-
Padşatiya Xwedê Serwêrtiyê Dike!Şa be Jîyînêra Heta-Hetayê!—Kûrsa Hînkirina Kitêba Pîroz
-
-
2. Ji sala 1914 dinyayêda çi diqewime û meriv xwe ça didine kifşê?
Şagirtên Îsa ji wî pirsîn: “Nîşana hatina te û axiriya vê dinyayê wê çawa be?” (Metta 24:3). Îsa got ku wê çi biqewime çaxê ew ça Padşê Padşatiya Xwedê destpêke serwêrtiyê bike. Mesele, ewî got ku şer, kêmasiya xwarinê û erdhej wê hebin (Bixûne Metta 24:7.) Kitêba Pîrozda usa jî hatibû pêxembertîkirinê, wekî “rojên axiriyêda” meriv wê bêne guhastinê û pê kirên xwe emir diha çetin kin (2 Tîmotêyo 3:1-5). Eşkere tê kifşê, wekî ew pêxembertî ji sala 1914 têne sêrî.
3. Halê dinyayê çira hê xirab bû, çaxê Padşatiya Xwedê destpêkir serwêrtiyê bike?
Çaxê Îsa bû Padşa, hine wede şûnda ewî ser ezmana tevî Mîrê-cina û cinên wî şer destpêkir. Wî şerîda Mîrê-cina da der. Kitêba Pîrozda tê gotinê, wekî “ew milyaketên xweva jorda hatine avîtinê ser rûyê erdê” (Eyantî 12:9, 10, 12). Mîrê-cina gelek hêrs e, çimkî zane wekî hindik maye ew bê kutakirinê. Ew ser temamiya dinyayê kul-derda û hemû cûre çetinaya pêşda tîne. Lema ecêbmayî nîne ku dinya halekî usa xirabda ne.
-
-
Padşatiya Xwedê Serwêrtiyê Dike!Şa be Jîyînêra Heta-Hetayê!—Kûrsa Hînkirina Kitêba Pîroz
-
-
5. Ji sala 1914, halê dinyayê hatiye guhastinê
Îsa pêşda got ku çaxê ew bibe Padşa, halê dinyayê wê çawa be. Bixûne Lûqa 21:9-11, û paşê evê pirsê şêwir ke:
Te ji wan tişta çi dîtiye, yan jî bihîstiye?
Pawlosê şandî şirovekir, ku meriv wê xilaziya rojên serwêrtiya vê dinyayê çawa bin. Bixûne 2 Tîmotêyo 3:1-5, û paşê van pirsa şêwir ke:
Tu texmîn dikî wekî îro meriv usa nin? Nava merivada tu diha zef çi texmîn dikî?
-