-
Îtbariya Xwe Yehowa Bîne û Jîyînê BistîneBirca Qerewiliyê (Bona Hînbûnê) — 2018 | Mijdar
-
-
15, 16. a) Kitêba Hebaqûqda, em derheqa kîjan soza dixûnin? b) Ew soz çi me hîn dikin?
15 Yehowa soz dide wan merivên rast ku îtbariya xwe wî tînin: “Yê salih [yê rast], bi baweriya xwe bijî” û “gerdûn jî usa bi mezintî û zaniyariya Xudanva tijî bibe” (Hebq. 2:4, 14). Belê, ewên ku bi sebir hîviya Yehowa ne û çevê wan ser wî ye, wê bi emirê heta-hetayê bêne keremkirinê.
-
-
Îtbariya Xwe Yehowa Bîne û Jîyînê BistîneBirca Qerewiliyê (Bona Hînbûnê) — 2018 | Mijdar
-
-
17. Kitêba Hebaqûq çida dil dide me?
17 Em rojên axiriyêda dijîn, û kitêba Hebaqûq derseke qewî dide me. Yehowa jîyîna heta-hetayê soz dide her merivekî rast, yê ku îtbariya xwe wî tîne. Were em berdewam kin her cûre çetinayî û tengasiyêda, bawerî û îtbariya xwe hindava Xwedê qewî kin. Yehowa bi saya kitêba Hebaqûq mera dibêje, wekî Ew wê alî me bike û me xilaz ke. Ew bi nermî hîvî me dike, wekî em bi sebir hîviya wedê wîyî kifşkirî bin, gava temamiya erdê bin Padşatiya wîda, bi xizmetkarên bextewar û milûk tijî be (Met. 5:5; Îbrn. 10:36-39).
-