KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • Bi saya Dua Nêzîkî Xwedê be
    Şa be Jîyînêra Heta-Hetayê!—Kûrsa Hînkirina Kitêba Pîroz
    • 1. Tu kêra gerekê dua bikî û derheqa çi?

      Îsa hîn dikir, ku em gerekê tenê Bavê xweyî ezmanara dua bikin. Îsa xwexa jî Yehowara dua dikir. Ewî got ku gerekê “aha dua bikin: ‘Bavê meyî ezmana! . . .’” (Metta 6:9). Gava em Yehowara dua dikin, usa em dostiya xwe tevî wî qewî dikin.

      Em dikarin derheqa her tiştî dua bikin. Seva ku Xwedê caba duayên me bide, dua gerekê li gora qirara wî bin. “Heger em tiştekî li gora xwestina wî [Xwedê] jê bixwazin, ew dengê me dibihê” (1 Yûhenna 5:14). Îsa nîşan kir, ku em dikarin derheqa çi dua bikin (Bixûne Metta 6:9-13.) Hemikî em dikarin derheqa tiştên xweye şexsî dua bikin, lê em gerekê bîr nekin, seva tiştên ku Xwedê bona me kiriye, razîbûna xwe wîra bidine kifşê. Em usa jî dikarin bona merivên din dua bikin.

  • Çira Haqas Zulmî Heye û Meriv Diçerçirin?
    Şa be Jîyînêra Heta-Hetayê!—Kûrsa Hînkirina Kitêba Pîroz
    • We zanibû?

      Mîrê-cina bi derewa xweye ewlin, buxdan avîte Yehowa. Bi wê yekê ewî meriv dane bawerkirinê, wekî Yehowa serwêrekî qenc û bi hizkirin nîne. Çaxê Yehowa zulmiyê bide hildanê, wê navê xwe pîroz ke. Dêmek wê îzbat ke ku serwêrtiya wî ya lape baş e. Nava temamiya gerdûnêda pîrozbûna navê Yehowa, herî ferz e (Metta 6:9, 10).

  • Padşatiya Xwedê wê Çi Bike?
    Şa be Jîyînêra Heta-Hetayê!—Kûrsa Hînkirina Kitêba Pîroz
    • Dersa 33. Meriv ser erdê cinetê dijîn.

      Dersa 33

      Padşatiya Xwedê wê Çi Bike?

      Padşatiya Xwedê niha serwêrtiyê dike. Wê zûtirekê ser erdê guhastinên mezin bike. Werên em şêwir kin hine ji wan tiştên baş, çi ku Padşatiya Xwedê wê bona kara me bîne sêrî.

      1. Padşatiya Xwedê wê ça dîsa edilayê û rastiyê bîne ser erdê?

      Îsa ça Padşê Padşatiya Xwedê wê şerê Harmegedonêda merivên zulm û serwêrtiya wan kuta ke (Eyantî 16:14, 16). Hingê ew pêxembertiya Kitêba Pîroz wê bi temamî bê sêrî: “Belê hinekî şûnda nepakê betavebe, tê li cîyê wî bigerî û wî nebînî” (Zebûr 37:10). Îsa wê bi saya Padşatiyê edilayê bîne ser erdê. Wedê serwêrtiya wî, tu kes wê ji bo nerastiyê neçerçire (Bixûne Îşaya 11:4.)

      2. Çaxê nêta Xwedê derheqa erdê bê serî, emir wê çawa be?

      Bin rêberiya Padşatiya Xwedê “rastê li erdê war bin û her-heyê wê ser bijîn” (Zebûr 37:29). Bide ber çevê xwe, tu dinyake usada nî, kîderê tenê merivên rast dijîn, û ewana ne ku tenê Yehowa hiz dikin, lê usa jî hevdu! Tu kes wê nexweş nekeve û hemû meriv wê heta-hetayê bijîn.

      3. Padşatiya Xwedê wê çi bîne sêrî, gava merivên zulm bêne kutakirinê?

      Çaxê merivên zulm bêne kutakirinê, hingê Îsa ça Padşa wê 1 000 salî serwêrtiyê bike. Nava wî wedeyîda Îsa û 144 000 yên ku tevî wî serwêrtiyê bikin, wê alî meriva bikin ku ji gune aza bin û bibine bêqisûr. Xilaziya 1 000 salî erd wê bi temamî bibe cinet û meriv bextewar bin, çimkî wê temiyên Yehowa bînin sêrî. Wî çaxî Îsa wê serwêrtiyê dîsa bide destê Bavê xwe Yehowa. Hingê navê Yehowa wê bi temamî “pîroz be” (Metta 6:9, 10). Wê bê îzbatkirinê ku Yehowa ye Serwêrê lapî baş. Yehowa wê Mîrê-cina, cinên wî û hemûyên ku miqabilî serwêrtiya Wî rabin, kuta ke (Eyantî 20:7-10). Ew emirê xweş û bêqisûr wê heta-hetayê berdewam be.

      KÛR LÊKOLÎN KE

      Pêbihese ku çira em dikarin bawer kin, wekî Xwedê wê bi saya Padşatiya xwe hemû sozên xweye derheqa axiriyê bîne sêrî.

