KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • w20 Adar rûp. 31
  • Pirsên Xwendevana

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Pirsên Xwendevana
  • Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê) — 2020
Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê) — 2020
w20 Adar rûp. 31
Nobedarên Cihû du mêra digirin, çimkî serwêrên rêlîgî wanra gotin.

Pirsên Xwendevana

Kê bûn nobedarên paristgeha Orşelîmê, û cabdariya wan çi bû?

Lêwiyên ku kahîn nîbûn cûre-cûre şixul dikirin. Mesele, cabdarîke wan ew bû, ku ewana nobedar bûn, kîjana îro em dikarin beramberî polîsa bikin. Ewana bin rêberiya serwêrê paristgehê bûn. Nivîskarê Cihû Fîlon şirovekir, ku şixulê wan nobedara çi bû: “Hinekên ji wan [Lêwiya] ber şêmîka paristgehê dergehvan bûn, hinek jî hindurê [paristgehê] ber pîrozgehê nobedarî dikirin, seva kêra îzin tune, nekeve wêderê, hela hê jî hergê şaş be. Hinek jî dor-berê paristgehê diçûn-dihatin, ewana ber hev dihatin guhastin, û şev û roj nobedarî dikirin”.

Civîna Giregira dikaribû ji wana alîkarî bixwesta. Romaya tenê îzin didane wan Cihûya, wekî çekên wan hebin.

Zandar Yoakîm Cêrêmaya dibêje: “Giliyên Îsa ku ewî nobedarara got, yên ku hatin wî bigirin, nîşan dikin, wekî ew nobedarên Paristgehê bûn, çimkî Îsa ji wana pirsî, ku çira wana ew paristgehêda negirtin, ne ewî her roj wêderê hîn dikir (Met. 26:55)”. Ewî zandarî bawer dikir, ku pêşiya vê yekê jî, çaxê carekê nobedar şandibûn seva Îsa bigirin, ewana jî nobedarên paristgehê bûn (Yûhn. 7:32, 45, 46). Wede şûnda, Civîna Giregira nobedarên paristgehê serwêrên wanva şandin, wekî şagirtên Îsa bigirin û bînin cem wan, û diqewime dîsa ewana bûn, yên ku Pawlos girtin û ji paristgehê kaşî derva kirin (Kar. Şand. 4:1-3; 5:17-27; 21:27-30).

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin