KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • lff dersa 15
  • Îsa Kî ye?

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Îsa Kî ye?
  • Şa be Jîyînêra Heta-Hetayê!—Kûrsa Hînkirina Kitêba Pîroz
  • Binserî
  • Têmên Mîna Wê
  • KÛR LÊKOLÎN KE
  • TEMAMKIRIN
  • HÊ ZÊDE PÊBIHESE
  • Îsa Mesîh Kî ye?
    Çi Hîn Dike Kitêba Pîroz?
  • Bi Rastî Îsa Yekî Çawa ne?
    Şa be Jîyînêra Heta-Hetayê!—Kûrsa Hînkirina Kitêba Pîroz
  • Îsa Çaxê ser Erdê bû, Çi Dikir?
    Şa be Jîyînêra Heta-Hetayê!—Kûrsa Hînkirina Kitêba Pîroz
  • Çima ser Îsa tê Gotinê Kurê Xwedê?
    Pirsên Kitêba Pîrozva Girêdayî
Şa be Jîyînêra Heta-Hetayê!—Kûrsa Hînkirina Kitêba Pîroz
lff dersa 15
Lesson 15. Jesus walks through a field of grain.

DERSA 15

Îsa Kî ye?

Ya Neşirkirî
Ya Neşirkirî
Ya Neşirkirî

Terîxiyêda Îsa yek ji merivên lapî navdar bû. Gelek meriv navê wî zanin, lê derheqa wî gelek tişt nizanin. Lê zanebûna geleka ji hev cude dibe derheqa vê yekê, ku bi rastî Îsa kî ye. Lê Kitêba Pîrozda çi tê gotinê derheqa wî?

1. Îsa kî ye?

Îsa melekekî gelek qewî ye. Ji efrînên Yehowa, yê pêşin Îsa ye. Lema jî ser Îsa tê gotinê “Nixuriyê ... ser hemû efirînara” (Kolosî 1:15). Kitêba Pîroz Îsa nav dike “Kurê ... tayê tenê”, çimkî Yehowa xwexa Îsa efirandiye (Yûhenna 3:16). Lê hemû efrînên din, Yehowa tevî Îsa efirandiye (Bixûne Metelok 8:30.) Îsa niha jî tevî Bavê xwe heleqetiya nêzîkda ne û ji vê yekê şabûnê distîne. Ew bi aminî xizmet dike ça xebervanê Xwedê, dêmek “Xeber”, yê ku mizgînî û rêberiya wî eyan dike (Yûhenna 1:14).

2. Îsa çira hate ser erdê?

Weke 2 000 sal pêşda Yehowa pê ruhê xweyî pîroz, bi cûrê mexsûs emirê Îsa ji ezmên kire zikê qîzeke bikir, navê kîjanê Meryem bû. Usa Îsa hate bûyînê ça meriv (Bixûne Lûqa 1:34, 35.) Yehowa Îsa şande ser erdê ça Mesîhê sozdayî, seva ku însanetê xilaz ke.a Hemû pêxembertiyên derheqa Mesîh kîjan Kitêba Pîrozda nivîsar in, ser Îsa hatine serî. Evê yekê alî meriva kir, wekî têderxin, ku bi rastî “Mesîh ... Kurê Xwedêyê sax” e (Metta 16:16).

3. Niha Îsa kîderê ye?

Çaxê Îsa mir, Xwedê ew ji mirinê rakir ça kesê ruhanî û ew vegeriya li ezmana. Wêderê “Xwedê ew hê bilind kir” (Fîlîpî 2:9). Niha Îsa melekekî gelek qewî ye. Wî qewattir tenê Yehowa ye.

KÛR LÊKOLÎN KE

Pêbihesin ku Îsa bi rastî kî ye û çira gelek ferz e derheqa wî bizanibin.

Îsa û Yûhennayê Nixumdar avêda nin û guh didine wî dengî, kîjan ku ji ezmana hat hema paşî nixumandina Îsa.

4. Îsa Xwedêyê Himzor nîne

Rast e Kitêba Pîroz dibêje ku Îsa efrînê ruhaniye qewat e, lê ew gura Bavê xwe Yehowada ne. Vêxe VÎDÊO û bivîne Kitêba Pîrozda çi tê gotinê derheqa wê yekê, ku Îsa çi cî digire û ew çida ji Xwedê cude dibe.

VÎDÊO: “Gelo Îsa Xwedê ye?” (3:22)

Rêzên ku jêrê hatine dayînê, alî me dikin em fem kin, ku Îsa çida ji Yehowa cude dibe. Her rêzekê bixûne û paşê caba van pirsa bide:

Bixûne Lûqa 1:30-32.

