KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • fy serê 16 rûp. 183-191
  • Xem kin bona Axiriya Malbeta Xwe

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Xem kin bona Axiriya Malbeta Xwe
  • Çawa Malbeta Xwe Bextewar kin
  • Binserî
  • Têmên Mîna Wê
  • ÇI YE XWEGIRTIN?
  • NIHÊRANDINA RAST SER SERWÊRTIYA MALXÊ MALÊ
  • “BIHÎSTINÊDA SERXWE BE”
  • ROLA FERZ HIZKIRINÊDA
  • MALBETÊN KU QIRARA XWEDÊ TÎNIN SÊRÎ
  • AXIRIYA TE Û YA MALBETA TE
  • Du Şîret bona Bextewariya Malbetê
    Çawa Malbeta Xwe Bextewar kin
  • Zewac Pêşkêşa Ji Xwedê ye
    Nava Hizkirina Xwedêda Bimîne
  • Zewac​ Pêşkêşa ji Xwedê yê
    “Xwe Nava Hezkirina Xwedêda Xwey Ke”
  • Ça Dikarin Malbeta Xwe Bextewar kin?
    Çi Hîn Dike Kitêba Pîroz?
Hê Zêde Binihêre
Çawa Malbeta Xwe Bextewar kin
fy serê 16 rûp. 183-191

SERÊ 16

Xem kin bona Axiriya Malbeta Xwe

1. Nêta Yehowa bona malbetê çida bû?

ÇAXÊ Yehowa Ademra jin çêkir, Adem gelek şa bû û ji şabûnê giliyên usa got: “Niha eva hestûyê ji hestûyê min e û goştê ji goştê min e, evayê jin bê gotinê, çimkî ji mêr hate hildanê” (Destpêbûn 2:22, 23). Xêncî wê yekê, ku Yehowa dixwest şabûnê bike dilê efrînên xwe, nêta wîda dîsa gelek tiştên din jî hebûn. Ewî dixwest, wekî jin-mêr û malbet, nêta wî bi temamî bînin sêrî. Cotê pêşinra ewî got: “Şîn bin û li hev zêde bin, erdê tijî kin û xweyîtîyê lê bikin, hukumî li ser mesîyêd berê teyredêd ezmên û hemû heywanêd li ser erdêye ku dihejin bikin” (Destpêbûn 1:28). Çiqas xebateke hewas bû! Hergê Adem û Hêwa bi dil û can guh bidana temiyên Xwedê, wê şabûn bistandana çawa xwexa, usa jî zarên wan.

2, 3. Roja îroyîn çawa malbet dikarin şabûnê bistînin?

2 Roja îroyîn jî malbet wî çaxî bextewar in, çaxê tevayî nêtên Xwedê tînin sêrî. Pawlosê şandî got: “Soza wê hem ji bo jiyana vê dinyayê û hem jî ji bo jiyana wê dinyayê heye” (1 Tîmotêyo 4:8, ÎM). Ew malbet yên ku Xwedêra amin in û guh didin rêberiyên Yehowa, wê şabûnê bistînin ji jîyîna heta-hetayê (Zebûr 1:1-3; 119:105; 2 Tîmotêyo 3:16). Hergê hema merivek jî nava malbetêda guh dide şîretên ji Kitêba Pîroz, ew ji wê yekê çêtir e hergê tu kes guh nede wan şîreta.

3 Wê kitêbêda hatibû şirovkirinê deheqa prînsîpên Kitêba Pîroz, bona bextewariya malbetê. Dibeke we dîna xwe daye wê yekê, ku derheqa wan prînsîpa dîsa û dîsa tê wekilandinê seriyên derbazbûyîda. Gelo çira? Çimkî ew prînsîp kar e bona her cûre derecên malbetê. Hergê her kes malbetêda dixebite ser wê yekê ku guh bide şîretên ji Kitêba Pîroz, ew wê ser xwe texmîn ke wekî aminiya hindava Xwedê emirê heta-hetayê tîne. De werên niha dîna xwe bidin ser çar şîretên ferz.

ÇI YE XWEGIRTIN?

4. Çira malbetêda xwegirtin lazim e?

4 Silêman Padşa got: “Merivê ku nefsa xwe nikare, ew mîna bajarekî xirabeyî bêsûr e” (Metelok 25:28; 29:11). Dêmek ew meriv yê ku dixwaze malbeta wî bextewar be, gerekê “nefsa xwe” bikaribe û xwegirtî be. Hêrsbûn û kirên nerast dikarin xirab ser malbetê hukum bin. Diqewime sal lazim bin, wekî her tiştî malbetêda rast kin, hergê bê rastkirinê jî.

5. Çawa merivê gunekar dikare xwegirtinê pêşda bîne û çi kar wê yekêda heye?

5 Tu kes ji zureta Adem nikare bi temamî bedena xweye qisûr kontrol ke (Romayî 7:21, 22). Lê çaxê meriv xwe kontrol dike, bi wê yekê ew dide kifşê berê ruhê pîroz (Galatî 5:22, 23). Hergê em dua bikin derheqa wan hunura, guh bidin şîretên ji Kitêba Pîroz, tevî wan hevaltiyê bikin kê wan hunura kifş dikin û xwe ji wan dûr bigirin kê ewan hunura kifş nakin, wî çaxî ruhê Xwedê wê nav meda xwegirtinê pêşda bîne (Zebûr 119:100, 101, 130; Metelok 13:20; 1 Petrûs 4:7). Ew yek wê alî me bike “ji qaviyê birevin”, wî çaxî jî gava em wê yekêda dikevine cêribandinê (1 Korintî 6:18). Bi wê yekê emê hîn bin zulmiyê înkar kin, xwe ji gelek îçkevexwarinê dûr bigirin, yan qe venexwin. Usa jî emê hîn bin bi sebir bin, çaxê tiştek me eciz dike, yan çaxê em rastî çetinaya tên. De werên her kes ji me, usa jî zar, hîn bin nav xweda ew berê baş pêşda bînin (Zebûr 119:1, 2).

NIHÊRANDINA RAST SER SERWÊRTIYA MALXÊ MALÊ

6. a) Xwedê çi şîreteke ferz bona serwêrtiyê daye? b) Mêr derheqa çi gerekê bîr neke, wekî serwêrtiya wî malbeta wîra karê bîne?

6 Dîsa şîreteke ferz ew e, wekî qedirê serwêrtiya malxê malê bigirin. Pawlos bi wî cûreyî ew yek şirovekir: “Ez dixwazim ku hûn zanibin wekî serê her mêrî Mesîh e, serê jinê mêr e û serê Mesîh Xwedê ye” (1 Korintî 11:3). Ew yek tê hesabê, wekî mêr serwêrtiyê nava malbetêda hildide destê xwe, lê jin bi aminî piştgiriya wî dike û zar gura dê-bavê xweda nin (Efesî 5:22-25, 28-33; 6:1-4). Serwêrtî wî çaxî şabûnê tîne, çaxê rast serwêrtiyê dikin. Ew mêrên ku Xwedêra amin in, zanin wekî ewana gerekê bi nermî serwêrtiyê bikin. Wê yekêda ewana çev didine serwêrê xwe Îsa. Rast e Îsa gerekê bibûya serwêr, lê ew “nehatiye ku jêra berdestiyê bikin, lê wekî ew xwexa berdestiyê bike” (Efesî 1:22; Metta 20:28). Hema bi wî cûreyî mêrê Mesîhî gerekê serwêrtiya xwe bidine xebatê, ne ku seva kara xwe, lê seva ku xem bikin bona hewcên jin zarên xwe (1 Korintî 13:4, 5).

7. Li gora Kitêba Pîroz rola jina malbetada çi ye?

7 Jina xwedêxof tevî mêrê xwe nakeve şer-dewa û naxwaze serwêrtiyê ser wî bike. Ew bi şabûnê piştgiriya mêrê xwe dike û komekê dide wî. Kitêba Pîroz zelal eyan dike wekî “mêr serê jinê ye” (Efesî 5:23). Çaxê qîz mêr dike, ew dikeve bin “qanûnê mêrê” xwe (Romayî 7:2). Kitêba Pîrozda ser jinê usa jî tê gotinê ça “komekdarek” (Destpêbûn 2:20). Bal jin hunur-xeysetên usa hene, çi ku bal mêr kêm e û jin çiqas ku dikare, alî mêrê xwe dike (Metelok 31:10-31). Kitêba Pîrozda ser jin usa jî tê gotinê, ça “heval” ya ku pişta xwe dispêre mêrê xwe û tevî wî şixulkariyê dike (Malaxî 2:14). Ew şîretên ji Kitêba Pîroz alî jin-mêra dike fem bikin, ku rola wan hindava hevdu çi ye û wekî ewana gerekê qedirê hev bigirin.

“BIHÎSTINÊDA SERXWE BE”

8, 9. Kîjan şîret dikarin alî malbeta bikin, wekî ewana rast tevî hev xeber din?

8 Wê kitêbêda gelek car tê gotinê derheqa xeberdanê. Gelo çira? Çimkî gelek hêsa ye wî çaxî çetinaya safî kin, çaxê wedê xeberdanê guh didine hev. Xeberdan mîna riya fire ye, ser kîjanî du alî hene û avto yek alîkîva tê yên din ji aliyên dinva tên. Aqûbê şandî derheqa wê yekê usa got: “Bira her meriv bihîstinêda serxwe be, lê xeberdan û hêrsketinêda giran be” (Aqûb 1:19).

9 Gelek ferz e ça em xeber didin. Xeberên nerast û bêfikir dikare xirab hukum be ser xeberdana baş (Metelok 15:1; 21:9; 29:11, 20). Diqewime gotinên me rast in, lê hergê em ewan gotina sert û netebiyetî bêjin, ne jî hildin hesab hestên merivên din, wî çaxî gotinên me wê ne ku karê bînin, lê ziyanê bînin. Xeberdana me gerekê xweş be û “xwêkirî be” (Kolosî 4:6). Usa jî xeberên me gerekê “mîna sêva zêrîn . . . li ser zîv qaşkirî” be (Metelok 25:11). Ew malbetên ku hîn dibin rast tevî hev xeber din, şabûnê qazanc dikin.

ROLA FERZ HIZKIRINÊDA

10. Çi cûre hizkirin zewacêda gelek ferz e?

10 Wê kitêbêda gelek car tê gotinê derheqa “hizkirinê”. Belê, gelek cûrê hizkirinê heye. Hizkirina romantîk (Yûnanî, êros), rola ferz dibe zewacêda. Lê (Yûnanî, fîlêa) ew hizkirin e, çaxê zewacêda hevaltiyê dikin û zewaca wan qewî ye. Lê tê bîra we çi cûre hizkirin ciyê pêşin digire? Hizkirina lape ferz, ser zimanê Yûnanî tê gotinê agapê. Wî cûrê hizkirinê em didin kifşê hindava Yehowa, Îsa û merivên din (Metta 22:37-39). Yehowa evê hizkirinê dide kifşê hindava meriva (Yûhenna 3:16). Çiqas baş e, wekî wî cûre hizkirinê em dikarin bidine kifşê, hindava jin yan mêrê xwe û zarên xwe! (1 Yûhenna 4:19).

11. Çawa hizkirin dikare malbetêra karê bîne?

11 Ew hizkirina mezin bi rastiyê jî “yektiya tam” e (Kolosî 3:14). Hizkirina usa, jin û mêr dike yek û hêlan dike bona hevdu û zarên xwe tiştên baş bikin. Çaxê malbet rastî çetinaya tên, hizkirin alî malbetê dike ewê yekê tevayî safî kin. Wede diçe jin û mêr emirda mezin dibin, lê hizkirin alî wan dike berdewam kin alîkariyê bidine hev û hevdu qîmet kin. “Hizkirin . . . ya xwe nagere. . . . Hizkirin her gav dadixe, her gav bawer dike, . . . her gav sebir dike. Hizkirin tu car kuta nabe” (1 Korintî 13:4-8).

12. Çira hizkirina jin û mêr hindava Yehowa, zewaca wan qewî dike?

