN KU HATINE ŞIROVEKIRINÊ: Sêrbazî tê hesabê baweriyên û şixulên ku tevî cina girêdayî ne. Bawerî hindava ruhên miriya, yançi mirî paşî mirinê dijîn û xeber didin tevî saxa, îlahî tevî sêrbaza, ew jî dikevine nava sêrbaziyê. Usa jî koçektî û pîresêrtî jî dikeve nava sêrbaziyê. Cedûtî ku vê gotarêda tê xebitandinê, usa jî tê hesabê nifir, benik-bûtik yan jî benikvekirin. Lê lîstikên destlezî (fokûs), kîjana hine meriv dikin, seva yên mayîn ecêbmayî kin, nakevine nava cedûtiyê.