KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • Nava Tengasiyada Şabûna Xwe Unda Neke
    Birca Qerewiliyê (Bona Hînbûnê)— 2021 | Sibat
    • 2 Bi normalî zêrandin bona meriva meniya şabûnê nîne. Gelo li gora Xebera Xwedê, gerekê em li tengasiya çawa binihêrin? Mesele, Aqûbê şagirt nivîsîbû ku gava em zemeta dikişînin, gerekê em bi zêdeyî dilteng nebin, lê şa bin (Aqûb 1:2, 12). Usa jî, Îsa Mesîh gotibû ku heger meriv pey me bikevin, gerekê em dîsa jî şabûna xwe unda nekin (Metta 5:11 bixûne). Gava em dikevin tengasiyê, gelo em çawa dikarin şabûna xwe xwey bikin? Vê yekêda, nema ku Aqûb li qirna yekê şagirtên Îsa Mesîhra nivîsîbû, dikare alî me bike. Lê pêşiyê, were em bivînin ku wî çaxî, xûşk-bira rastî çi cûre tengasiya dihatin.

      QIRNA YEKÊDA, ŞAGIRTÊN ÎSA RASTÎ ÇI CÛRE TENGASIYA DIHATIN?

      3. Wexteke kin paşî ku Aqûb bû şagirtê Îsa Mesîh, çi qewimî?

      3 Wexteke kin paşî ku Aqûb, birê Îsa, bû şagirtê wî, li bajarê Orşelîmê zêrandina Mesîhiya destpêbû (Karên Şandiya 1:14; 5:17, 18). Paşî kuştina Steyfan, gelek şagirtên Îsa Mesîh ji bajêr reviyan û “belayî topraxêd Cihûstanê û Sameryayê bûn.” Hine kes heta Kîprûs û Entakyayê çûn (Karên Şandiya 7:58–8:1; 11:19). Bîne ber çevê xwe ku halê wan çiqas zor bû! Dîsa jî, wana mizgîn li her dera bi xîret bela dikir, û li temamiya Împêratoriya Romê gelek civat hatin saz kirin (1 Petrûs 1:1). Lê çendek şûnda, ewana rastî tengasiyên diha giran hatin.

      4. Qirna yekêda, şagirtên Îsa Mesîh rastî çi cûre zemeta dihatin?

      4 Qirna yekêda, şagirtên Îsa Mesîh rastî gelek zemeta dihatin. Mesele, weke sala 50 ya D.M., Împêratorê Romê Klawdyos ferman dabû ku hemû Cihû ji Romê derkevin. Lema jî Cihû ku bûne Mesîhî mecbûr bûn malên xwe bihêlin û li ciyên din cîwar bin (Karên Şandiya 18:1-3). Nêzîkî sala 61 ya D.M., Pawlosê şandî nivîsî ku ew xûşk-bira li ber her kesî hatibûn bêhurmetkirin, wana dikirine kelê û talan dikirin (Îbranî 10:32-34). Xêncî vê yekê, hine Mesîhî kesîb bûn û nexweş diketin (Romayî 15:26; Fîlîpî 2:25-27).

  • Nava Tengasiyada Şabûna Xwe Unda Neke
    Birca Qerewiliyê (Bona Hînbûnê)— 2021 | Sibat
    • Şikil: 1. Ber ba û baranê, alava li hundirê lempê natemire. 2. Birakî emirda mezin; destê wîda Kitêba Pîroz heye.

      Çawa ku alava hundirê lepmêda tê parastin wekî netemire, usa jî şabûna ku Yehowa dide me dilê meda wê netemire (Abzasa 6 binihêre)

      6. Li gora Lûqa 6:22, 23, şagirtên Îsa Mesîh çima dikarin nava tengasiyada şabûnê unda nekin?

      6 Hine kes difikirin ku heger siheta wan baş be, perê wan gelek be û malbeta wanda edilayî hebe, ew yek bes e ku meriv bextewar be. Lê şabûna besa kîjanî ku Aqûb dikir, pareke “berê ruh” e û halê meva girêdayî nîne (Galatî 5:22). Mesîhî şabûnê distîne û bextewar e, çimkî zane ku ew çev dide Îsa û dilê Yehowa şa dike (Lûqa 6:22, 23 bixûne; Kolosî 1:10, 11). Çawa ku alava hundirê lempêda tê parastin wekî netemire, ev şabûn jî usa dilê Mesîhîda dişixule. Gava sihet-qewata wan xirab dibe yan perê wan namîne, dîsa jî ev şabûna wan natemire. Usa jî, zêrandin û qerfên meriva nikarin vê alavê bitemirînin. Serda jî, gava dijmin dixwazin ku vê alavê bitemirînin, ev alav diha gur dibe. Çaxê em seva baweriya xwe rastî tengasiya tên, ev yek îzbat dike ku em bi rastî şagirtên Îsa Mesîh ne (Metta 10:22; 24:9; Yûhenna 15:20). Lema Aqûb usa nivîsî: “Xûşk-birayêd min, şabûneke mezin hesab kin, gava hûn bikevine nava cûre-cûre cêribandina” (Aqûb 1:2).

Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
Derkevin
Bikevin
  • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
  • Bişînin
  • Biqeydekirin
  • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
  • Qeydê Xebitandinê
  • Polîtîka Konfîdênsiyalyê
  • Privacy Settings
  • JW.ORG
  • Bikevin
Şandin