KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • lff dersa 48
  • Bi Bîlanî Xwera Hevala Bijbêre

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Bi Bîlanî Xwera Hevala Bijbêre
  • Şa be Jîyînêra Heta-Hetayê!—Kûrsa Hînkirina Kitêba Pîroz
  • Binserî
  • Têmên Mîna Wê
  • KÛR LÊKOLÎN KE
  • TEMAMKIRIN
  • HÊ ZÊDE PÊBIHESE
  • Tu Dikarî Bibî Dostê Yehowa
    Şa be Jîyînêra Heta-Hetayê!—Kûrsa Hînkirina Kitêba Pîroz
  • Tevî Wan Meriva Hevaltiyê Bike, yên ku Xwedê Hiz Dikin
    Nava Hizkirina Xwedêda Bimîne
  • Kitêba Pîrozda Derheqa Hevaltiyê Çi Tê Gotinê?
    Pirsên Kitêba Pîrozva Girêdayî
Şa be Jîyînêra Heta-Hetayê!—Kûrsa Hînkirina Kitêba Pîroz
lff dersa 48
Dersa 48. Çar heval tevayî şiklê xwe dikişînin.

DERSA 48

Bi Bîlanî Xwera Hevala Bijbêre

Ya Neşirkirî
Ya Neşirkirî
Ya Neşirkirî

Hevalên nêzîk him şayada him jî tengasiyada tevî me ne. Ewana şabûna me hê zêde dikin û tengasiyada jî ber dilê meda tên. Kitêba Pîroz dibêje, wekî ne hemû kes dikare bibe hevalê baş. Lê tu ça dikarî bi bîlanî xwera hevala bijbêrî? Emê niha van pirsa şêwir kin.

1. Merivên ku tu dijbêrî, wekî bibine hevalên te, wê ça ser te hukum bin?

Bi tebiyetî, em dixwazin mîna wan meriya bin, tevî kîjana ku hevaltiyê dikin. Ev yek dikare yan baş yan jî xirab ser me hukum be îlahî hingê, gava em şexsî yan jî bi întêrnêtê tevî wan wede derbaz dikin. Kitêba Pîroz dibêje: “Kî ku tevî bîlana rê diçe, wê bibe bîlan, lê karê kê tevî bêaqila ye, wê zirarê keve” (Metelok 13:20, DT). Hevalên ku Yehowa hiz dikin û wî dihebînin, dikarin alî me bikin, wekî timê xwe li Yehowa bigirin û safîkirinên baş bikin. Lê hergê hevalên me hebandina me qebûl nakin, ev yek dikare bibe menî ku em ji Yehowa dûr kevin. Lema jî Kitêba Pîroz me şîret dike, wekî bi bîlanî xwera hevala bijbêrin! Çaxê hevalên me Xwedê hiz dikin, ev yek dikare him mera him jî wanra karê bîne. Usa em dikarin “dil bidine hev û alîkariya hevdu bikin” (1 Têsalonîkî 5:11).

2. Gelo bona Yehowa yeke ku em hevalên ça xwera dijbêrin?

Yehowa bijartina hevalada fesal e. “Ew hevalê sitqê dilê rast e” (Metelok 3:32). Gelo Yehowa wê çi ser xwe texmîn ke, hergê em hevalên usa xwera bijbêrin, yên ku wî hiz nakin? Ewê gelek dilteng be! (Bixûne Aqûb 4:4.) Lê hergê em terka hevaltiya xirab bidin, xwe nêzîkî Yehowa û wan meriya bigirin, yên ku wî hiz dikin, hingê wê dilê wî şa be û ewê me bike dostên xwe (Zebûr 15:1-4).

KÛR LÊKOLÎN KE

Pêbihese, ku çima bijartina hevalada gerekê fesal bin, û bivîne, wekî tu ça dikarî hevaltiya usa qazanc kî, ya ku bi rastî wê jîyîna te bextewar ke.

3. Haş ji hevaltiya xirab hebe

Hevaltiya tevî merivên ku Xwedê û normên wî hiz nakin, hevaltiya xirab e. Vêxe VÎDÊO, û paşê evê pirsê şêwir ke:

VÎDÊO: “Hîn Be Înkar Kî Hevaltiya Xirab” (6:17)

  • Ça em dikarin bê hemdê xwe ber bayê hevalên xirab kevin?

Bixûne 1 Korintî 15:33, û paşê evê pirsê şêwir ke:

  • Hevaltiya tevî kîjan meriva dikare bona te bibe hevaltiya xirab? Şiroveke.

Bixûne Zebûr 119:63, û paşê evê pirsê şêwir ke:

  • Tu çi gerekê hildî hesab çaxê xwera hevala dijbêrî?

