KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • Pirsên Xwendevana
    Birca Qerewiliyê (Bona Hînbûnê) — 2018 | Kanûna Pêşin
    • Çi tê hesabê ku Pawlosê şandî “heta ezmanê sisiya hate hilatinê” û “heta buhiştê”? (2 Korn. 12:2-4)

      Pawlos 2 Korintî 12:2, 3-da, derheqa merivekî dibêje, kîjan ku “heta ezmanê sisiya hate hilatinê”. Gelo ew kê bû? Pawlos nema xweye Korintiyara da kifşê, wekî Xwedê wî çawa şandî dida xebatê (2 Korn. 11:5, 23). Paşî vê yekê, ewî besa “dîtin û eyantiya” kir, yên ku Xudan nîşanî wî kiribû. Vê kontêkstêda Pawlos besa tu bira nekir. Dêmek, logîkî ye ku ewî derheqa xwe digot, yê ku xewn-xeyal û eyantî stand (2 Korn. 12:1, 5).

      Dêmek, ew Pawlos bû yê ku “heta ezmanê sisiya hate hilatinê” û “heta buhiştê hate hilatinê” (2 Korn. 12:2-4). Ewî xebera “eyantî” da xebatê, çi ku dide kifşê, wekî jêra hate eyankirinê ku axiriyêda wê çi biqewime.

      Lê “ezmanê sisiya” çi bû ku Pawlos dît?

      Kitêba Pîrozda ezman dikare bê hesabê ezmanê fîzîkî (Destp. 11:4; 27:28; Met. 6:26). Lê xebera “ezman” cûrekî mayîn jî tê xebitandinê. Cara ew tê hesabê serwêrtiya meriva (Dan. 4:20-22). Yan jî serwêriya Xwedê, mesele serwêrtî bi saya Padşatiya Xwedê (Eyan. 21:1).

      Pawlos “ezmanê sisiya” dît. Ew çi tê hesabê? Kitêba Pîroz carna tiştekî sê cara diwekilîne, seva ewî tiştî rind kifş ke, cude ke yan jî qewata wê bide kifşê (Îşa. 6:3; Hezql. 21:27; Eyan. 4:8). Ça tê kifşê, çaxê Pawlos derheqa “ezmanê sisiya” got, ewî dida kifşê serwêrtiya here baş, bilind û girîng, dêmek Padşatiya Mesîhtî, kîjanêda Îsa Mesîh û 144 000 wê serwêrtiyê bikin (Binihêrin “Femkirina Nivîsarê”, Para 1, rûp. 1059, 1062). Çawa Pawlos nivîsî, em anegorî sozê Xwedê, hîviya “ezmanêd nû ne” (2 Pet. 3:13).

  • Pirsên Xwendevana
    Birca Qerewiliyê (Bona Hînbûnê) — 2018 | Kanûna Pêşin
    • “Ezmanê sisiya” derheqa kîjanî 2 Korintî 12:2-da tê gotinê, diqewime Padşatiya Mesîhîtî ye, ku destê Îsa û 144 000-da ye, dêmek “ezmanêd nû” (2 Pet. 3:13).

      Ew heye “ezmanê sisiya”, çimkî ew Padşatî cûrê serwêrtiya here bilind û mexsûs e.

Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
Derkevin
Bikevin
  • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
  • Bişînin
  • Biqeydekirin
  • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
  • Qeydê Xebitandinê
  • Elametiyên Konfêdênsîal
  • Privacy Settings
  • JW.ORG
  • Bikevin
Şandin