KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
Derkevin
Bikevin
KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Hûn bi xêr hatin.
Ew kitêbxane Şedên Yehowa çêkirine, seva ku li ser cûre-cûre zimana edebyeta lêkolîn kin.
Seva kişandina edebyeta, kerem ke bikeve li jw.org.
Elametî
Zimanê teze hate zêdekirin: Dendi
  • Îro

Led, 10 Tebaxê

Heval her gav hiz dike, bira bûye bona roja oxirmê giran (Metlk. 17:17).

Gava Cihûstanêda xelayîke giran destpêbû, xûşk-birên ji civata Entakya Sûryayê “qirar kirin ku ji destê kêva çiqas tê alîkariyê bona bawermendên Cihûstanê bişînin” (Karên Şandiya 11:27-30). Rê çiqas dûr bû jî, xûşk-birên li Entakyayê bi dil û can dixwestin alî wan bikin (1 Yûhenna 3:17, 18). Îro, gava cîkî teşqelek diqewime, em jî dikarin xûşk-birên xwera dilşewatiyê nîşan bikin û zû herin hewara wan. Em dikarin ji rûspiya bipirsin hela em ça dikarin alî xûşk-bira bikin. Usa jî em dikarin bona şixulê hemdinyayê pera qurban kin û bona kesên zirardîtî dua bikin. Dibeke xûşk-birara alîkarî lazim be, wekî tiştên lazim wanra destxin, çida ewana hewce ne. Gava Padşê me Îsa, dîwana meriva bike, û bivîne ku em hindava hevda dilşewat in, ewê me teglîf ke ku em Padşatiyê “war bin” (Metta 25:34-40). w23.07 4 ¶9-10; 6 ¶12

Her Roj Nivîsarên Pîroz Lêkolîn Bikin—2025

Duşem, 11 Tebaxê

Bira berbihêriya we hemû merivava eyan be (Fîlî. 4:5).

Îsa çev dida serwaxtiya Yehowa. Rast e ew “tenê bona pezên mala Îsraêlêye undabûyî” hatibû şandinê, lê ewî kesên dinra jî bi berbihêriyê mizgînî bela dikir. Carekê jinikeke ne Îsraêlî ji wî lava kir, ku ew qîza wê qenc ke, ya ku ji aliyê cinada dihate çerçirandinê. Dilê Îsa ser şewitî û ewî qîza wê qenc kir (Metta 15:21-28). Were em dîna xwe bidine meseleke din. Carekê Îsa usa got: “Kî ku min . . . înkar ke, ezê jî wî . . . înkar kim” (Metta 10:33). Lê ewî Petrûs înkar nekir, yê ku sê cara wî înkar kiribû, çimkî Îsa bawerî û poşmanbûna wî dît. Paşî ku Îsa ji mirinê rabû, ewî xwe nîşanî Petrûs kir û jêra got, ku baxşandiye wî û lê hiz dike (Lûqa 24:33, 34). Yehowa Xwedê û Îsa her tiştîda serwaxtî û berbihêriyê didine kifşê. Yehowa dixwaze ku em jî merivne berbihêr bin. w23.07 21 ¶6-7

Her Roj Nivîsarên Pîroz Lêkolîn Bikin—2025

Sêşem, 12 Tebaxê

Mirinê tunebe (Eyan. 21:4).

Gelo em çawa dikarin kesên din bidine bawerkirinê, ku sozê Xwedê derheqa Cinetê wê bi rastî bê sêrî? Ya yekê, Yehowa xwexa vî sozî dide. Kitêba Eyantî dibêje: “Hingê ewî li ser text rûniştî got: ‘Ez her tiştî nû dikim!’” Qewat, bîlanî û xwestina Xwedê heye, wekî sozê xwe bîne sêrî. Ya duda, Yehowa zane wekî çi ku ewî gotiye, wê eseyî bê sêrî. Lema jî ew usa dibêje: “Ev xeberne amin û rast in. . . . Her tişt hate sêrî!” Ya sisiya, gava Yehowa tiştekî destpêdike, ew digihîje nêta xwe. Giliyên “Ez im Alfa û Omêga” vê yekê îzbat dike (Eyantî 21:6). Yehowa wê îzbat ke, ku Mîrê-cina derewîn e û nikare riya Wî bigire, ku nêta xwe bîne sêrî. Hergê tu kesekîra besa gumana ji Eyantî 21:4 bikî û ew bêje, “Ev gilî gelek xweş in, lê tenê xewn û xeyal in”, tu dikarî çi bikî? Tu dikarî rêzên 5 û 6 bixûnî û şirovekî. Nîşan ke, ku Yehowa hertim xweyê sozê xwe ye, çimkî Yehowa ça bêjî qolê xwe daniye (Îşaya 65:16). w23.11 7 ¶18-19

Her Roj Nivîsarên Pîroz Lêkolîn Bikin—2025
Hûn bi xêr hatin.
Ew kitêbxane Şedên Yehowa çêkirine, seva ku li ser cûre-cûre zimana edebyeta lêkolîn kin.
Seva kişandina edebyeta, kerem ke bikeve li jw.org.
  • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
  • Bişînin
  • Biqeydekirin
  • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
  • Qeydê Xebitandinê
  • Elametiyên Konfêdênsîal
  • Privacy Settings
  • JW.ORG
  • Bikevin
Şandin