Spartin
a Em Yehowa gelek hiz dikin, û em dixwazin çiqas ji destê me tê wîra xizmet bikin. Lema jî em diqewime dixwazin xizmeta xwe zêde bikin yan civatêda hine cabdariyên teze bistînin. Lê heger em aliyê xweda çiqas destê me tê dikin, lê dîsa jî nagihîjin hine nêta, gerekê em çi bikin? Gelo em ça dikarin xîret û şabûna xwe xwey kin? Vê yekêda, mesela Îsa derheqa telanta dikare alî me bike.