12 Zewac ne ku tenê wî çaxî bextewar û qewî ye çaxê hizkirin orta jin û mêrda heye, lê ya ewlin çaxê ewana evê hizkirinê didine kifşê hindava Yehowa (Waîz 4:9-12). Çira? Yûhennayê şandî got: “Hizkirina xwe hindava Xwedêda didine kifşê, gava em temiyêd wî diqedînin” (1 Yûhenna 5:3). Dê-bav gerekê zarên xwe hîn kin, wekî Yehowa hiz bikin. Ewana gerekê usa bikin, ne tenê ji hizkirinê hindava zarên xwe, lê çimkî ew temiya Yehowa ye (Qanûna Ducarî 6:6, 7). Mêr û jin gerekê xwe ji bênamûsiyê dûr bigirin, ne ku tenê seva wê yekê ku hevdu hiz dikin, lê ya ewlin seva ku Yehowa hiz dikin, “çimkî Xwedê wê dîwana çevder û zinêkara bike” (Îbranî 13:4). Hergê jin yan mêr çetinayê dike nava zewacê, hizkirina hindava Yehowa wê alî yê din bike, ku berdewam ke guh bide şîretên Kitêba Pîroz. Ew malbet bi rastiyê jî bextewar in hergê hizkirina wan hizkirina Yehowava girêdayî ye!

MALBETÊN KU QIRARA XWEDÊ TÎNIN SÊRÎ

13. Çawa ew yek ku qirara Xwedê bînin sêrî, alî meriva dike dîna xwe ser tiştên ferz bihêlin?

13 Emirê Mesîhî wê yekêva girêdayî ye, wekî qirara Xwedê bînin sêrî (Zebûr 143:10). Hema ew yek tê hesabê aminî hindava Xwedê. Çaxê neferên malê qirara Xwedê tînin sêrî, ew yek alî wan dike, dîna xwe ser tiştên ferz bigirin (Fîlîpî 1:9, 10). Mesele, Îsa pêşda got: “Ez hatim kur ji bavê, qîzê ji dê û bûkê ji xwesiyê biqetînim û dijminêd mêriv wê ji mala wî bin” (Metta 10:35, 36). Gelek şagirtên Îsa nava malbeta xweda rastî çetinaya dihatin. Ew çiqas çetin e! Lê neferên malbeta me, gerekê nebin menî ku hizkirina me hindava Yehowa Xwedê û kurê wî Îsa Mesîh, ser ciyê paşin be (Metta 10:37-39). Hergê meriv teyax dike wan peyketina yên ku malbeta wîda pêşda tên, diqewime ewê ku pey dikeve nihêrandina xwe biguhêze, çaxê bivîne ku yeke ew Xwedêra amin e (1 Korintî 7:12-16; 1 Petrûs 3:1, 2). Lê hergê ji bo peyketina em xizmetiya xwe Xwedêra didin sekinandinê, ew yek wê karê neyne.

14. Çaxê dê-bav qirara Xwedê tînin sêrî, ça ew yek zarara karê tîne?

14 Çaxê dê-bav qirara Xwedê tînin sêrî, ew yek alî wan dike safîkirinên rast bikin. Mesele, hine dê-bav bona zarên xwe her tiştî dikin gava ewana biçûk in, seva ku zar wana bibine xweyî çaxê ewana kal-pîr bin. Ew yek rast e, wekî zar gerekê bona dê-bavên xweyî emirda mezin xem bikin, lê ew yek gerekê dê-bava hêlan neke zara hînî jîyîna matêriyalî bikin. Hergê dê-bav zarên xwe hîn dikin tiştên matêriyalî diha qîmet kin, ne ku tiştên ruhanî, ew yek wê zarara karê neyne (1 Tîmotêyo 6:9).

15. Çawa Eynika ya ku qirara Xwedê dianî sêrî, bû meseleke baş bona dê-bava?

15 Meseleke baş bona me Eynika ye, diya Tîmotêyo hevalê Pawlos (2 Tîmotêyo 1:5). Rast e mêrê Eynika nebawer bû, lê ewê tevî pîrika Tîmotêyo Loyîsê, kurê xwe nava rastiya Xwedêda mezin dikir (2 Tîmotêyo 3:14, 15). Çaxê Tîmotêyo mezin bû Eynika îzin da wî, wekî ji mal here, seva ku mizgîniya derheqa Padşatiyê bela ke û xizmetiya mîsyonêrtîda bibe hevalparê Pawlos (Karên Şandiya 16:1-5). Dê û pîrika Tîmotêyo gelek şa dibûn, wekî ew bû mîsyonêrê baş! Meniya wê yekê ku Tîmotêyo Xwedêra amin ma, ji bo wê şîretkirinê ye, ya ku ewî zarotiya xweda stand. Rast e Eynikayê bîra kurê xwe dikir, lê ewê dilrihetî û şabûn distand çaxê dibihîst ku Tîmotêyo bi aminî xizmet dike (Fîlîpî 2:19, 20).