  • Melek ça firqiya orta Îsa û Yehowa Xwedê “Yê Herî Jorin”, da kifşê?

Bixûne Metta 3:16, 17.

  • Wedê nixumandina Îsa, dengê ji ezmana çi got?

  • Tu ça difikirî, ew dengê kê bû?

Bixûne Yûhenna 14:28.

  • Yê herî mezin Kur e yan Bav e? Hukumtiya kîjanî diha zef e?

  • Îsa Yehowara got Bavo. Ew yek çi me hîn dike?

Bixûne Yûhenna 12:49.

  • Gelo Îsa difikirî ku ew û Bav yek in? Tu ça difikirî?

5. Çi îzbat dike ku Îsa heye Mesîh?

Kitêba Pîrozda gelek pêxembertî hene, yên ku eyan dikin wekî kî ye Mesîh, kîjan ku Xwedê lê bijart seva însanetê xilaz ke. Vêxe VÎDÊO û pêbihese derheqa hine pêxembertiya, yên ku Îsa anî sêrî çaxê ser erdê bû.

VÎDÊO: “Îsa Pêxembertiyê Tîne Sêrî” (3:03)

Bixûne wan pêxembertiyên Kitêba Pîroz, û paşê van pirsa şêwir ke:

Bixûne Mîxa 5:2, wekî pêbihesî ku Îsa kîderê gerekê bihata bûyînê.b

  • Gelo ev pêxembertî hate sêrî? (Metta 2:1).

Bixûne Zebûr 34:20 û Zekerya 12:10, wekî pêbihesî ku derheqa mirina Mesîh Kitêba Pîrozda çi hatibû pêxembertîkirinê.

  • Gelo ew pêxembertî hatine sêrî? (Yûhenna 19:33-37).

  • Ça tu difikirî, Îsa dikaribû hukum kira ser vê yekê, ku ew pêxembertî bihatana sêrî?

  • Ew yek derheqa Îsa çi tera îzbat dike?

6. Em ji zanebûna derheqa Îsa karê distînin

Kitêba Pîrozda tê gotinê wekî gelek ferz e pêbihesin derheqa Îsa û çi ew gerekê bike. Bixûne Yûhenna 14:6 û 17:3, û paşê evê pirsê şêwir ke:

  • Çira gelek ferz e derheqa Îsa pêbihesin?

Îsa hîn dike mêra, jina û zara.

Îsa rê vekir, wekî em bibine dostê Xwedê. Ewî rastiya derheqa Yehowa eyan kir, û em bi saya wî dikarin jîyîna heta-hetayê qazanç kin

HINE MERIV DIBÊJIN: “Şedên Yehowa Îsa bawer nakin.”

  • Tuyê ça caba xwe bidî?

TEMAMKIRIN

Îsa gelek qewat e. Ew Kurê Xwedê ye û Mesîh e.

Wekilandin

  • Çira ser Îsa tê gotinê “Nixuriyê . . . ser hemû efirînara”?

  • Îsa pêşiya ku bihata ser erdê, çi dikir?

  • Em ji ku zanin wekî Îsa heye Mesîh?

Nêt

HÊ ZÊDE PÊBIHESE

Hê zêde pêbihese ku em ji ku zanin, wekî Îsa heye Mesîh.

“Gelo Pêxembertiyên Derheqa Mesîh li ser Îsa Hatine Sêrî?” (Gotara ji malperê)

Ji Kitêba Pîroz pêbihese hela Xwedê usa bûye bavê Îsa, çawa ku meriv dibine bav, yan na.

“Çima ser Îsa tê Gotinê Kurê Xwedê?” (Gotara ji malperê)

Pêbihese ku çira Sêyekane hînkirina ji Kitêba Pîroz nîne.

“Gelo Îsa Xwedê ye?” (“Birca Qerewiliyê”, 1 Nîsanê, 2009)

Bixûne ku ça emirê kulfetekê hate guhastinê, gava ew pêhesiya ku Kitêba Pîroz derheqa Îsa çi hîn dike.

“Kulfeteke Îbranî Şirovedike ku Çira Ewê Baweriya Xwe Lêkolîn Kir” (“Hişyar Bin!”, Gulan, 2013)

a Dersên 26 û 27-da wê bê şêwirkirinê, ku çira însanet gerekê bê xilazkirinê û ça Îsa me xilaz dike.

b Binihêre Elametiya Zêde 2 wekî pêbihesî derheqa vê pêxembertiyê, kîderêda tê gotinê ku Îsa gerekê bihata ser erdê.

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin