-
Xewn-Xeyalên Zekerya Çi Dersa Me Hîn Dikin?Birca Qerewiliyê (Bona Hînbûnê) — 2017 | Cotmeh
-
-
16. a) Çi qewimî tevî selê ku Zekerya dît? (Binihêre şiklê ewlin 3.) b) Du jin sele birine kîderê?
16 Paşî vê yekê Zekerya divîne du jina bi baskên qewî mîna yên leglegê. (Bixûne Zekerya 5:9-11.) Ew du jin gelek cude dibin ji vê jinika xirab ku selêda ye. Ew jin pê baskên xweye qewî ev sela bi “Xirabiyê” hildikişînin û dibin. Lê gelo kuda dibin? Ewana selê dibine “Şînarê”, dêmek Babîlonê. Lê çira dibine Babîlonê?
17, 18. a) Çira bona “Xirabiyê” ciyê layîq Babîlon bû? b) Em gerekê ça bin hindava xirabiyê?
17 Îsraêliya ku wedê Zekerya dijîtin, wê derbêra fem kirana ku çira ciyê Xirabiyê gerekê Babîlonêda be. Wana zanibû ku ev şeher bi xirabiyê tije ye, çimkî xwexa wêderê dijîtin. Wanra gelek çetin bû her roj xwe xwey kin, seva nekevine bin bayê merivên xirab ku bênamûsî û pûtparistî dikirin. Lê ev xewn-xeyal dilê wan rihet kir ku Yehowa wê nava cimeta xweda xirabiyê nehêle û hebandina rast wê bê xweykirinê.
18 Ev xewn-xeyal usa jî anî bîra Îsraêliya ku ewana jî cabdar in, wekî hebandinêda temizayê xwey kin. Nava cimeta Yehowada ciyê xirabiyê tune û wê ne jî hebe. Îro Yehowa me kiriye nava teşkîleta xweye temiz, kîderê ku em hizkirin û xweykirina wî divînin. Lê em cabdar in ku “mala” xwe, dêmek teşkîleta Yehowa, hemû aliyava temiz xwey kin. Belê, tu xirabî nava cineta meye ruhanîda gerekê tune be.
-