Çarşem, 22 Cotmehê
Bawerî, heger kirên wê tunebin, bi tenê mirî ye (Aqûb 2:17).
Çawa ku Aqûbda tê gotinê, ev meriv diqewime dibêje, wekî baweriya wî heye, lê kirên wî vê yekê nîşan nakin (Aqûb 2:1-5, 9). Aqûb usa jî derheqa wî merivî gilî dike, yê ku birakî yan xûşkeke bê kinc û bê xwarin divîne, lê alî wan nake. Hergê jî ev kes bêje ku baweriya wî heye, lê yeke kirên wî vê yekê nîşan nakin, baweriya wî kêrî tiştekî nayê (Aqûb 2:14-16). Aqûb besa Rexabê jî kir, ya ku baweriya xwe bi kirên xwe nîşan dikir (Aqûb 2:25, 26). Ewê bihîstibû derheqa tiştên ku Yehowa bona Îsraêliya kiribû, û zanibû wekî Yehowa piştgiriya Îsraêliya dike (Yêşû 2:9-11). Rexabê baweriya xwe bi kirên xwe îzbat kir. Gava jîyîna du cesûsên Îsraêlî ketibû qeziyê, ewê ew veşartin. Mîna Birahîm, ew jina ne Îsraêlî jî, rast e gunekar bû û xwe li Qanûna Mûsa nedigirt, lê ew rast hate hesabê. Ji serhatiya Rexabê em hîn dibin, ku ferz e wekî em bi kirên xwe baweriya xwe nîşan kin. w23.12 5-6 ¶12-13
Pêşem, 23 Cotmehê
Hizkirinêda raw û rikinê xwe bavêjin (Efes. 3:17).
Bes nîne ku em tenê rastiyên sereke yên Kitêba Pîroz fem kin. Em ji dil dixwazin bi alîkariya ruhê pîroz “nêt-meremên Xwedêye kûr jî” hîn bin (1 Korintî 2:9, 10). Tu dikarî têmeke usa lêkolîn bikî, ya ku wê te diha nêzîkî Yehowa ke. Mesele, ev têma hêjayî lêkolînê ne: Çawa Xwedê hezkirina xwe xizmetkarên xweye berêra dida kifşê? Ev yek çawa îzbat dike, wekî ew te jî hez dike? Usa jî, tu dikarî lêkolîn kî, ku Yehowa dixwest wekî Îsraêlî çawa Wî bihebînin, û beramber ke, ku Ew çawa dixwaze wekî em îro jêra xizmet kin. Yan jî, tiştên ku pêxembera pêşda derheqa Îsa Mesîh gotibûn, çawa wedê jîyîn û xizmetiya wî ser erdê, hatine sêrî? Tu dikarî bi alîkariya Îndêksa Edebyeta Birca Qerewiliyê, yan jî bi saya Rêberiya Lêkolînkirinê bona Şedên Yehowa, kûr lêkolîna bikî û ji vê yekê şabûnê bistînî. Hergê tu Kitêba Pîroz kûr lêkolîn kî, baweriya te wê diha qewî be û tuyê diha baş Xwedê nas bikî (Metelok 2:4, 5). w23.10 18-19 ¶3-5
Înî, 24 Cotmehê
Berî her tiştî, hizkirina we hindava hevda bi dil û can be, çimkî hizkirin gelek guna dinixême (1 Pet. 4:8).
Petrûsê şandî got, ku hezkirina me gerekê “bi dil û can be”. Lê para duda ya vê rêzêda tê gotinê ku ev hezkirin ça ser me hukum dike. Ev me hêlan dike çevê xwe ser şaşiyên xûşk-bira dadin. Em dikarin vê yekê beramberî meselekê bikin. Bidine ber çevê xwe ku sifrek gelek herişî ye û leke ser in. Hergê parçê sifirê bavêjine ser, wê ne ku tenê lekek yan dudu bê veşartinê, lê gelek qisûrên sifirê. Hema bi wî cûreyî, hergê hezkirina me hindava xûşk-bira bi dil û can be, emê bikaribin ne ku tenê şaşîk yan duda bibaxşînine wan, lê “gelek guna”. Hezkirina me hindava xûşk-birada gerekê usa qewî be, wekî em bikaribin bi dil û can hela hê şaşiyên wane mezin jî bibaxşînin (Kolosî 3:13). Gava em usa dikin, bi vê yekê em didine kifşê, ku hezkirina me qewî ye û em dilê Yehowa şa dikin. w23.11 11-12 ¶13-15