      4. Padşatiya Xwedê wê serwêrtiyên meriva bide hildanê

      “Serwêrtiya zilamekî, li ser yekî din, bi xesara [ziyana] wî ye” (Waîz 8:9). Bi saya Padşatiya xwe, Yehowa wê nerastiyê bide hildanê.

      Bixûne Daniyêl 2:44 û 2 Têsalonîkî 1:6-8, û paşê van pirsa şêwir ke:

      • Yehowa û Kurê wî Îsa wê çi bînin serê serwêrtiyên meriva û yên ku piştgiriya wan serwêrtiya dikin?

      • Ew yek çi ku tu derheqa Yehowa û Îsa pêhesiyayî, ça te dide bawerkirinê, wekî ewana wê hemû tiştî bi heqî bikin?

      Îsa ça Padşê Padşatiya Xwedê, ser temamiya erdê serwêrtiyê dike.

      5. Îsa Padşê herî baş e

      Îsa, Padşê Padşatiya Xwedê, wê bona kara meriva gelek tişt bike. Vêxe VÎDÊO û dîna xwe bidê, Îsa ça da kifşê, wekî him xwestina wî heye û him jî qewata wî ji Xwedê heye, ku alî meriva bike.

      VÎDÊO: “Îsa da Kifşê ku Padşatiya Xwedê Wê Çi Bike” (1:13)

      Çaxê Îsa ser erdê bû ewî pê kirên xwe da kifşê, ku Padşatiya Xwedê wê çi bike. Tu ji wan keremetên ku vira nivîsar in, diha zef hîviya kîjanê yî ku bê sêrî? Bixûne van rêzên ku jêrê nivîsar in, kîjan ku van keremetava girêdayî ne.

      ÇAXÊ ÎSA SER ERDÊ BÛ, EWÎ . . .

      ÎSA JI EZMANA WÊ . . .

      • qewata tebiyetê kontrol dikir (Marqos 4:36-41).

      • hemû problêmên ekolojiyêva girêdayî bide hildanê (Îşaya 35:1, 2).

      • bi keremetî hezara meriv têr kirin (Metta 14:17-21).

      • birçîbûnê bide hildanê (Zebûr 72:16).

      • gelek meriv qenc dikirin (Lûqa 18:35-43).

      • sihet qewata bêqisûr bide meriva (Îşaya 33:24).

      • meriv ji mirinê radikirin (Lûqa 8:49-55).

      • miriya ji mirinê rake û mirinê jî kokêva kuta ke (Eyantî 21:3, 4).

      6. Padşatiya Xwedê wê axirîke pir baş û hewas bîne

      Padşatiya Xwedê wê bi temamî nêta Xwedêye ewlin derheqa meriva, bîne sêrî. Vêxe VÎDÊO û dîna xwe bidê ku Yehowa ça bi saya Kurê xwe Îsa, nêta xwe tîne sêrî.

      VÎDÊO: “Axirîke Pir Baş û Hewas” (4:38)

      Bixûne Zebûr 145:16, û evê pirsê şêwir ke:

      • Tu ça xwe texmîn dikî ku zanî, wekî Yehowa wê “hemû bînberî gora dilê wan” razî ke?

      HINE MERIV DIBÊJIN: “Hergê em hemûşk bibine yek û qewata xwe bidine xebatê, emê bikaribin hemû problêmên dinyayê safî kin.”

      • Kîjan problêm tenê Padşatiya Xwedê dikare safî ke?

      TEMAMKIRIN

      Padşatiya Xwedê wê nêta Wî bîne sêrî. Ew wê temamiya erdê bike cinet, û ser erdê wê tenê merivên qenc bijîn û heta-hetayê Yehowara xizmet kin.

      Wekilandin

      • Padşatiya Xwedê wê ça navê Yehowa pîroz ke?

      • Çira em dikarin bawer bin, wekî Padşatiya Xwedê wê sozên ku Kitêba Pîrozda nivîsar in, bîne sêrî?

      • Tu ji sozên Xwedê diha zef hîviya kîjanê yî?

      Nêt

      HÊ ZÊDE PÊBIHESE

      Pêbihese çi tê hesabê Harmegedon.

      “Harmegedon Çi ye?” (Gotara ji malperê)

      Pêbihese ku çi wê biqewime wedê “tengasiya mezin“, besa kîjanî Îsa kiribû (Metta 24:21).

      “Tengasiya Mezin Çi ye?“ (Gotara ji malperê)

      Binihêre ku malbet ça emirê cinetêda dide ber çevê xwe.

      “Bide Ber Çevê xwe, wekî Tu Dinya Tezeda nî” (1:50)

      Gotarêda, navê kîjanê ye “Gelek Pirsên Min Hebûn”, pêbihese ku ça mêrikekî ku miqabilî polîtîkayê bû, cabên wan pirsa dît, ji bo kîjana dilteng dibû.

      “Kitêba Pîroz Jîyîna Meriva Diguhêze” (“Birca Qerewiliyê”, 1 Çileyê, 2012)

Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
Derkevin
Bikevin
  • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
  • Bişînin
  • Biqeydekirin
  • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
  • Qeydê Xebitandinê
  • Elametiyên Konfêdênsîal
  • Privacy Settings
  • JW.ORG
  • Bikevin
Şandin