Şemî, 25 Cotmehê
Şafan li ber qiral [padşa] jê xwend (2 Dîr. 34:18).
Gava Yoşiya Padşa 26 salî bû, ewî destpêkir paristgehê teze ke. Wî çaxî, kitêba Qanûna Yehowa hate dîtinê, ya ku Xwedê bi saya Mûsa dabû cimeta xwe. Çaxê padşa bihîst ku çi hatiye nivîsarê, ewî derbêra xwest her tiştî li gora van nivîsara bike (2 Dîrok 34:14, 19-21). Tu hez dikî timê Kitêba Pîroz bixûnî? Gelo tu her tiştî dikî, wekî her roj Kitêba Pîroz bixûnî? Lê ji vê yekê tu lezetê distînî? Gava Yoşiya weke 39 salî bû, şaşîke wî bû sebebê mirina wî. Dewsa ku ji Yehowa rêberiyê bixwaze, ewî xwexa safî kir çi bike (2 Dîrok 35:20-25). Ji vê yekê, em dikarin dersekê xwera hildin. Gerekê em hertim rêberiya Yehowa bigerin, firqî tune em çend salî ne yan jî çiqas wext Kitêba Pîroz lêkolîn dikin. Ev tê hesabê, ku em gerekê her roj bona rêberiya Yehowa dua bikin, Xebera wî bixûnin, ser wê kûr bifikirin û guh bidin şîretên xûşk-birên ruhanîda gihîştî. Bi vî cûreyî, emê diha kêm şaşiyên giran bikin û diha zêde şabûnê bistînin (Aqûb 1:25). w23.09 12 ¶15-16
Led, 26 Cotmehê
Xwedê miqabilî kubar-babaxa ye, lê keremê dide şkestiya (Aqûb 4:6).
Serhatiyên gelek kulfetên ku Yehowa hez dikirin û jêra xizmet dikirin, Kitêba Pîrozda hatine nivîsarê. Wana xwegirtin dida kifşê û her tiştîda amin bûn (1 Tîmotêyo 3:11). Îro civatên meda jî xûşkên usa hene, yên ku ji dil Yehowa hez dikin û bûne Mesîhiyên gihîştî. Xûşkên cahil dikarin ji wana gelek tişt hîn bin. Xûşkên cahil, bifikirin ku hûn dikarin ji xûşkên gihîştî çi hîn bin. Dîna xwe bidine hunurên wane baş. Milûktî bona xizmetkarên Xwedê yên gihîştî gelek ferz e. Hergê kulfet milûk be, dostiya wê tevî Yehowa û kesên din wê baş be. Mesele, kulfeta ku Yehowa hez dike, ew bi milûktî prînsîpa serwêrtiyê tîne sêrî, ya ku Xwedê daye (1 Korintî 11:3). Ev prînsîpa ku Bavê meyî ezmana daniye, gerekê him civatêda him jî malbetêda bê xebitandinê. w23.12 18-19 ¶3-5
Duşem, 27 Cotmehê
Gerekê mêr jina xwe hiz bike, çawa bedena xwe (Efes. 5:28).
Yehowa dixwaze, wekî mêr jina xwe hez bike, hemû hewcên wê hilde hesab, jêra bibe hevalekî baş û alî wê bike, ku ew diha nêzîkî Yehowa be. Fikirandina kûr, qedirgirtina jina û xîret, gelek ferz in. Ev tişt wê alî te bikin, wekî tu zewacêda bibî hevalekî baş. Paşî zewacê, dibeke tu bibî bav. Tu dikarî ji Yehowa hîn bî, wekî bibî bavekî baş (Efesî 6:4). Yehowa eşkere Kurê xwe Îsara got, ku ew lê hez dike û ji wî razî ye (Metta 3:17). Hergê tu bibî bav, her roj zarên xwera bêje, wekî tu wana hez dikî. Bona kirên wane baş payê wan bide. Bavên ku çev didine Yehowa, alî zarên xwe dikin, ku ewana bibine Mesîhiyên gihîştî. Tu çawa dikarî nihada bona vê cabdariyê xwe hazir kî? Mesele, bi dil û can bona malbeta xwe û xûşk-bira xem bike, usa jî hezkirin û razîbûna xwe wanra bide kifşê (Yûhenna 15:9). w23.12 28-29 ¶17-18