-
“Azabûna We Îdî Nêzîk e”Birca Qerewiliyê — 2015 | Tîrmeh
-
-
16, 17. Çi wê biqewime pêşiya dewata Bex?
16 Çaxê hemû 144 000 rûnkirî li ezmên bin, îda dikare destpêbe hazirkirinên xilaziyê bona dewata Bex (Eyantî 19:9). Lê pêşiya dewatê, gerekê tiştek biqewime. Bînin bîra xwe, ku Gog wê pey cimeta Xwedê keve, çaxê rûnkiriyên ku mane hê ser erdê bin (Hezeqêl 38:16). Lê cimeta Xwedê wê çi bike? Ewana wê guh bidine vê temiyê: “Yê ku di wî şerîda cengê bike ne hûn in; . . . rêz girêdin û bisekinin, tevî xwe xilaziya Xudan bivînin; netirs in û nekevin bêzariyê” (2 Dîrok 20:17). Çaxê Gog peyketinê destpêke, hemû rûnkirî ser erdê wê hilkişne li ezmên. Lê li ezmên wê çi biqewime çaxê Gog pey me keve? Eyantî 17:14 dibêje ku dijminên cimeta Xwedê wê “tevî Berx şer bikin, lê Berx tevî yêd gazîkirî, bijartî û amina wê li ser wan bikaribe”. Dêmek, Îsa û 144 000 rûnkirî wê cimeta Xwedê ser erdê xilaz kin.
17 Ew xilazkirin wê wedê şerê Harmegedonê be, kîjan ku wê navê Yahowayî pîroz rûmet ke (Eyantî 16:16). Hemû merivên ku wê bêne dîwankirinê ça bizin, dêmek yên neamin, wê bêne kutakirinê. Îda tu car zulmî û neheqî wê tune be ser erdê, û “elaleteke mezin” wê ji Harmegedonê xilaz be. Axiriyê, pêxembertiya xilaziya kitêba Eyantî wê bê sêrî, dêmek wê dewata Bex be! (Eyantî 21:1-4)d (Binihêre spartin.) Hemûyên ku wê xilaz bin wê pir şa bin, çimkî wê bivînin qebûlkirina Xwedê û hizkirin û merdaniya wî. Em gelek hîviya wî wedeyî ne. Derbazkirina dewatê wê çiqas baş be! (Bixûne 2 Petrûs 3:13.)
-
-
“Azabûna We Îdî Nêzîk e”Birca Qerewiliyê — 2015 | Tîrmeh
-
-
d Zebûr serê 45 jî înformasiyayê dide me derheqa wan qewimandina. Dêmek pêşiyê Padşa wê şer bike, û paşê wê dewat be.
-