Tasa sêva. Tasêda sêveke xirab heye û mêş ser wê top dibin, û sêvên din jî xirab dibin.

Sêveke xirab dikare sêvên din xirab ke. Hevalekî xirab dikare ser te ça hukum be?

4. Merivên ku ji me cude dibin, dikarin bibine hevalên meyî baş

Kitêba Pîroz derheqa hevaltiya Dawid û Yonatan gilî dike, yên ku Îsraêla berêda dijîtin. Yonatan ji Dawid gelekî mestir bû, him jî ew kurê padşê bû. Lê dîsa jî hevaltiya wan qewî bû. Bixûne 1 Samûyêl 18:1, û paşê evê pirsê şêwir ke:

  • Çima eseyî nîne, ku hevalên baş emirda weke me bin, û halê me jî yek be?

Bixûne Romayî 1:11, 12, û paşê evê pirsê şêwir ke:

  • Hevalên ku Yehowa hiz dikin, ça dikarin hev hêlan kin?

Ji vê vîdêoyê bivîne, ku birakî cahil xwera çawa heval dîtin. Vêxe VÎDÊO, û paşê van pirsa şêwir ke:

VÎDÊO: “Ewana Dikarin Bibine Hevalên Te” (5:06)

  • Çawa ku ji vîdêoyê hate kifşê, çima dê-bavê Akîl berxwe diketin bona hevaltiya wîye mektebêda?

  • Çima sêrîda ev hevaltî wî xweş dihat?

  • Ewî çi kir, wekî tenê nema?

5. Ça hevaltiya baş qazanc kin

Pêbihese, ku tu çawa dikarî xwera hevalên baş bivînî û xwexa jî bibî hevalê baş. Vêxe VÎDÊO.

VÎDÊO: “Kê Tera bi Rastî Heval e?” (4:14)

Dereca ji vîdêo “Kê Tera bi Rastî Heval e?” Xûşkeke cahil nav wan hevalada ne, kîjan ji cûre-cûre mileta ne, him jî salên emirê wan cûre-cûre ne.

Bixûne Metelok 18:24 û 27:17, û paşê van pirsa şêwir ke:

  • Hevalên rast ça alî hev dikin?

  • Hevalên teyî usa baş hene? Hergê na, tu ça dikarî hevalên usa xwera bivînî?

Bixûne Fîlîpî 2:4, û paşê evê pirsê şêwir ke:

  • Seva ku hevalên teyî baş hebin, tu xwexa jî gerekê hevalê baş bî. Lê tu ça dikarî usa bî?

Şikil: Keçika cahil tevî sê hevalên xwe ye. 1. Ew bi têlêfonê tevî hevalekê xeber dide. 2. Ew tevî xûşkeke emirda mezin Oda Civatêda xeber dide. 3. Ew ber dilê hevalekêda tê, ya ku dilşkestiye.

Seva ku hevalên teyî baş hebin, tu xwexa gerekê hevalê baş bî

HINE MERIV DIBÊJIN: “Heval çiqas jî xirab be, ji bêhevaltiyê çêtir e.”

  • Lê tuyê çi bêjî?

TEMAMKIRIN

Çaxê em bi bîlanî xwera hevala dijbêrin, em him dilê Yehowa şa dikin, him jî xwexa karê distînin.

Wekilandin

  • Çima hevalbijartina me bona Yehowa ferz e?

  • Tevî merivên ça em gerekê hevaltiyê nekin?

  • Tu ça dikarî tevî merivên baş hevaltiya qewî çêkî?

Nêt

HÊ ZÊDE PÊBIHESE

Binihêre, ku çawa hevalên baş dikarin wedê oxirmên giran, alî me bikin.

“Pêşiya Xilaziya Dinyayê Hevaltiya Qewî Qazanc kin” (“Birca Qerewiliyê”, Mijdar, 2019)

Pêbihese, ku tu çi dikarî bikî, wekî hevalên baş xwera bivînî.

“Ez Ça Dikarim Hevalên Baş Xwera Qazanc kim?” (“Pirsên Cahila û Şîretên Kêrhatî”, Para 1, serê 8)

Tu çi gerekê bizanibî derheqa hevaltiya bi onlayn?

“Malperên Sosyal bi Bîlanî Bide Xebatê” (4:12)

Ji vê serhatiya bi navê: “Ez Hizreta Bav Bûm”, pêbihese, wekî merivekî çira safî kir, hevalên teze xwera bijbêre.

“Kitêba Pîroz Jîyîna Meriva Diguhêze” (“Birca Qerewiliyê”, 1 Nîsanê, 2012)

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin