KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • lff dersa 17
  • Bi Rastî Îsa Yekî Çawa ne?

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Bi Rastî Îsa Yekî Çawa ne?
  • Şa be Jîyînêra Heta-Hetayê!—Kûrsa Hînkirina Kitêba Pîroz
  • Binserî
  • Têmên Mîna Wê
  • TEMAMKIRIN
  • HÊ ZÊDE PÊBIHESE
  • Îsa Kî ye?
    Şa be Jîyînêra Heta-Hetayê!—Kûrsa Hînkirina Kitêba Pîroz
  • Îsa Çaxê ser Erdê bû, Çi Dikir?
    Şa be Jîyînêra Heta-Hetayê!—Kûrsa Hînkirina Kitêba Pîroz
  • “Min Hûn Dost Hesab Kirin”
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê) — 2020
  • Paşî Nixumandinê Berdewam ke “Merivê Nû” li Xwe ke
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê) — 2022
Hê Zêde Binihêre
Şa be Jîyînêra Heta-Hetayê!—Kûrsa Hînkirina Kitêba Pîroz
lff dersa 17
LDersa 17. Îsa bendên destên merivekî nexweş vedike û wî qenc dike.

DERSA 17

Bi Rastî Îsa Yekî Çawa ne?

Ya Neşirkirî
Ya Neşirkirî
Ya Neşirkirî

Çaxê em derheqa gotin û kirên Îsa pêdihesin, em xeyset-hunurên wîyî usa divînin, kîjan ku me hêlan dikin diha nêzîkî wî û Bavê wî Yehowa bin. Gelo ev çi hunur in? Û çawa em dikarin jîyîna xweda çev bidine Îsa?

1. Çida Îsa mîna Bavê xwe ye?

Îsa li ezmên bi mîlyarda sala dîna xwe dida Bavê xweyî hizkirî û ji wî hîn dibû. Lema jî fikir, hest û kirên wî mîna yê Bavê wî ne (Bixûne Yûhenna 5:19.) Îsa usa rind çev dide hunurên Bavê xwe, wekî got: “Yê ku ez dîtime, Bav dîtiye” (Yûhenna 14:9). Tu çiqas hê zêde derheqa Îsa pêbihesî, haqas tê hê rind Yehowa nas bikî. Mesele, dilremiya Îsa hindava merivada dide kifşê, wekî Yehowa bona te çiqas xem dike.

2. Îsa ça da kifşê wekî ew Yehowa hiz dike?

Îsa got: “Lê bira dinya bizanibe wekî ez Bavê hiz dikim û Bavê çawa temî li min kiriye ez usa dikim” (Yûhenna 14:31). Çaxê Îsa ser erdê bû ewî hizkirina mezin hindava Bavê xwe bi wê yekê dida kifşê, wekî hela hê nava çetinayada jî gura wî dikir. Ewî usa jî hiz dikir derheqa Bavê xwe xeber de, û alî meriya bike, wekî bibine dostên Xwedê (Yûhenna 14:23).

3. Îsa ça da kifşê wekî ew meriya hiz dike?

Kitêba Pîrozda Îsa derheqa meriya usa dibêje: “Eşqa min ewledên însên” e (Metelok 8:31). Hizkirina wî wê yekêda hate kifşê, ku ew ber dilê merivada dihat û bi dil alî wan dikir. Ewî usa jî keremet dikirin, kîjan ku ne tenê qewata wî eyan dikirin, lê usa jî dilremiya wî (Marqos 1:40-42). Ew hindava merivada qenc bû û firqî nedikire orta wan. Gilî û kirên wî berdilî û hêvî didane merivên dilsax, yên ku guh didane wî. Îsa ji hizkirina xweye hindava însanetê, hazir bû biçerçire û hela hê emirê xwe jî bona wan bide. Ew îlahî wan meriya hiz dike, kîjan ku hînkirinên wî pêk tînin (Bixûne Yûhenna 15:13, 14.)

KÛR LÊKOLÎN KE

Hê zêde derheqa Îsa pêbihese. Û şêwir ke, ku çawa mîna Îsa tu dikarî hizkirin û merdaniya xwe bidî kifşê.

4. Îsa Bavê xwe hiz dike

Îsa mera mesele ye, ku çawa em dikarin hizkirina xwe hindava Xwedê bidine kifşê. Bixûne Lûqa 6:12 û Yûhenna 15:10; 17:26. Paşî xwendina van rêza, evê pirsê şêwir ke:

  • Çawa em dikarin çev bidine Îsa û nîşan kin, wekî em Yehowa hiz dikin?

Îsa dua dike.

Îsa Bavê xweyî ezmana hiz dikir, û timê bi dua tevî wî xeber dida

5. Îsa bona meriya xem dike

Îsa hê zêde bona meriya xem dikir, ne ku bona xwe. Ewî wede û qewata xwe xerc dikir, wekî alî meriya bike hela hê hingê jî gava westiyayî bû. Bixûne Marqos 6:30-44, û paşê caba van pirsa bide:

  • Li gora vê serhatiyê, Îsa ça da kifşê wekî bona meriya xem dike? (Binihêre rêzên 31, 34, 41 û 42.)

  • Çi Îsa hêlan dikir, wekî alî meriya bike? (Binihêre rêza 34.)

  • Tu derheqa Yehowa çi hîn dibî ji wê yekê, ku Îsa çev dida hunurên wî?

  • Em ça dikarin mîna Îsa bona meriya xem bikin?

Îsa bi keremetî bi hezara meriva pê pênc nana û du mesiya têr dike.

6. Îsa yekî merd e

Rast e Îsa dewletî nîbû, lê merd bû, û ew me hêlan dike, em jî merd bin. Bixûne Karên Şandiya 20:35, û paşê evê pirsê şêwir ke:

  • Em ça dikarin mîna Îsa bextewar bin?

Vêxe VÎDÊO, û paşê evê pirsê şêwir ke:

VÎDÊO: “Xwezî li Dayiya”; Parek (4:00)

  • Hergê destteng bin jî, em çawa dikarin merd bin?

We zanibû?

Kitêba Pîroz me hîn dike, wekî em bi navê Îsa Yehowara dua bikin (Bixûne Yûhenna 16:23, 24.) Çaxê em vî cûreyî dua dikin, em didine kifşê wekî ji Îsa razî ne bona wan tişta, çi ku ewî bona me kir, wekî em bibine dostên Yehowa.

HINE MERIV DIBÊJIN: “Xwedê bona me xem nake.”

  • Kirên Îsa ça îzbat dikin, ku Yehowa bona me xem dike?

TEMAMKIRIN

Îsa Yehowa hiz dike û ew usa jî meriya hiz dike. Ew çev dide Bavê xwe, lema jî tu çiqas hê zêde derheqa wî pêbihesî, haqas tê hê rind Yehowa nas bikî.

Wekilandin

  • Em ça mîna Îsa dikarin hizkirina xwe hindava Yehowa bidine kifşê?

  • Em ça mîna Îsa dikarin hizkirina xwe hindava meriya bidine kifşê?

  • Kîjan hunurê Îsa heçî zef te xweş tê?

Nêt

HÊ ZÊDE PÊBIHESE

Dîna xwe bide hine hunurên Îsa, seva ku çev bidî wî.

“Seva ku Çev Bidine Îsa . . .” (“Îsa Rê, Rastî û Jîyîn e”, rûpêla 317)

Pêbihese ku çima em gerekê bi navê Îsa dua bikin.

“Çira Gerekê bi Navê Îsa Dua Bikin?” (“Birca Qerewiliyê”, 1 Sibatê, 2008)

Gelo Kitêba Pîroz tiştekî dibêje, ku Îsa rûva yekî çawa bû?

“Îsa Rûva Yekî Çawa bû?” (Gotara ji malperê)

Em çi hîn dibin ji wê yekê, ku Îsa hindava kulfetada ça bû?

“Qedirgirtin Hizkirina Xwedê Eyan Dike” (“Birca Qerewiliyê”, 1 Îlonê, 2012)

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin