-
Çar Siyar bi Rastî Kî ne?Birca Qerewiliyê (Bona Belakirinê) — 2017 | № 3
-
-
SIYARÊ HESPÊ BOZ
Ew xeyal usa destpêdibe: “Min dîna xwe dayê, va hespekî boz xuya bû, destê yê lêsiyarbûyîda tîrkevanek hebû, kofîk wîra hate dayînê û ew çawa egît çû, wekî serkeve” (Eyantî 6:2).
Kî ye siyarê hespê boz? Caba wê yekê em divînin hema vê kitêba Eyantîda, yê ku wî siyarê ezmanî eyan dike ça “Xebera Xwedê” (Eyantî 19:11-13). Ev sernav dêmek Xeber, ser Îsa Mesîh tê gotinê, çimkî ew wek xebervanê Xwedê bû (Yûhenna 1:1, 14). Ew usa jî eyan dibe ça yekî “Amin û Rast” û tê navkirinê “Padşê Padşa û Xudanê Xudana” (Eyantî 19:16). Zelal e ku hukumdariya wî heye, seva ku wek padşa şera bike. Û ew hukumdariya xwe rast dide xebatê. Lê yeke hine pirs pêşda tên.
Kî hukumdarî daye destê Îsa ku serkeve? (Eyantî 6:2). Daniyêl pêxember xewn-xeyalek dîtibû, kîderê ku Mesîh beramberî “lawê mirov” dibû û kîjanîra ku “serwerî . . . mezinahî” û padşatî hatibû dayînê. Û ew hemû tişt Yehowa Xwedê daye Îsa, çimkî Yehowa heye Xwedêyê “rojên . . . kevn”a (Daniyêl 7:13, 14). Dêmek Xwedayê Himzor qewat dayê Îsa, him jî îzin ku serwêrtiyê bike û dîwanê bike. Hespê boz sîmboleke layîq e seva Kurê Xwedê, yê ku wê bi heqî şer bike. Û Nivîsarên Pîrozda jî gelek car rengê sipî bi sîmbolîk tê hesabê heqî yan rastî (Eyantî 3:4; 7:9, 13, 14).
Gelo ew siyar çi çax derket? Dîna xwe bidinê ku siyarê pêşin dêmek Îsa, hingê derket çaxê kofî yanê tac stand (Eyantî 6:2). Lê çi çax Îsa li ezmana ça Padşa hatibû kifşkirinê? Ew yek wî çaxî nîbû gava ew paşî mirina xwe vegeriya li ezman. Lê Kitêba Pîroz nîşan dike, ku hingê ewê hê hiviyê bû (Îbranî 10:12, 13). Îsa şagirtên xwera nîşan hîştin, bi saya çi jî wana dikaribû têderxistana ku çi çax ewî li ezmana destpêkir padşatiyê bike. Ewî got ku destpêka serwêrtiya wî, halê dinyayê vê daha xirab be. Dêmek wê şer, xelayî-celayê û mîna nexweşiya hal wê hebin (Metta 24:3, 7; Lûqa 21:10, 11). Zûtirekê di sala 1914-da paşî Şerê Himdinyayêye I, zelal bû ku însanet ketiye zemanekî pir xirab, ser kîjanî Kitêba Pîroz dibêje “rojêd axiriyê” (2 Tîmotêyo 3:1-5).
Lê çima ji sala 1914 çaxê Îsa tacê xwe stand, halê dinyayê baş nabe lê serda hê xirab dibe? Çimkî wî çaxî Îsa li ezmana destpêkir serwêrtiyê bike, ne ku li ser erdê. Li ezmana şer destpêbû, û Padşê teze kifşkirî dêmek Îsa, yê ku usa jî eyan e ça Mixayîl, Şeytan û cinên wî ji ezmên avîte ser rûyê erdê (Eyantî 12:7-9, 12). Naha Şeytan ser erdê ye û ew ji hêrsê xwe dixwe, çimkî zane ku rojên wî hindik mane. Bi rastî ev wede wê dirêj nekşîne. Xwedê wê qirara xwe li ser erdê bîne sêrî û Şeytan bide hildanê (Metta 6:10). Lê naha werên em binihêrin ku çawa sê siyarên din alî me dikin îzbat bikin, ku em bi rastî jî “rojên axriyêda” dijîn, yan na. Siyarê pêşin bi şiklê merivekî eyan dibe. Lê sê siyarên din jî eyan dikin halê temamya dinyayê yê ku wê jîyîna însanetê pir xirab ke.
-