Spartin
a Yehowa dixwaze wekî em ne tenê mizgînê bela kin, lê usa jî meriva hîn bikin, wekî ewana hemû tiştên ku Îsa temî da, pêk bînin. Gelo çi dikare xwestina me zêde ke ku em herin û meriva hîn bikin? Gava em mizgînê bela dikin û alî meriva dikin ku bibine şagirtên Îsa, em rastî çi çetinaya tên? Gelo em çawa dikarin serî bi van çetinayara derxin? Vê gotarêda, emê cabên van pirsa bistînin.