KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • Bijîn Anegorî Duakirina Îsa—Para 1
    Birca Qerewiliyê — 2015 | Hezîran
    • “BAVÊ MEYÎ EZMANA”

      4. Ew gilî “Bavê meyî ezmana” çi mera dide kifşê, û çawa Yahowa Bavê me ye?

      4 Îsa duakirin destpêkir bi giliyêd usa, “Bavê meyî ezmana”. Ew gilî mera dide kifşê, ku Yahowa Bavê hemû xûşk-birêd me ye (1 Petrûs 2:17). Lê Yahowa bi rastiyê jî Bav e bona wan, kîjan ku ewî xwexa jibartiye bona jîyîna ser ezmana, û wana hesab dike çawa kurêd xwe (Romayî 8:15-17). Ewêd ku wê bijîn heta-hetayê ser erdê, dikarin bêjin ku Yahowa “Bavê” wan e, çimkî ew jîyînê dide wan û derheqa hewcêd wan xem dike. Lê ewana wê bêne navkirinê ça “zarêd Xwedê”, çaxê bibine qedandî û wedê cêribandina paşin amin bimînin (Romayî 8:21; Eyantî 20:7, 8).

  • Bijîn Anegorî Duakirina Îsa—Para 1
    Birca Qerewiliyê — 2015 | Hezîran
    • “NAVÊ TE PÎROZ BE”

      7. Bona cimeta Xwedê çi ye qedir, û ew yek ji me çi dewa dike?

      7 Gelek qedirekî mezin e ew yek, ku em zanin navê Xwedê, û ku em “navê wî hildine ser xwe” (Karên Şandiya 15:14; Îşaya 43:10). Em dua dikin Xwedêra “Navê te pîroz be”, dêmek wekî navê wî hurmet be. Duakirinêda, em usa jî ji Yahowa hîvî dikin, ku alî me bike wekî em tiştekî usa nekin û nebêjin, ku navê wî bêhurmet kin. Em gerekê çev nedine hine mesîhiyêd qirna yekêda, yêd ku merivêd din hîn dikirin, lê xwexa ew tişt nedikirin. Pawlos wanra nivîsî: “Rûyê we cihûyada navê Xwedê nava necihûyada tê bêhurmetkirinê” (Romayî 2:21-24).

      8, 9. Meselê bînin, ku ça Yahowa alî wan dike, yêd ku dixwazin navê wî pîroz kin.

      8 Em hemû tiştî dikin çi ku dikarin, wekî navê Yahowa pîroz kin. Werên binihêrin mesela xûşkeke me ji Norwejê. Malxê wê mir, û ew xûşk tevî zara du salî tenê ma. Ew gilî dike: “Di jîyîna minda, ew wede gelek çetin bû. Min her roj dua dikir, dikarim bêjim her sihet, bona qewatê bistînim wekî bikaribim aliyê êmosîalîda xwe bigirim. Bi vê yekê min rê nedida Şeytan, ku qerfa Yahowa bike, seva safîkirinêd minê nerast yan jî seva neaminiyê. Min gelek dixwast navê Yahowa pîroz kim, û min usa jî dixwast, ku kurê min dinya tezeda bavê xwe bivîne” (Metelok 27:11).

      9 Gelo Yahowa caba duayê wê da? Belê. Ew xûşk timê tevî xûşk û bira bû, û bi alîkariya wana ew qewî dibû. Paşî pênc sala ewê rûspî stand. Kurê wê niha 20 salî ye û birê nixumandî ye. Ew xûşk niha dibêje: “Ez gelek bextewar im, ji bo wê yekê ku mêrê min, alî min kir û min kurê xwe mezin kir”.

      10. Xwedê wê ça navê xwe bi temamî pîroz ke?

      10 Yahowa wê bi temamî navê xwe pîroz ke, çaxê kuta ke wan hemûşka, yêd ku wî bêhurmet dikin û qebûl nakin çawa Serwêrêd xwe. (Bixûne Hezeqêl 38:22, 23.) Wî çaxî, meriv wê qedandî bin, û her kes li ezmana û ser erdê wê Yahowa bihebîne, û navê wîyî pîroz hurmet ke. Axiriyêda Bavê me wê “her tiştîda ew bibe Xwedêyê her tiştî” (1 Korintî 15:28).

Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
Derkevin
Bikevin
  • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
  • Bişînin
  • Biqeydekirin
  • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
  • Qeydê Xebitandinê
  • Elametiyên Konfêdênsîal
  • Privacy Settings
  • JW.ORG
  • Bikevin
Şandin