AXIRIYA TE Û YA MALBETA TE

16. Îsa hindava dê-bavê xwe kurekî ça bû, lê nêta wîye lape ferz çi bû?

16 Îsa nava malbeta xwedêxofda dihate mezinkirinê. Çaxê ew mezin bû, ewî bona diya xwe xem dikir (Lûqa 2:51, 52; Yûhenna 19:26). Lê ya ewlin bona Îsa ew bû, wekî qirara Xwedê bîne sêrî. Îsa gerekê merivara riya jîyîna heta-hetayê vekira. Ewî emirê xweyî bêqisûr ber merivên neqedandîva da (Marqos 10:45; Yûhenna 5:28, 29).

17. Qurbana Îsa çi mecal da wan meriva, kê qirara Xwedê tîne sêrî?

17 Paşî mirina Îsa, Yehowa wî vegerande jîyîna ser ezmana. Xwedê Padşatiya xweda, wî kire Padşa û hukumetî da wî (Metta 28:18; Romayî 14:9; Eyantî 11:15). Qurbana Îsa mecal da seva ku ew meriv bêne jibartinê, yên ku wê Padşatiya wîda tevî wî serwêrtiyê bikin. Lê usa jî bona merivên mayîne diltemiz, qurbana Îsa riya jîyîna heta-hetayê ser erdê cinetêda vekir (Eyantî 5:9, 10; 14:1, 4; 21:3-5; 22:1-4). Mecaleke meye pir mezin îro heye, merivara gilî kin derheqa wê mizgîniya qîmet (Metta 24:14).

18. Her merivek çi gerekê bîr neke?

18 Çawa ku Pawlosê şandî da kifşê, ew meriv yên ku Xwedêra amin in dikarin axiriyêda jîyîna bextewar bistînin. Bi rastiyê jî ew heye jîyîna lape baş û bextewar! Bîr nekin wekî “dinyayê jî derbaz be, havijiya wê jî, lê ewê ku emirê Xwedê diqedîne wê heta-hetayê bimîne” (1 Yûhenna 2:17). Lema jî firqî tune tu zar î, dê-bav î, mêr yan jin î, zewicîyî yan na, emirda mezin î yan tenê mayî tevî zara, bixebite wekî dîsa jî qirara Xwedê bînî sêrî. Gava çetinayada nî yan rastî peyketina têyî, tu car bîr neke, wekî tu xizmetkarê Xwedêyê sax î. Her kirên teyî rast wê şabûnê bike dilê Yehowa (Metelok 27:11). Û bira emirê teyî her rojî, şabûnê û emirê heta-hetayê axiriyêda tera bîne!

ÇAWA EW PRÎNSÎPÊN JI KITÊBA PÎROZ ALÎ MALBETA WE DIKIN BEXTEWAR BIN?

Xwegirtinê dikarin pêşda bînin (Galatî 5:22, 23).

Hergê çawa jin usa jî mêr rast fem dikin rola serwêrtiyê, wî çaxî ewana wê bikaribin karê malbeta xwera bînin (Efesî 5:22-25, 28-33; 6:4).

Xeberdanêda hazir bin guh bidine hev (Aqûb 1:19).

Hizkirin hindava Yehowa zewacê qewî dike (1 Yûhenna 5:3).

Gelek ferz e malbet qirara Xwedê bîne sêrî (Zebûr 143:10; 1 Tîmotêyo 4:8).

JÎYÎNA AZEPÎ

Ne her kes dizewice. Û ne hemû jin û mêr dixwazin zarên wan hebin. Îsa azep bû, û ewî azapbûn hesab dikir ça pêşkêş, hergê ewê azaya xwe “bona Padşatiya Ezmana” didin xebatê (Metta 19:11, 12). Pawlosê şandî jî safî kir azep bimîne. Ewî digot wekî çawa azepbûn usa jî zewac “dayîneke” (1 Korintî 7:7, 8, 25-28). Rast e wê kitêbêda tê şirovekirinê têmên derheqa zewacê û şîretkirina zara, lê em gerekê bîr nekin derheqa kerem û pêşkêşên bona wan, kê azep dimîne yan zewicîne lê bê zar in.

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin