-
Xwedê Kî ye?Şa be Jîyînêra Heta-Hetayê!—Kûrsa Hînkirina Kitêba Pîroz
-
-
2. Kitêba Pîroz derheqa Yehowa çi eyan dike?
Kitêba Pîroz dibêje ku tenê Yehowa Xwedayê rast e, û ew ji hemû xudanên din cude dibe. Gelo çima? Çend menî hene. Hukumetiya Yehowa ser hemû hukumetiyara ne, û tenê ew e “yê Herî Jorin” (Bixûne Zebûr 83:18.) Xwedayê “Hemû Zorayiyê” tê hesabê wekî qewata wî digihîjê wê yekê bike, çi ku dixwaze. Ewî “her tişt efirandin”, gerdûn û jîyîna ser erdê (Eyantî 4:8, 11). Yehowa bêşirîk û bê heval e, çimkî ew timê hebûye û wê hebe (Zebûr 90:2).
-
-
Hebandina Me Gerekê Çi Cûreyî be, wekî Dilê Xwedê Xweş bê?Şa be Jîyînêra Heta-Hetayê!—Kûrsa Hînkirina Kitêba Pîroz
-
-
Yehowa çawa Efirandarê me, hêja ye ku em tenê wî bihebînin û jêra amin bimînin (Eyantî 4:11). Ew tê hesabê wekî em gerekê wî hiz bikin û tenê wîra xizmet kin bê xebitandina pûta (Bixûne Îşaya 42:8.)
Hebandina me gerekê li Yehowa qebûl û “pîroz” be (Romayî 12:1). Ew tê hesabê ku em gerekê temiyên wî biqedînin. Mesele, ewên ku Yehowa hiz dikin, temiyên wîye derheqa zewacê tînin sêrî. Ewana usa jî xwe ji tiştên necayîz dûr digirin, mesele ji cixarê, narkotîkayê û îçkevexwarina bê kontrol.a
-