Înî, 8 Tebaxê
Yê rîya rastda diçe ew ji Xudan ditirse (Metlk. 14:2).
Vê dinêda, bênamûsî nava merivada çiqas diçe haqas zêde dibe. Gava em van tişta divînin, em jî xwe mîna Lût texmîn dikin. Ew “ji bêpergaliya nepakaye bênamûsî aciz bibû”, çimkî ewî zanibû ku Xwedê xirabiya wan nefret dike (2 Petrûs 2:7, 8). Ji tirs û hizkirina Xwedê, Lût nedikete ber bayê kesên bênamûs. Îro jî gelek meriv qedirê prînsîpên Xwedêye nav-namûsiyê nagirin. Dîsa jî, hergê tirs û hizkirina Xwedê dilê meda hebe, emê bikaribin nav-namûsiyê xwey kin. Yehowa bi saya kitêba Metelok şîretên baş dide me. Firqî tune em çend salî ne, em gişk jî dikarin ji şîretên vê kitêbê karê bistînin. Hergê em Yehowa ditirsin, emê fesal bin ku xirabiyê nekin. w23.06 20 ¶1-2; 21 ¶5
Şemî, 9 Tebaxê
Hergê kesek dixwaze pey min bê, ew îda gerekê bona xwe nejî. Ew gerekê her roj stûna xweye cefê hilgire û pey min bê (Lûqa 9:23).
Diqewime tu ji aliyê malbeta xwe rastî peyketina hatî, yan jî te xebata baş înkar kiriye, seva ku şixulê Padşatiya Xwedê emirê xweda daynî ser ciyê pêşin (Metta 6:33). Bawer be, ku Yehowa aminiya te divîne (Îbranî 6:10). Dibeke te jî van giliyên Îsa ser xwe texmîn kiriye: “Ez rast wera dibêjim, her kesê ku bona xatirê navê min û mizgîniyê, mal, yan xûşk, yan bira, yan dê, yan bav, yan zar, yan erdê xwe hîştiye, ewê niha 100 carî zêdetir mal, xûşk, bira, dê, zar, erd tevî zêrandina bistîne û dinya tezeda jîyîna heta-hetayê” (Markos 10:29, 30). Rastî jî keremên ku te standine, ji qurbankirinên ku te kirine, mezintir in (Zebûr 37:4). w24.03 9 ¶5
Led, 10 Tebaxê
Heval her gav hiz dike, bira bûye bona roja oxirmê giran (Metlk. 17:17).
Gava Cihûstanêda xelayîke giran destpêbû, xûşk-birên ji civata Entakya Sûryayê “qirar kirin ku ji destê kêva çiqas tê alîkariyê bona bawermendên Cihûstanê bişînin” (Karên Şandiya 11:27-30). Rê çiqas dûr bû jî, xûşk-birên li Entakyayê bi dil û can dixwestin alî wan bikin (1 Yûhenna 3:17, 18). Îro, gava cîkî teşqelek diqewime, em jî dikarin xûşk-birên xwera dilşewatiyê nîşan bikin û zû herin hewara wan. Em dikarin ji rûspiya bipirsin hela em ça dikarin alî xûşk-bira bikin. Usa jî em dikarin bona şixulê hemdinyayê pera qurban kin û bona kesên zirardîtî dua bikin. Dibeke xûşk-birara alîkarî lazim be, wekî tiştên lazim wanra destxin, çida ewana hewce ne. Gava Padşê me Îsa, dîwana meriva bike, û bivîne ku em hindava hevda dilşewat in, ewê me teglîf ke ku em Padşatiyê “war bin” (Metta 25:34-40). w23.07 4 ¶9-10; 6 ¶12