KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • Firqiya Orta Meriva Bivînin
    Birca Qerewiliyê (Bona Hînbûnê) — 2018 | Çile
    • 9. Çi wê alî cahila bike ku gura dê-bavê xweda bin?

      9 Lê gelo ça zar dikarin çev nedine wan, yên ku ne gura dê-bavada nin? Ewana gerekê bifikirin ku dê-bav çi emek dane wan. Çaxê ewana emekê dê-bavê xwe bişêkirînin, ewana wê diha bixwazin gura wanda bin. Zar usa jî gerekê fem bikin ku Xwedê, Bavê hemûya, ji wana dewa dike wekî gura dê-bavê xweda bin. Çaxê zar derheqa dê-bavê xwe baş xeber didin, ew yek wê bona cahilên din bibe mesela baş, ku ewana jî qedirê dê-bavê xwe bigirin. Femdarî ye ku hergê dê-bav dilsar in hindava zarên xwe, zarara hê çetin e bi dil gura wan bikin. Lê çaxê zar texmîn dike wekî dê-bav wî hiz dikin, ew wê bixwaze gura wan bike hergê jî wîra çetin be. Birakî me bi navê Ostîn gilî dike: “Çaxê min dixwest tiştekî nerast bikira, dê-bavê min rêberiyên bîlan didane min, usa jî şirovedikirin temiyên ku didane min, û timê hazir bûn guh bidine min. Ev yek alî min kir ku gura wanda bimînim. Min didît ku ewana ça bona min xem dikin, û min jî aliyê xweda dixwast dilê wan şa kim”.

      10, 11. a) Kîjan hunurên xirab eyan dikin ku meriv îro dilsar bûne? b) Hizkirina Mesîhiya hindava meriva çi cûreyî ye?

      10 Pawlos paşê rêz dike wan hunura, kîjan ku didine kifşê kêmasiya hizkirinê. Paşê çaxê ewî got ku gelek wê “ne gura dê-bavada” bin, ewî got ku meriv wê bêşêkir bin, çi ku nîşan dike wekî meriv wê neşêkirînin qenciya hindava xwe. Pawlos usa jî got wekî meriv wê bibine heram, dêmek neamin. Ewana wê bêrem bin, ew tê hesabê wekî ewana wê ne jî bixwazin edilayê çêkin û tevî meriva li hev bên. Ewana wê kifir û nemam bin, û bi xeberdana xwe wê kifiriya meriva bikin û hela hê Xwedê jî. Meriv usa jî wê bibine buxdanbêj, dêmek ewên ku pê derewiyê û şeravîtinê, navê meriva xirab dikin.a

  • Firqiya Orta Meriva Bivînin
    Birca Qerewiliyê (Bona Hînbûnê) — 2018 | Çile
    • a Xebera Yûnanî “dîabolos”, ku tê welgerandinê ça “buxdanbêj”, Kitêba Pîrozda tê xebitandinê ça navê Şeytan, yê ku zulm e û buxdan avîte Xwedê.

Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
Derkevin
Bikevin
  • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
  • Bişînin
  • Biqeydekirin
  • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
  • Qeydê Xebitandinê
  • Elametiyên Konfêdênsîal
  • Privacy Settings
  • JW.ORG
  • Bikevin
Şandin