MÎNA ÎSA BIJÎN
Dê-bavno, Alî Zarên Xwe Bikin Serfiraz bin
Dê-bavên xudêxof hizret in, ku zarên wan bibine xizmetkarên Yehowayî amin. Dê-bav dikarin wê yekêda alî wan bikin, hergê ji destpêkê hînkirinên Kitêba Pîroz digihînin dilê zarên xwe (Qn.Dc. 6:7; Mtl. 22:6). Gelo xwequrbankirin dikeve wê yekê? Hemikî! Lê kara ku ji wê yekê hûnê bistînin, hêjayî qewata we ye (3 Yn. 4).
Dê-bav dikarin gelek tişt hîn bin ji Ûsif û Meryemê. Ewana her sal ser “Cejina Derbazbûnêda diçûne Orşelîmê”. Bona wê yekê ewana gelek wedê û perên xwe qurban dikirin (Lq. 2:41). Eşkere ye, bona Ûsif û Meryemê gelek ferz bû ku malbeta wan nêzîkî Yehowa be. Anegorî wê yekê îro jî dê-bav dikarin rêberya rast bidine zarên xwe dêmek her mecalekî bidine xebatê ku bi xeber û meselê xwe zarên xwe hîn kin (Zb. 127:3-5).
BINIHÊRE VÎDÊO “WANA HER MECALEK DA XEBATÊ” Û PAŞÊ CABA WAN PIRSA BIDE:
Çawa Con û Şêron jîyîna xweda tiştên ruhanî ser ciyê pêşin datanîn, gava zarên xwe mezin dikirin?
Çima dê-bav gerekê cûre-cûre mêtod seva her zarekî xwe bidine xebatê, ku wana hîn kin û şîret kin?
Çawa dê-bav dikarin zarên xwe hazir kin, wekî ewana cêribandinên baweriyêda, xwe qewî bigirin?
Kîjan hacetên teşkîletê ku Yehowa dide, we da xebatê ku zarên we ruhanîda pêşda herin?
Bira qulixkirin Yehowara, bona malbeta we ciyê pêşin bigire