Spartin
a Îsa Mesîh dersdarê herî mezin bû. Dîsa jî, piraniya meriva seva wî diketin şikê û nebûn şagirtên wî. Gelo çima? Vê gotarêda, emê dîna xwe bidin çar sebeba. Usa jî, emê bivînin ku îro gelek kes çima seva gotin û kirinên Şedên Yehowa dikevin şikê û nabin şagirtên Îsa Mesîh. Xêncî vê yekê, emê bivînin ku em çawa dikarin baweriya xwe hindava Îsa Mesîh diha qewî bikin, wekî em nelikumin.