Kilam 23
Yahowa Qewata Me ye
(Îşaya 12:2)
1. Bavê ezmana qewata meyî,
Emê hurmet kin te, Xilazkar î.
Heger guh bidin yan jî bikenin,
Ça şedêd te, em mizgîniyê didin,
(Lêwegerandin)
2. Gelek şa ne em bo ronaya te,
Riya rastiyê seva me rind eyan e.
Kitêba teda dengê te dibihên,
Emê piştovanê padşatiyê bin.
(Lêwegerandin)
3. Bi dil tînin sêrî qirara te,
Çaxê Şeytan miqabilî me ye.
Emê her gav bi xîret qulix kin,
Heta mirinê amin bimînin.
(LÊWEGERANDİN)
Yahowa Himzor û pir qewat î,
Em te hurmet kin tu hêja yî.
Bavê ezmana em tên berbi te,
Tu yî birca û cî sitara me.
(Binihêre usa jî 2 Sam. 22:3; Zeb. 18:2; Îşa. 43:12.)